Diyar e, Memê sebra wî lê bar e êdî hew îdare kiriye.
Ez şahidê hevalê xwe yê delal im ku ji bo şerma malê di malê de bimîne çiqas li ber xwe daye. Ez şahid im ku ji bo kesek bi hin rezaletan nehesin çawa tehemul kiriye. Ez şahid im ku çawa keda wî hatiye dizîn, lê ji bo Kurdek aciz nebe çawa ji xwe daye. Ez şahid im ku di dewra qeyûm û barbariyê de çawa şewqeya xwe kişandiye ser bijangan û çûye di karê giran de xebitiye da serî li ber dagirkeran netewîne. Ez şahid im ku çawa bi mehan li ser cilikekî razaye û balîfek xwe tunebûye ku bide navbera pişta xwe û dîwêr.
Memo yek ji wan zarokan e ku Roma reş gund û mal lê xerakiriye, şewitandiye. Li bin konên naylonî yên "karkerên demsalî" mezin bûye, di nav heriya zeviyên serdestan de xwe û neteweya xwe naskiriye. Di 13-14 saliya xwe de helbest şandine "Rewşen"ê, di 17-18 saliya xwe de xema şehîdên me xwariye.
Memê ku bi hevaltî û biratiya wî şanaz im, di dewra xerakirina bajaran de li ber serê Cemîlayê giriyaye, "Li Rûbarê Dêrgulê" bi hestên salên 90î qêriyaye, li pey xewna qulingan di xewa kûr re çûye.
Ez barê Memî zêdetir nekim, lê Mem em in. Em çawa ji ber qîlên gurên har ku hezaran salan cîhanê xerakirine xelas bûne û mane ew jî ji ber dagirkeriya çavsor û jiyana ne-bextewar xelas bûye û maye.
Mem, "Darbesta Wedat Aydin, lê Amedê Amedê, kesk û sor zer pêçane" nekiriye "Sanma ki bizbizeyiz lê Amedê Amedê, olene dek sizleyiz!" Mem, "Li Bota' dîlan e, Egîdan ser hildane" nekiriye "Bu şehre sozumuz var, sahalar rakiplere dar!" Berê serdestan stranên me didizîn, niha golikên qol ketine nav stranan dikin Tirkî û dibin kesên "maqûl" lê Mem Ararat ku "Kurmancê reş" e dibe nîşange?
Nabe ku rantiye keda Memî û hunermendên me bixwin. Ne qanûnên serdestan ên "telîf"ê lê isûla civata me û şoreşgeriyê pîvêr e. Berê karê "sazî"yan ji bo şoreşê bû, lê hin sazî êdî malê şexsan in, şexsan dest danîne ser. Divê ji pişt mertalê qanûnên Tirkan derkevin û mafê hemû hunermendên Kurd radestî wan bikin. Nabe hunermendên Kurd li hemberî desthilatdariya Kurdan "jî" têbikoşin! Nabe ku saziyên "me" yên heyî bi qeydê serdestan bikin.
Memê me yê çargurçik hunera me dibe ser dikên qurre yên cîhanê. Mem navê serkeftina Kurdiya me ye. Hez dikî godarî bike, hez nakî godarî neke. Lê neheqî lê neke, xîreta wî nahêle ku dilê te bişkîne, lê dizanim ku dilê wî wek Kurdistana me fireh û xemgîn e.
Selîm Temo
'Evdilhekîmê Gulistanê, serê pêsekiniyan, "qencê xas", dengbêjê delal, merivê nanda, gula cima'eta Mêrînayê, bavê birayê min ê gewre, şa'irê gewre @selimtemo , kalikê 'ezîzê ber dilê min @cemsivan , bavê me gelekan, îro kiras guhest û ji nava me bar kir.
Oxir be Ebdilhekîmê Gulîstanê. Bavê me yê delal.
Tu wek gulşîranekê jiyayî. Te ne axatî, lê hevaltî kir. Te ji xwe da, lê ji kesî nestend. Te umrê xwe wek qencekî xas bir serî.
Te Kurmanciya gewr xist dilê me. Dengê te yê hezîn li gir û zeviyên me, li hewş û baxçeyên olan da. Êdî ne tenê zaroyên te, stranên te jî sêwî ne.
Bavo lo bavo, xweşmêro, siwarçako, maqulo...
*: Hawariya me li "Mala Taziyeyê ya Vahdettin Terece" ya li Taxa Gultepeya Batmanê ye.
Îrana rûreş û dagirker ku nikare û newêre serê xwe ji qula xwe derxe, şeş pêşmerge şehîd kirine. Nêzîkê 30 pêşmergeyî jî birîndar in. Bila serê malbatan û serê neteweyê sax be. Şifa xêrê dixwazim bo birîndaran.
Kurd êdî derba xwe ji kesî re nahêlin. Em ê bibînin!
Bimre Îran!
#RêberAbdulla
#ZekrîBexşeşî
#ŞehabBexşeşî
#RamînAdil
#KeywanMuzaffer
#PiştîwanMelaMûsa
Silav li civatê,
Heft sal şûn de yanzdeh roj berê dilê min dîsa got, “bes e, hew ji min tê, were em herin.” Min got, “ma dengê bişkivîna kulîlkên Kurdistanê nayê te jî, em ê çawa biçin?”
Ev car giran bû, kûr lê da, sîngê teqand, pê hesand ku mirin heye.
Pêşiyan gotine, “Mirin hespekî spî ye, li ber derê her kesî ye…”
Spasiya kesên qîmet dane dikim. Mala we/wan ava be.
Edetê me ye, mirov di rojên giran de li hev tên. Spasiya kesên li gor edetî tevgeriyan dikim. Yên ku li gor edetî tevnagerin, jixwe, bi qewlê Edûlê, “bêçand û bêpergal” in.
Çend nav ne tê de, ji siyasetmedaran kesê/î li halê min nepirsî. Gava “kumsor”ek, “efendî”yek bi zekemê keve dibe bavo birawoya wan, lê ji bo Kurdeka/ê li ber sekeratan mesajek girdobelek jî belav nakin.
Xaniyê gewre 330 sal berê gotibû: “Namûs e li hakim û ‘emîran” / “Tawan çi ye şa’ir û feqîran” [(Rastkirina rewşa xerab meseleya) namûsê ye ji bo pêşeng û mîran / Ma çi sûcê helbestkar û ronakbîran (=feqîr / miskîn) heye tê de?]. Gotin ser de nayê gotin!
Sê meh berê jî li eynî nexweşxaneyê bûm, -malbat jî di nav de- min nehişt kes pê bihese. Çend nexweşînên din jî derdikevin. Min nedizanî ku bi rastî jî dûrî / xerîbî kûr lê diçe. Heke vegera welêt nebe qismet an “mirina bêwext” wek hespekî spî were ber derî, divê neteweya min a wêrek bizane ku çawa min şermekê nebiriye ber deriyê daybavê xwe, min ti şermê neaniye ber deriyê neteweyê jî.
Qisûr navê min e, lê ji xîretê zêde min dîn û îdeolojî tune.
Ji gellek hevalên xwe zêdetir jiyam -mala min bişewite. Wa meyîtê qemer ê Teymenî hê jî li orta çarşiya Batmana şewitî li erdê ye. Ba li pora Uysalî dide, her diçe zertir dike. Semrayê miriya şevên çiyê bû, di şeveka çiyê de şehîd bû… Ez mabim çi ye, hebim çi ye, nebim çi ye?
Bila serê min bi qurbana şêrên me yên çargurçik bibe. A ji destê min tê xwendin û nivîsîn e. Ez jî deyndarê neteweyê me û “şerê epîstemîk” jî perçeyek ji şerê azadiyê ye.
Hatime wî temenî ku dikarim ��îretan li ciwanan bikim. Delalno, şerê hev nekin. Layîqê şehîdan bin. Ji hev hez bikin. Guh nedin xêrnexwazan. Ne tenê di karesatê de, di serkeftinê de jî yek bin. Zeviya welatê me şewitandine; em divê bawerî, ruh, hezkirin, aqûbet, hevkarî û hêzê lê biçînin da dara me ya jiyanê heşîntir bibe.
Herçî ez im, “nêrgizek l’ bin newalê b el a we l a!..”
Agahdarî – Açıklama – 3
Ji bo dost û hevalan,
Selîm Temo îro ji nexweşxaneyê derxistin. Rewşa wî baş e. Em zaf spasiya xemxurên di rojen me yên teng de em tenê nehiştine dikin û ji bo hemû nexweşên we jî şîfa xêrê dixwazin.
Malbata wî.
Dostlara ve arkadaşlara,
Selim Temo bugün hastaneden taburcu edildi. Durumu iyi. Bu zorlu günlerimizde bizi yalnız bırakmayan sizlere çok teşekkür ediyoruz ve sizin hastalarınıza da hayırlı şifa diliyoruz.
Ailesi.
Selim Temo’ya Nergislerle Uzanan Umut
Barış akademisyenlerinden Selim Temo, geçtiğimiz günlerde geçirdiği kalp krizinin ardından yaşamla yeniden bağ kurdu. Hayati tehlikeyi atlatan Temo’nun tedavisi sürüyor; doktorlar süreci yakından izliyor. Uzun süredir Almanya’da akademik çalışmalarını sürdüren Temo için bu haber, sevenleri açısından derin bir nefes anlamına geliyor.
Bu iyileşme haberine en dokunaklı karşılık ise annesi Behiye Ergül’den geldi. Ergül, oğlunun köyünden topladığı nergis çiçeklerini ellerinde tutarak, “Tez zamanda köyüne gelsin” dileğini paylaştı. O nergisler, yalnızca bir buket değil; bekleyişin, özlemin ve umudun sessiz diliydi. Topraktan kopup oğluna uzanan bu çiçekler, bir annenin duası gibi yola çıktı.
Mezopotamya’da nergis, sadece bir çiçek değil; hafızanın, toprağın ve yaşamın kendisi. Ancak yıllar içinde pamuk ve mısır gibi endüstriyel tarımın yaygınlaşması, beraberinde yoğun zirai ilaç kullanımını getirdi ve bu kadim çiçek birçok yerde yok oldu. Behiye Ergül de videoda bu değişimi anlatıyor: Eskiden tarlalarında kendiliğinden açan nergislerin artık kalmadığını, bugün son nergisleri kendi bahçesinde yaşatmaya çalıştığını söylüyor. Her yıl bu mevsimde onları toplayıp mezarlıklara ekenlerin olduğunu anlatırken, nergis bir kez daha anlam kazanıyor: Gidenlerle kalanlar, geçmişle bugün, acıyla umut arasında kök salan bir hatıra olarak…
Metin Yoksu
26.02.2026
Agahdarî- Açıklama --2
Ji bo dost û hevalan,
Îro sibeh asta duyemîn ya tedawîya Selîm Temo dest pê kir. Piştî danekî baş encam da. Li gorî lêkolîna berfireh wî derbasî serwîsa normal kirine. Ji malbatê û ji hevalan kes li dorê hene. Ber bi dawîya heftê ve serdan mimkun e. Temo spasîya xewmxuran dike û silavan dike.
Malbata wî.
Dostlara ve arkadaşlara,
Selim Temo'nun tedavisinin ikinci aşaması bu sabah başladı. Bir öğün sonra olumlu sonuç verdi. Ayrıntılı kontroller sonucunda normal servise alındı. Aileden ve dostlardan yakınında olanlar mevcuttur. Hafta sonuna doğru ziyaret mümkün olacak. Temo merak edenlere teşekkürlerini ve selamlarını yolladı.
Ailesi
Agahdarî - Açıklama
Ji bo dost û hevalan,
Kekê me Selîm Temo 19ê Sibatê de, saet li dora 6ê sibê qeyrana dil derbas dike. Hevalên wî yên malava Hasan Sağlam û keça wî Berfîn bi seyarê wî radikin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê. Li wir doktor wî hildidin ameliyatê û sê stend lê dixin. Li gor şîroveya pêşî rewş giran dixuye. Niha di bin muşehadeyê de ye û di pey re dê derxin serwîsê.
Niha li ser hişê xwe ye. Ji malbatê û ji hevalan kes hene li dorê û alaqedar dibin. Dibe ku îro destûra dîtinê jî bidin.
Doktorên nexweşxaneyê dibêjin ku pêla giran derbas kiriye û li bendê ne ku roj bi roj baştir bibe. Dibêjin ku mimkun e ku em nexweşî hefteyek deh roj bikin mêvan.
Em wek malbata Selîm Temo spasiya hevalan, dostan û xemxwuran dikin. Silavên wî jî li we hene.
Roja we xweş be.
Değerli dostlar, arkadaşlar,
Abimiz Selim Temo 19 Şubat günü sabah saat 6 civarında kalp krizi geçiriyor. Kıymetli arkadaşları Hasan Sağlam ve kızı Berfîn arabalarıyla onu Leverkusen Klinikum Hastahanesine kaldırıyorlar. Orada doktorlar onu ameliyathaneye alıyorlar ve kalbine üç stent takıyorlar. İlk değerlendirmeye göre durumun ağır olduğu rapor ediliyor. Şu anda müşahede bölümünde ve sonra servise alınabilir.
Şu anda bilinci açıktır. Aileden ve dostlardan ilgilenenler mevcuttur. Bugün ziyaret izni de çıkabilir.
Hastahane doktorları ağır durum atlatıldı diyorlar ve gün gün daha iyi olmasını ümit ediyorlar. Hastayı bir hafta on gün misafir edeceklerini belirtiyorlar.
Selim Temo'nun ailesi olarak arkadaşlara, dostlara, merak edenlere çok teşekkür ediyoruz. Onun da sizlere selamları var.
İyi günler diliyoruz.
Agahdarî - Açıklama
Ji bo dost û hevalan,
Kekê me Selîm Temo 19ê Sibatê de, saet li dora 6ê sibê qeyrana dil derbas dike. Hevalên wî yên malava Hasan Sağlam û keça wî Berfîn bi seyarê wî radikin Nexweşxaneya Leverkusen Klinikumê. Li wir doktor wî hildidin ameliyatê û sê stend lê dixin. Li gor şîroveya pêşî rewş giran dixuye. Niha di bin muşehadeyê de ye û di pey re dê derxin serwîsê.
Niha li ser hişê xwe ye. Ji malbatê û ji hevalan kes hene li dorê û alaqedar dibin. Dibe ku îro destûra dîtinê jî bidin.
Doktorên nexweşxaneyê dibêjin ku pêla giran derbas kiriye û li bendê ne ku roj bi roj baştir bibe. Dibêjin ku mimkun e ku em nexweşî hefteyek deh roj bikin mêvan.
Em wek malbata Selîm Temo spasiya hevalan, dostan û xemxwuran dikin. Silavên wî jî li we hene.
Roja we xweş be.
Değerli dostlar, arkadaşlar,
Abimiz Selim Temo 19 Şubat günü sabah saat 6 civarında kalp krizi geçiriyor. Kıymetli arkadaşları Hasan Sağlam ve kızı Berfîn arabalarıyla onu Leverkusen Klinikum Hastahanesine kaldırıyorlar. Orada doktorlar onu ameliyathaneye alıyorlar ve kalbine üç stent takıyorlar. İlk değerlendirmeye göre durumun ağır olduğu rapor ediliyor. Şu anda müşahede bölümünde ve sonra servise alınabilir.
Şu anda bilinci açıktır. Aileden ve dostlardan ilgilenenler mevcuttur. Bugün ziyaret izni de çıkabilir.
Hastahane doktorları ağır durum atlatıldı diyorlar ve gün gün daha iyi olmasını ümit ediyorlar. Hastayı bir hafta on gün misafir edeceklerini belirtiyorlar.
Selim Temo'nun ailesi olarak arkadaşlara, dostlara, merak edenlere çok teşekkür ediyoruz. Onun da sizlere selamları var.
İyi günler diliyoruz.