Piştî salên dûrûdirêj ên karkirina min a di nav deqan de, di dawiyê de berhema min a yekem a helbestan bi navê «Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor» wekî rengvedana ezmûna hebûn û xerîbiyê, êş û ramanên di nav modernîteya rûkeşparêz de, li ber destên we ye. Ev berhevoka helbestan encama ezmûneke 13 salan a bi peyv, raman û rêzikan re ye. Hewldaneke ciddî ye ji bo xêzkirina nexşeya êşên mirovên hevçerx di navbera cografyayeke barkirî û bajarên xerîbiyê yên sar de.
Wekî soranîaxêvekî ku bi kurmancî helbest nivîsandine, ji bo min ezmûneke nû ye ku jiyana xwe tevlî wê fezayê bikim ku wekî hechecikekî birîndar li esmanê Amed, Mêrdîn û Cizîrê digere.
Karkirina min di vê berhemê de li ser bingeha hilweşandina formên asayî yên helbestê û derbaskirina wan formên teqlîdî ye ku salên dirêj in qada me ya wêjeyê dagir kirine. Ew formên ku di çarçoveyeke diyarkirî de asê mane û nikarin ji derveyî raboriya xwe, zimanekî nû yê fikirî biafirînin.
Wekî ku Theodor Adorno dibêje: "Divê wêje bibe neynikek ji bo nîşandana şikestinên mirov, ne ji bo veşartina wan."
Nivîsandin li cem min şikandina hestiyên hevokan e, hûrkirina parsûyên deqan e; divê peyv êşê bîne, ne ku êşkuj be. Armanca vê ezmûnê, tazîkirin û birîndarkirina peyvê ye ji rûkeşparêziyê, vegerandina raman û felsefeyê ye bo nav cîhana peyvan, da ku xwendevan li şûna kêfxweşiyeke demkî, bi pirsên kûr ên mirovî li hemberî rawestgehên jiyanê rû bi rû bimînin.
Helbestên di vê pirtûkê de îfadeya kêliyên mijdar ên navbera man û nemanê ne, qada rûbirûbûna mirov bi "xwe" re nîşan didin; dixwazin bibin hawara wan rêwiyên şikestî yên ku di korîdorên xerîbiyê de li pey wateyekê digerin, da ku cîhanê bi wî rengî bibînin ku fikir cihê hestê bigire.
Belavbûna vê pirtûkê destpêka diyalogeke nû ye bi wan dengên hundirîn re ku gelek caran di qerebalixiya jiyanê de bêdeng dibin; ew dengên ku di navbera hebûn û pûçiyê de, di navbera xwîn û kenê de, tenê wê êşê nas dikin ku pê re rû bi rû ne.
Nirxandina li ser pirtûkê ji xwendevanan re dihêlim da ku tiştê dibînin ezmûn bikin û biryarê li ser bidin.
Spas ji bo weşanxaneya DOZê, pêşgotina Dr. Rêbwar Sîweylî û edîtoriya Ehmed Berojî.

DOZ li Hewlêrê ye!
Meha pêşiya me DOZ beşdarî Yekemîn Pêşangeyî Kitêbî Kurdî li Hewlêra paytext dibe.
Em ê bi hemû berhemên xwe yên heyî li wir bin.
Nivîskarên me dê pirtûkên xwe îmze bikin û em ê gotûbêjek jî organîze bikin.
Zor spas Fexriyaya hêja.
Bi rastî, tiştê ku me herî zêde bi hev ve girê dide zimanê me ye. Min ev demeke dirêj e biryar daye ku êdî bi tirkî nenivîsim, siyasetê mala me xira kir! Ji niha pê ve, çi nivîs, çi helbest û çi werger bin, ez ê hemû xebatên xwe bi kurdî bidomînim. Dîsa spas ji bo peyvên te yên hêja û ku te wextê xwe da xwendina helbestên min.
Herçiqas dikim nakim sebra min li xwendina helbestê nayê jî, min helbestên Dilovan xwendin lê wek hedê xwe nabînim ku li ser çawaniya wan tiştekî bibêjim.
Ji bo min, ev helbestên ji soranîaxêvekî û bi kurmanciyeke zelal, wê xeyala me temsîl dike, ku em giş bikaribin qet+++
Ez niha pirtûka @_DilovanAli dixwînim. Hemû wate û ristên helbestê fêm dikim. Harmoniyek xurt di helbestê de heye. Ji bo ez fêmdikim gelo ez sûcdar im. Ev pirs bi salan e di serê min de heye. Kesên ku serê kaniya helbestê girtine bi xwe ava helbesta Xanî û Cegerxwîn şolî dikin.
Çend heb ne yîtê de, hema bêjin min hemû pirtûkên helbestvanên kurd xwedine. Ev gotina min ji bo helbestvanên Bakur e. Di nav de gelekê wan wek şaîrê mezinê serdama niha têne nasîn....hêmaya helbestên wan tenê di serê wan deye. Peyvên bê eleqe di ristekê de cîh digirin.
Niha ez pitûka helbest a Dilovan Ali dixwînim.
Piştî qediya ez ê ji bo @diyarname1 çend gitinsn li ser vê pirtûkê binivisînim.
@dozyayinlari@bayrambozyel