XEMGÎN IM!
Xwedê jê razî Osman Osman (Bahlewî) ew û bavê min pismamê hevin, bavê wî û 2 birayên xwe di salên 1920’nde diçine binya xetê (Suriyê) li wir bi cîwar dibin, li zanîgeha qamişlo hiquq xelasdikê dibe parêzer 30 sale kul li swêdê jiyan dikir.
Roja 21. 06 2026 li Swêd çû ber dilovaniya Xwedê, welat parêzek î hêjayî bû,ew şahidê gelek rêxistinên konevaniya neteweya rojavayê kurd bû, wî pir caran xebatên rêxistinên kurdan yên salên 1957 yên rojava ji min re bahs dikir.
Ziman bi xaka xwe ve girêdayi ye xak azad be ziman xwedî berhem û bi rûmet dibe û jiyan hemdem dibe. 15 Gûlanê roja Zimanê dayika kurdî pîrozbe.
BİJÎ ZİMANÊ KURDÎ
ZiMAN:
15 Gûlanê roja Zimanê dayikê pîrozbe
Hebûna ziman ji hev cûdabuna ajal û meriva ye. ziman têgihiştina, ziman hev fahm kirin, hev naskirine. Meriv bi hebûna ziman li ligel hev jiyanê dom dikin. ziman dilê meriva ye, stûna jiyanê ye.
Serokê partiya me birêz @mekardas û şanda pê re. Ji bo pîrozbahiya hilbijartina Desobê serdana Desobê kirin û serokê Desobê birêz @ebedinoglu pîroz kirin.
Serokê partiya me @mekardas ligel şanda xwe îro serdana şaredariya bajarê mezin a Amed’ê kir @diyarbakirbld ji aliyê hevserok @doganhatundbb we pêşwaziyêk germ hate kirin. Rewşa bajêr hat giftûgo kirin û di derbara xebatên şaredariya mezin de agahdarî dan.
Serokê PDKTê daxuyaniyek li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi giştî û êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê bi taybetî belav kir
https://t.co/6niHlWpe4T
Em PDKT her êrîşên li ser xaka kurdistanê û êrîşa mûşekên li ser mala Serokê herema Kurdistanê Berêz @IKRPresident hatin kirin bi tûndî şermezar dikin. Ev êrîş hemû tirsa dewlet bûyîna kurdistanê ku ketiye dilê dagirkeran. Zû yan dereng dê dagirker vê xwewnê bibinin.
Em wî bi dilovaniya xwedê bi bîr tênin û dibêjin: Heta ku hêvî heye, têkoşîn jî heye. Giyanê wî şad be; bîranîna wî qet ji bîr nebê û her dem zindî be.
Serê gele Kurd sax be
01.03.2026
Mehmet Emin Kardaş
Serokê giştî yê
Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya
Bi bîranîna 47. salvegera mele Mustafa Barzani
Em salvegera Xwedê jê razî cenabê Mele Mustafa Barzanî ku 47 sal berê roja 01.03.1979 çûbû ber bi dilovaniya Xwedê. Îro bi bîra xwe tênin. Ew ne tenê serokekî şoreşê bû, ew sembola îrade û hêviyên gelê Kurd bû. Di şertên herî
Gelê xwe re hevpar ma. Bi bîranîna jiyana wî ya sade û hevaltiya wî bi pêşmergeyan re ciyê rûmetê ye. Dilsozî û serokatiya wî di nav dilan de zindî ye. Salvegera wî ne tenê bîranîn e; nûjenkirina peymana me ya tekoşerî ku ber bi azadîyê û ber bi yekîtiyê û rûmetêve biçe ye.
SEROKÊ BIZAVA NETEWA KURD MELE MISTEFA BARZANÎ (BAVÊ NETEWÎ) 14.03.1903 Gundê Barzan-01.03.1979 DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê):
Mele Mistefa BARZANÎ di sala 1946’an de li Mehabadê di damezrandina Komara Kurdistanê de xwedî bandorek mezin û hevalê Qazî Mihemmed bû.