ew bazên van çiyane
ew zinarên van çiyane
ew Şervan û gerîlane
li zap, avaşîn û Metîna li dijmin dane
Ji derba Gerila
Zar Zara dagirker ü leşkerane
Mihemed Seydî
Ev Gerila ne
Ew zinarên bilindin ku kurd li paş wan parastî ne
Şere, Şere, ceng û gumgume
ji devê tifinga gerîla req req û xumxume
Baz li Zapê lê didin
Cengên Heftanînê bersiv didin
li Zap, Avaşîn û Metîna ji neyar û dagirkeran zime zime
Qarqara dagirker û leşkerane
Ji tirsa şervanan;
halûkopter bê bask mane
Laş bê serî mane û ziman di qirika Enqerê de lal mane
xumxuma zinar û latên Zagrosane
li paş her zinarekî zinarek heye
Ew law û keçên van çiya ne
şervan û gerîla ne
Sipîndar û Mazî stara wane
li dijmin dikin xewnereşka şevane