"Jinên kurd çem-bejn in
Jinên kurd kêf-cejn in"
Jinên kurd hêja û delal in.
Rahmî Koç tu û nijadperest û zayendperestên wek te genî û kirêt in.
#RahmîKoçLêborînêBixwaze
Lê ez dibêm ev ne rast e girdo, ev dinya ya jî ev xweza dadeke wê heye, birê min. Na, na, te çewt fam nekir, camêr! Şaş nebe, ez dizanim ez çi dibêjim; dadeke dinya û xwezayê heye lê dada mirovan tune ye.
Dewleta ku xweseriya Rojava qebûl nekir û ew xezeb anî serê wê ma li Bakur ti mafê kurdan qebûl dike? Piştî Rojava çû dewleta tirk girêka xwe paş xist, êdî xema wê ne pêvajo ye, tiştek ji pêvajoyê dernakeve, vala ye. Heyfa Rojava, heyfa Bakur.
Di romanê de ji hevoka pêşî pir hez dikim û divê mirov li ser bixebite!
Yek ji romana kurdî ku pir xweş dest pê dike ev e!
Rênas Jiyan serê xwe gelekî li kurdî xerakiriye!
Wilo dilê mirov lê rehet dike!
@WesanxaneBelki@renasjiyanrenas
Kurdî ne zimanekî bêkêr e,fikra birêz Ocalan nerast e,kurdî bikêrhatî ye û pir nivîskaran pê pir kitêbên hêja afirandine.Ger wî û siyasiyên din jî 2-3 pirtûkên xwe bikurdî nivîsîbûna niha kurdî xurtir bûbû.
Divê ew û hemû girtiyên kurd bên berdan û kurdî bibe zimanê fermî
15Gulan
🎙 CIVAK Û HIQÛQ – WEŞANA TAYBET A 15Ê GULANÊ
Bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Em li ser zimanê Kurdî, têkoşîna ji bo zimanê zikmakî û girîngiya civakî ya ziman bipeyivin.
🎙 Mêvanê me: Nivîskar Rênas Jiyan e.
🎙 Roja Înê saet 3’an li ser Radyoya Vengê.
📻 Werin em li ser Civak û Hiqûqê bicivin.
@renasjiyanrenas@muslum_dalar
Kî sûcdar be divê bê cezakirin, kujer, lawê walî, walî,
wezîrê wê demê, bijîşkê nexweşxanê...
Ê mirovan bikuje û bavêje çeman,
Ê hêsirên dê û bavan bike çem
divê bê ceza nefilite.
#Gulistan#Rojwelat
Kerkûk bajarê kurdan e.
Ji Tehran û Baxdayê jî girîngtir e.
Nayê qebûlkirin têkeve destê xelkê.
Kurdê ku ev xerabî bi kurdan kiriye em wan şermezar dikin.
Yalçın Küçük nivîskariya wî qels bû, mirovekî kirêt bû, xulamekî dewleta kemalîst bû, ti carî xêr û qenciya kurdan nexwest. Kurd divê li rewşenbîrên kurdî guhdarî bikin û qîmet bidin ramanên wan, ne ên serdest û dagirker.
Feodalîte-Qirna Navîn 1000 salî dom kir. Bi kêmanî wê netewe-dewlet jî ewqasî bidome, belkî zêdetir jî. Her diçe neteweperwerî li nav kurdan û li temama cîhanê xurttir dibe, sedema vêya "nefs" û "hiş" e. Hiş û nefs pêş dikevin û ev netewe-dewletê xurttir dike.
Kurdên feylî yên şiî yên welatparêz...
25 hezar însan wek pelên daran ji welatê xwe weşiyan.
Ev tevkujî ye,
Kurdkujî ye,
Biharkujî ye,
Karesateke mezin e...
Di qirna karesatan de qîrînên min qir bûne...
Bi rêzdarî...
4 Avrêl 1980
Ez li celadekî digerim
Belkî ez wî bikujim
Belkî ez xwe pê bidim kuştin
Ez li celadekî digerim...
Bi rêzdarî...
31.03.1947
#QazîMihemed#Mehabad#Rojhilat
Tu mam-hosteyekî hêja bûyî,
Tu xal-hoste, bira-hoste, nivîs-hoste, dil-hosteyekî qenc bûyî...
Di salvegera mirina te de em te bi rêzdarî bi bîr tînin
#Prof.Dr.Kadri Yildirim