Ji dil pîrozbahiyê li endam, desteya rahêner û piştevanên Amedsporê ji bo serkeftina wan a ji bo Lîga Super a Tirkiyeyê dikim.
Gihiştina Lîga Super a Tirkiyeyê hewl û keda we ya çend salan e ku ji bo me hemûyan bûye cihê dilxweşiyê.
Dubare we pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Em ji dil hemû lîstikvan, xebatkar û hezkirîyên @amedskofficial pîroz dikin ku bi ser ketin û gihîştin Lîga Superê.
Serkeftina we dilê hemû Kurdan geş kir.
Malî ava, her serkeftî bin..
Bi germî û ji dil @amedskofficial pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket. Ev serketin her wiha li hemû piştevan û alîgirên Amedsporê pîroz be. Em bi vê serketina Amedsporê pir şa bûn, hêvîdar in ku ewê hertim bi ser keve û nûnertiya herî baş ya Amedê bike.
Her bijîn, her hebin.