فجأة تحول إقليم كردست��ن الى مصدر التهريب والميليشيات والفوضى والسرقات والنهب بحسب بعض المدونين والاعلاميين والناشطين!
حملة غريبة وممهنجة لشيطنة اقليم كردستان، والهدف التغطية على مسرحية جرف الصخر، وتعليق كل الازمات والمشاكل على شماعة الاقليم!
تابعوا من يشارك في هذه الحملة، وسترون كيف ان الفاسدين يحاولون التغطية على فسادهم بإثارة هذه القضايا .
Min bi xwe qet goman nebû ku tê endamên hevbendiyê li dadgeha dagirkeran dew û doza Kurdistanê bi serberzî biparêz in.
Serê me bi we bilind e.
Hûn bi xêr hatin 💜🌿
Ez ji berdana siyasetmedarên me gelek kêfxweş bûm.
Lîstikên vê dewletê qet naqedin. Em vê yekê gelek baş dizanin; bi ezmûnên salan em wê baş nas dikin. Siyasetmedarên me yên HEVBENDÎ jî vê yekê baş dizanin. Ji ber vê yekê, divê em van bûyeran tenê wekî binçavkirin û paşê berdanekê nebînin. Divê em ji niha û pê ve, li hem welatê xwe û hem jî li dîasporayê, li hember zextên nû, destwerdanên siyasî û entrîkên ku dikarin derkevin holê amade bin.
Amadebûn tê wê wateyê ku em têkoşîna demokratîk û aştiyane hîn xurtir rêxistin bikin, piştgirî û hevkariyê mezin bikin, hemû mafên neteweya xwe bi dest bixin û bi biryardarî biparêzin.
Dibe ku ramanên me cuda bin; divê jî cuda bin. Lê bidestxistin û parastina ziman, çand û mafên neteweyî yên gelê me berpirsiyariya me ya hevpar e.
Pêdiviya me bi azadiyê heye, wekî pêdiviya me bi hewaya paqij û avê heye.
Bijî azadiya Kurdistanê!
Hemû endamên Hevbendiyê hatin berdan.
Fuad Onen: Ev welat bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan e. Ev millet dê serweriya xwe ya siyasî bi destxe. Serweriya sîyasî Kurdistaneke serbixwe ye.
Vîdeo: Kurdistan Tv/Diyarbekir
ALİ KUT
HEVBENDÎ
Berpirsiyariya Neteweyî
HEVBENDÎ tenê mijara wan rêxistin û kesayetiyên ku tevlî vê înîsiyatîfê bûne nîne. Ev mijareke ku tevahiya gelê Kurd eleqedar dike. Dema kesayetî û rêxistinên siyasî yên Kurd hewl didin ji bo Kurdistanê, miletê wê û mafê wê yê xwebirêvebirinê platformeke neteweyî ya hevpar ava bikin, ev mijar mijara her Kurdî ye; bêyî ku girêdayîbûna wî/wê ya partî, baweriya siyasî an jî cihê jiyana wan çi be.
Berî zêdetirî sed salan, kesayetî û rewşenbîrên Kurd bi rêxistinên wekî Kürdistan Teali Cemiyeti rêxistineke siyasî ya neteweyî ava kirin. Gelek ji wan kesayetan hatin girtin, darvekirin an jî ji jiyana siyasî hatin dûrxistin. Dîroka Komara Tirkiyê bi înkarkirina hebûna neteweyî ya Kurd û astengkirina rêxistinên wan ên siyasî yên serbixwe re dagirtî ye.
Piştî sedsalekê, em careke din dibînin ku dema Kurd dixwazin li dora armanceke siyasî ya neteweyî ya hevpar xwe bi rêxistin bikin, dewleta Tirkiyê çawa bersivê dide. Di heman demê de dewlet behsa demokratîzekirinê, aşitiyê û girîngiya devjêberdana şîdetê û hilbijartina rêbazên siyasî û demokratîk dike. Lê gelo ev gotin çiqas dikarin pêbawer bin, dema ku rêxistina siyasî ya aştiyane ya Kurd bi girtin û zextên dewletê re rû bi rû dimîne?
Demokrasî nikare wateya wê ev be ku Kurd tenê li gor şertên ku dewletê destnîşan kiriye, mafê tevlîbûna siyasî hebe. Demokrasî divê mafê miletê Kurd jî misoger bike ku armancên xwe yên neteweyî diyar bike, xwe rêxistin bike û li ser paşeroj û statûya siyasî ya Kurdistanê biaxive.
Ji ber vê yekê, HEVBENDÎ divê wekî mijareke neteweyî bê parastin. Ji bo ku mirov mafê wê yê hebûn û xebata siyasî biparêze, ne hewce ye ku endamê wê be, hemû helwestên siyasî yên wê qebûl bike an jî bi hemû nêrînên partiyên tevlî wê re li hev bike. Bes têgihiştina vê yekê têr e ku êrîşkirina li ser rêxistineke neteweyî ya aştiyane, di heman demê de êrîşkirin li ser derfet û hêza siyasî ya hevpar a miletê Kurd e.
Miletê Kurd gelek caran bihayê giran daye ji ber perçebûn û nebûna sazî û dezgehên neteweyî yên hevpar. Heke her hewldana yekîtiyê, dema rastî zext û zilmê tê, bê tenê hiştin, em ê çawa karibin wê kapasîteya siyasî ya ku ji bo paşeroja me ya neteweyî pêwîst e, ava bikin?
HEVBENDÎ ne tenê ya wan e ku ew ava kirine. Parastina mafê rêxistina neteweyî ya Kurd, berpirsiyariyeke hevpar e.
Em kurd hemû divê li HEVBENDÎ xwedî derkevin û piştgirîyê bidinê!
Jin wekî keda wan tenê navê wan di bin hevokan de xûya dikin... Zarokên wan bê dayîkên xwe histûxwar in! Her du kedkarên me Sevgî Çelîk û Rojbîn Bûkûn bi tenê ninin digel hemû girtîyan divê demildest bên berdan!
#Hevbendî
موقف رئيس الوزراء مسرور بارزاني @masrourbarzani واضح: مؤسسات كوردستان فوق المصالح الحزبية، وإرادة الناخبين يجب أن تُحترم
المشكلة ليست في تفعيل البرلمان، بل في رفضهم أي مسار ديمقراطي لا يخضع لشروطهم.