xemên min ne çîrokek e ku ez bibêjim û bi dawî bibe, ne jî xew e ku razêm û ji bîr bikim. Ew êşek e ku di dilê min de dijî, bêdengiya min dibêje û şevên min dirêj dike. Hin xem hene ku nayên gotin, tenê mirov bi wan re dijî… 💔🌙
Tu li wir î?
Ez çawa te nas bikim,
dema ku çavên min nikarin te bibînin?
Tu ji min dûr î…
Û demê şopên lingên te winda kirine.
Her ku li pey te digerim,
dîsa tu dûr î…
pir dûr î.
Belkî dengê min bigihîje te,
ger ku çavên min nikarin te bibînin،
dilê min hîn jî te dibîne…
Keçên Kurd bi govend û stranên xwe dibêjin:
Kurdistan tenê navê welatekî nîne,
Kurdistan nasname, evîn û hêviya me ye.
Bijî Kurdistan!
Bijî gelê Kurd! ☀️❤️