Roşanê Zonê Kurdî hemî şarê ma yê ke Kurdkî qisey kenê, nusenê û qeyd kenê, pîroz bo.
Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê me pîroz be! Zimanê me rûmeta me ye!
Jenosîda Dêrsimê ya 4ê Gulana 1937ê ne tenê rojekî di dîrokê de mayî ye. Dewleta tirk îro ev komkujî biriye her derê Kurdistanê û jibo berdewamiya wê bi hemû hêza xwe dixwaze Gelê Kurd bê statû bihêle. Em tica jibîr nakin! Rehma Xudê liser qurbaniyan be.
#Dersim#DersimSoykırımı
Em wek hemû destkeftinên Gelê Kurd, serkeftina tîma Amedsporê jî bi dilgermî pîroz dikin û dixwazin ev pêşketin bibe wesîleya geşkirina hestên Netewî û rûhê Kurdî. Herweha, jibo pêkanîna vê şahiya ku miletê me yê fedakar zû de li bendê bû, em sipasiya lîstikvanên xwe dikin.
Gelê Kurd bi rêncberî, kedkarî û wefadariya xwe navdar e. Herweha di dîroka xwe de tica mafê keda xwe jî ne wergirtiye. Bi hêviya guhertina vê pergala zordestiyê, 1'ê Gulanê li kedkarên cîhanê û Kurdistanê pîroz be!
#1Gulan
Va Berbanga Melekê Tawisî dîsa bi xêr û bereketa xwe hat!
Em bi şahî û dilgermî Çarşema Serê Nîsanê li Gelê xwe yê Êzidî û hemû Kurdan pîroz dikin.
Ev cejn û sersala qedîmî bila bibe wesîleya azadî û serweriya tevayê gelê me.
Em kombûna Platforma Netewî ya Kurdî bi dilxweşî pêşwazî dikin û xebatkarên vê keda pîroz silav dikin. Hêvî ewe ku him ev platform rola xwe ya dîrokî baş bilîze, him jî hemû sazîyên Kurdî vê platformê wek destkeftinekî demokrasiya navxweyî hembêz bikin. Li gelê me Pîroz be.
Avaker û Serokê Komara Kurdistana Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed, 79 sal berê (di 31'ê Adara 1947'an de) ji aliyê dewleta dagirkera Îranê ve hat îdam kirin.
Îro em carek din Wî û hevalên Wî bibîrtînin û şopa wan a pîroz, ji dil û can dipejirînin.
Ruhî pakî Şehîd şad be!