Ax Kurdistan, ax neman
Me ji bo te feda kir dîn û îman
Barê te tim li ser van milan
Tu xemgîn nebe can bi qurban
Ax Kurdistan, ax neman
Dayîk çemên te dagirtin bi hêstiran
Dijmin dagir kir deşt û çîya û zozan
Em ê ti car kêm nekin hêvî û berxwedan
Ax Kurdistan, ax neman..
~Beg
YABO..
Min çi qasî bêrîya vî navî kirîye yabo.
Te kes ji min re nehişt ku ez bibêjim yabo.
Hema bila tu hebûna û min heta sibê gazî te kiribûna yabo.
Ez qet ne baş im, tu çawa yî yabo. Yabo qurbano.
Yabo tu ne tî û birçî yî yabo.
Yabo tu têr ranezayî yabo, rabe yabo bes e yabo..
Ez te pîroz dikim! Biryara herî baş te da.
Heger te vî tiştî nekiribûna, min ti carî nikaribû bikira. Û ji ber vê yekê jî, min ê heta dawîya emrê xwe, di nav tirs û acizîyê de jîyana bi rezîlî bidomanda.
Mala te NE AVA. Te gelek tişt şanî min da;
Êdî ti carî rû nadim bêexlaqan..!
@ixbaran_3595822 Yaw bes e ji derdê te lo.
Ew şanoger e, şanoya xwe dike
Tu sîyasetmedar î, sîyaseta xwe bike
Qet nebe ew tim bi zimanê dayîkê dike lê tu?
Mirov di 25 salîya xwe de dimire
Di 75 salîya xwe de jî tê veşartin
-Tarkovskî
Çi gotinek balkêş, ne wilo ?
Niha hin kes vê gotinê beredayî dibînin
Hin kes vê gotinê fêm dikin
Hin kes jî vê gotinê dijîn
..