1/2
Parlamentera partiya DEMê ya Stenbolê û hevseroka partiya DBPê Çigdem Kiliçgun Ûçar, do ne pêr li gundekî Şirnexê di civîna bi gel ra tirkî peyivî. Xelk, kal û pîr bi kurmancî dipeyivîn, pirsên xwe bi kurmancî dikirin, wê jî bi tirkî bersîv dida wan.
https://t.co/6nH95hz2aO
@ZinareXamo Kek Zinar di nav şaîrên tirkan de yê ku cara pêşîn di helbesta xwe de peyva Kurdistanê bi nav kiriye helbestvan Turgut Uyar e. Silav û rêz.
Tirkan ne bi dewleta xwe,bi hêza xwe ya leşkerî,bi huqûqa xwe, bi sîstema xwe ya perwerdê tenê,bi zanîna xwe jî em pelçiqandine,em biçûk xistine,em nezan û cahil nîşan dane. Zimanê me wek zimanekî paşdamayî, bi kêrî ilm û îrfanê,edebîyatê nayê nîşan dane.
https://t.co/iY8LIK0rhr
Kurdî ne zimanekî bêkêr e,fikra birêz Ocalan nerast e,kurdî bikêrhatî ye û pir nivîskaran pê pir kitêbên hêja afirandine.Ger wî û siyasiyên din jî 2-3 pirtûkên xwe bikurdî nivîsîbûna niha kurdî xurtir bûbû.
Divê ew û hemû girtiyên kurd bên berdan û kurdî bibe zimanê fermî
15Gulan
Ji ber van sedeman ez dijî integrasyonê me:
1- Nav, komara erebî ya sûrî ye, wê bimîne komara erebî ya sûrî.
2- Zimanê fermî yê dewletê tenê erebî ye û wê erebî bimîne.
3- Nav, artêşa erebî ya sûrî ye û piştî tevlêbûnê wê bimîne artêşa erebî ya sûrî.
Kî henekê xwe bi kê dike?
Li Hesekê, li ser qesra dadweriyê, piştî hikumeta Colanî nivîsa kurdî avêt û li şûna wê ya erebî û ingilîzî danî, ciwanên kurd serî hildan û ew hilweşandin.
Ez çavên we yeko yeko maçî dikim. Destên we sax bin. Zimanê kurdî tune be, em jî tune ne.
Jiyana bi zimanê xelkê, mirin e.