“Ji Dergûşa Çandê”
Ji Raya Giştî re
Di destpêkê de em dixwazin silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe yê bi rûmet, dostên xwe yên hunermend û hevrêyên xwe yên dilsoz bikin. Li ser hinek nîqaşên ku di van rojên dawîn de ji aliyê Mem Ararat û Şêxo Fîlîk ve bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de hatine destpêkirin û tê de behsa saziya me jî tê kirin, me pêdivî pê dît ku em daxuyaniyeke kurt di çarçoveya prensîbên xwe de bidin. Beriya ku em dest bi parvekirina hinek agahiyan bikin, bi hestên taybet ên ku em ji ber nêzbûna 30 saliya xwe dibin dijîn, em ji dil û can malavahiya tevahiya kesên ku di pêkhatina vê arşîvê de ked dane, dikin.
Ji dema ku me di sala 1997’an de dest bi xebatên xwe yên çêkeriyê kiriye vir ve, me bi xwebexşî, dilsozî û xebata hevalên xwe yên kedkar a di demên dijwar de û bi berhemên hevrêyên xwe yên hunermend ên wêrek, xebatên xwe ava kir. Heta ku ev xwebexşî û dilsozî bidome, em ê her û her he bin. Ji roja pêşîn ve, polîtîkaya me ya çêkeriyê û hilberînê di çarçoveya berjewendiyên aborî yan jî çanda populer de nebûye; me hilberîneke alternatîf a ku xwe ji rehên xwe xwedî dike ji xwe re kiriye navend. Herî zêde jî ji ber van sedeman em dixwazin bibêjin ku; saziya me, heta îro jî, helwesteke ku keda tu hunermendekî/ê ku bi wan re xebitiye bênirx bike, îtîbara wî/ê ya takekesî ji xwe re bike armanc an jî hilberîna wî/ê ya hunerî biçûk bixîne, nîşan nedaye. Her wekî ku em nîqaşên li ser bingeha îthaman rast nabînin; em di wê baweriyê de ne ku dezenformasyona ku hatiye çêkirin ji bo diyalogeke berhemdar zemînekê naafirîne. Ya girîng ew e ku tevahiya hilberînên hunerî, têkiliyên kedê, xebatên çapemenî û weşangeriyê û meseleyên mafan di çarçoveyeke rast de werin nirxandin.
Der barê mijara navborî de jî saziya me beriya niha gelek caran hewl daye ku zemîneke hevdîtinê biafirîne. Hatiye gotin ku mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin. Ligel vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de, hatiye gotin ku saziya me hêvî û daxwazên muxatabên xwe li ber çavan negirtine. Ev daxuyanîyên tpn dayîn ne rast in. Ji destpêkê ve em vê yekê dibêjin û diparêzin; divê em bi dilmayînên takekesî û bi şîroveyên li ser medyaya dîjîtal tevnegerin; bi berpirsiyariyên dualî tevbigerin.
Di daxuyaniyên ku hatine dayîn de, diyar e ku mafên fonograman bêyî ku tu rêgez û çarçove li ber çavan bên girtin, tên xwestin. Lê ev maf bi tenê bi daxuyaniyên takekesî na, di heman demê de divê di çarçoveya zagon û prosedurên heyî de bên nirxandin. Hebûna mafekî, çarçoveya wî mafî û dewra wî bi daxuyaniyên yekalî diyar nabin; bi belgeyên şênber û li ser zemîneke gotûbêjê tên diyarkirin. Tiştê ku balê dikişîne ev e: Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêkê bangê li raya giştî dikin, ji aliyê din ve jî bêyî ku tu muzakereyekê bikin an jî doza lihevkirinê bikin, bê şert û merc doza dewrê dikin. Em dibînin ku di navbera van her du seknan de nakokî hene. Ligel ku em ne alîgirên înkarkirina mafan û berheman in, em bendewariya ji saziya me ya yekalî ya ku bêyî tu şert û mercan dewr bê kirin jî maqûl nabînin.
15ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî û salvegera weşandina kovara Hawarê pîroz be! Bi minasebeta 15ê Gulanê, em ê 16ê gulanê li Parka Yogûrtçûyê ya li Kadikoyê bi Komeleya Lêkolînên Kurdî , Egîdê Cimo-Ma û Ekîn Kulturê şahiyekê li dar bixin. Em we hemûyan vedixwînin şahiya xwe.
Jin bi reng, bi deng û bi hestên xwe cihanê xweşik dike.
Di her wêneyê de, di her stranê de, di her helbestê de
dilê jinekê heye ku azadî, hêvî û jiyan diafirîne.
Em hunera jinan, hêza wan û dengê wan pîroz dikin û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re 8ê Adarê pêşwazî dikin.
MA SEBA ZIWANÊ XO YÊ DAYÎKE RAYÎR ŞONÊ!
Bêrê ma roja 22ê sibate saet 12.00î de peykerê Bogayê yê Kadikoyî ver kom bibê; pîya seba ziwanê xo yê dayîke rayîr şêrê waştişanê xo bîyarê ziwanî.
EM JI BO ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ DIMEŞİN!
Werin em roja 22yê sibatê saet 12.00an li ber peykerê Bogayê ya li Kadikoyê kom bibin, bi hev re ji bo zimanê xwe yê dayikê bimeşin û daxwazên xwe bînin ziman.
EM JI BO ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ DIMEŞİN!
Werin em roja 22yê sibatê saet 12.00an li ber peykerê Bogayê ya li Kadikoyê kom bibin, bi hev re ji bo zimanê xwe yê dayikê bimeşin û daxwazên xwe bînin ziman.