Hin tişt hene ku hûn nikarin ji kesî re rave bikin.
Hûn tenê wan bêdeng dixwînin û wan di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin.
Ji bo min, ev deng tiştekî wisa ye🥀
Ehmedê Xanî dibêje:
Ger dê hebûya me padîşahek, Layik bidîya Xudê kulahek
Ta’yîn bibuya ji bo wî textek, Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil dibuya ji bo wî tacek, Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir lime yetîman, Tînane derê ji dest le’îman
Xalıb nedibû li ser me ev Rûm, Nedbûne xerabeyê di deste bûm
****
Ez mam di hikmeta Xwedê da, Kurmanc di dewleta dine da
Aya bi çî wechî mane mehrûm, Bilcumle ji bo çî bûne mehkûm
****
Ger dê hebuya me îttîfaqek, Vêkra bikira me inqîyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî, Hemuyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, Tehsil dikir me ilm û hikmet
****