mirin deq û demûş e bi jiyana min ve; min jiyana xwe li aveke kevzgirtî hilanî û dawerivand li ber êşa qedîm a kor, min ew raxist ser hestiyên bi stranekê temirî û hilavêst bi çiqlê hişekî jixweçûyî ve. şeveqeke heywanan rabûm û min li xwe kir -neynika ber min şewqê pê veda, mir!
Ezmûneke xwendina bideng ji destpêka romana "Neynika Sor" a Burhan Sönmez.
Burhan Sönmez'in yeni romanı "Kırmızı Ayna"sının girişinden bir sesli okuma denemesi.
@avestayayin@iletisimyayin
Şar
Husên Arif
Ji Soranî: Şikriya Salih & Firat Kelehkî
(Roman)
DERKET!
Xaniyê kevin ê Metê Helîm li Taxa Serşeqamê, di vê romanê de ne tenê avahiyeke ji kerpîç û heriyê ye; ew nexşeya piçûk a civaka kurdan e ku di nîvê sedsala bîstan de di navbera kevneşopî û nûjeniyê de asê maye. Ev der, “şanehengek” e ku tê de çarenûsa bi dehan mirovên bêkes, hejar û baskşikestî bi hev ve girêdayî ne.
Di bin baskê “Şahjina Heqanetê” Metê Helîm de, karakterên mîna Sabîrê himal, Heme Eliyê meaşxwer û Xawera nanpêj, hewl didin ku keştiya xwe ya şikestî di nava deryaya bipêl a “Şar” de li ser avê bihêlin. Li vir derî nayên girtin û tiştek nayê veşartin; şabûn û keder, birçîbûn û têrbûn ya hemûyan e. Metê, bi fermanên xwe yên nayên redkirin û dilê xwe yê mîna deryayê, hewl dide pergaleke civakî ya li ser bingeha dilsoziyê û otorîteya kevneşopî biparêze.
Lê gelo ev kela parastinê dikare li ber bayê guherînên demê, xizaniya ku her diçe kûrtir dibe û zagonên sar ên bajêr xwe ragire?
Hisên Arif, di romana “Şar” de, çîroka jiyaneke hevpar vedibêje ku tê de her odeyek cîhanek e û her cîranek, parçeyek ji canê yê din e. Ev berhem, belgeyeke zindî ya hilweşîna hêlînên kevin û lêgerîna nasnameyê di nava kolanên teng de ye.
Şar
Husên Arif
Ji Soranî: Şikriya Salih & Firat Kelehkî
(Roman)
ISBN: 978-625-5535-46-7
13x19.5, 328 rûpel
https://t.co/UGQBwjuChF
girêka derî bifilite
rabirdû bigirî li pişt derî
biweşin tilîkên min ji destê kitêbê
vala bimînin çavên berga wê
wê hişk nebe ev dara min di pişta xwe de çandiye
û wê bê sî nemîne dilopa xwêdana te di çermê min de
⬇️
https://t.co/S3Q9pnekUK
dostê hêja osman mehmed bi qasî helbestkariya xwe helbestxwênekî baş e jî. ev demek e bi dengê xwe yê zîz civata me ya helbesthezan dixemilîne. kak osman, vê carê ji qencî û kubariya xwe helbesta min a bi navê ‘lîrîka gulan’ xwendiye. ez pir şa bûm bi xwendina wî. min xwest kêfxweşiya xwe bi we re jî parve bikim.
https://t.co/n0ZCOtdYQN via @kasyannn@avestayayin
"Dürziler mert, asil bir ırktır; belki bir gün tarihte büyük bir rol yazılmıştır onların bahtına: hem pratik hem cesurlar, şövalye gibi fakat hayalperest değiller; bence hiçbir millet onlarla kıyaslanamaz."
Mark Sykes, London, 1904
Dema 93yan min pêşgotina “Kurşun-Kalem” nivîsî, li rojeke wek îro difikirîm. 96, wexta me “Birakujî”ya Abdulla Peşêw çap kir û ligel navê wê “Veger” jî lê kir, min vegera xwe xeyal dikir. 99, dema piçek firset çêbû, em hatin û me kitêbxane vekir. “Derengmayin” yek ji temayên me yên sereke bû, ne tenê bo civakê, bo xwe jî em difikirîn; ew ro ku ne îro be, ê kengî be?
Û piştî hewldaneke dûdirêj, wa ew roj hat. Avesta, ber bi dawiya 30 saliya xwe, bi hemû tiştên xwe û çend tiştên nû li dilê welêt, Diyarbekir bi cih dibe. Ez jî pê re… (Min nexwest piştî teqawît bibim werim an jî cenazeyê min were).
Ez ne bêhêvî me û ne xeyalperest im jî… Tişta ji me hat û nehat jî, her îmkan û bêîmkanî me heta dawiyê bi kar anî. Bo ku bibe destpêkeke nû emê hewl bidin. Tişta me karibû û em karibin, me kir, emê bikin; bû-nebû, êdî bi kêfa xwe ye.
Ne ji ber ku em mecbûr man vedigerin, welat helbet mecbûriyet e, em tercîh dikin û vedigerin.
Bi raya min; xistina deng ne ewqasî giring e lêbelê ez dikarim bibêjim ku ji vê wêdetir şaşiyeke madî heye! Lêkera "bûyîn" di vir de nabe; lêkera "kirin" dê hê rasttir be lewra di zimanê serçave de "kirde/kirdar" heye! Bo nimûne; "Portreya Nekolonîzekiriyan/ Portreya Dekolonîzekiriyan". Ji ber ku çawa "bûyîn" wê wateyê dide ku ew gel jiberxweve kolonîze dibin an nabin; lêbelê ev bikaranîn dijberê ruhê kolonîze-kirinê ye; çima ku tu ji ber xwe vr kolonîze nabî; hin hêzên emperyal te kolonîze dikin an nikarin te kolonîze bikin.