“jîyan xweş e berxika min
navê mirinê çiqas sar
emrê min xewneke şevê
ez kal im tu stu xwar
ez ne dîn im, ne dîn im
ez ne dîn im, ne dîn im
evîneke veşartî
di dil de digerînim”
Yadê, dikim taştiyekê ji delalî malê re çêkim, wez dikim berxê berderiyê kozê,
yek salî, dolê wî beranî, jê re serî jêkim,
di sinîka zîv û zêr de, bi birinca Qerejdaxê, rûnê heft hîzan û kûzan jê re lêkim, lo weylo...
bêhna min pir teng e, qet tiştek kêfa min nîne cîh, her tişt li ber çavên min reş bûye, ez ji xwe aciz im. ya Rebbî ne xeletî be, ev ne îsyan e. tenê hinek aciz bûme, hewqas. temam?