"Pênc deqe piştî ku tu ji dayik dibî, navê te, dînê te, neteweya te û mezheba te ji bo te tên bijartin û tu jiyana xwe ya mayî ji bo parastina tiştên ku te bi xwe ne bijartine diborînî"
Arthur Schopenhauer
Tirkan em neşikandin, lê kurdan em şikandin! Ger rojekê tarix van rojan binivîse, divê bi tîpên mezin, weha bête nivisîn; kurmê darê ji darê ye, kurd kew e, neyarê qewmê xwe ye...
"Bîra Qederê, Mehmed Uzun"
Dinya, tev de beriya zayîna min jî hebûn wê piştî mirin a min jî hebin. Ne hatin û çûyîna min ne jî ya te tu tiştî naguherîne. Piştî me jî wê ev asîman, ev roj, ev derya û pêlên wê hebin. Ba, wê dîsa bixwaze çiya û deştan, rojê dîsa hewayê, erdê û avê germ bike..!
"Tariderya"
Ez dizanim û hîs dikim ku mirina min ne dûr e. Kî ê laşê min hilîne û heta goristanê bi min re were? Kî ê ji bo min têkeve şînê? Û dibe ku mirina min ê li quncikekî xerîbiyê û di nava merivên biyanî de bibe. Xwedêyo, çi jiyaneke xemgîn e ev.
"Merivên Reben, Fyodor Dostoyevskî"
Trajediya neteweyekî ew e ku şervanên wî neteweyî bi xwîna xwe bi wêrekiya xwe gelek destkeftin bidest dixin lê ji aliyê sîyasedmedarên wan ve ev hemû destkeftin li ser maseyên dijminan tên winda kirin. Bedela şaşiya wan xwîna mirovên bê sunc, windakirina xakê û koçeke bêdawî ye.
Ez bi rastî dixwazim xwe radestî dinyayê bikim, xwe radestî rê û çeman bikim, xwe radestî nediyarî û çarenûsekê bikim ku leqayî têm.
"Qesra Balindeyên Xemgîn, Bextiyar Elî"