Ez ji ezmûnên rabirdûya xwe ya evîndar dizanim
di wan şevreşên çiyayayan de
bênavber kulîlkên bêdengiyê bi serhildêrî dibişkivin
û bi hilma bayê zozanan re
bêhna te ya miskîn di sibehên min de şax vedide…
We ev dîmenê êşê jibîrkir?
Lê em ji bîr nakin.
Li Kurdistanê çend, mela, alim, rewşenbîr û siyasetmedaran bertek nîşanda?
Kî ev zihniyet û hişmendiya hov şermezarkir?
Beriya hûn gazinan ji Êzdiyan bikin, carekê neynikê li bejna xwe bigirin..
Gund, bajar, war, welat û civakek bi tevahî di xew de bû.
Çîrok û serhatiyên tevkujî û fermanan tenê di stranên dengbêjan û lorîkên dayikan de asê mabûn
Jiyan mîna kerkonkekî kizirî bêxwedî bû li qadê…
Bêdengî hebû
tenê mafê bêdengiyê hebû.
Evîn
tew qalê evîne meke
ew jî teyrekî koçberbû li ser sînoran ku dil di têlên rêsayî aliqîbû
Hêviya siberojê bi cil bixwîn re hatibû binaxkirin
Roj li welatê me çiqasî bi tîn û geşbû jî me ji reşayê qîr û qetranê pêve tiştek nedidît
Tirsê konê xwe li şûnwarê wêrekiyê vegirtibû
Warê me lê çawê xwe li jiyanê vekir
li wir xewnên me,
xeyalên me qedexebûn
nav û nasnsmeyên me di buxçikên qedexe de veşartîbûn
heta li ser wê axê bi dengê bilind ken jî qedexebû
çavên çavsoran li ber kenê me ranedibû…
1962-11 ê Gulanê 1992…
Mizgîna leheng,
Mizgîna çeleng
Mizgîna xweş awaz û deng
Mizgîna seranser Kurdistan û ceng
Bi rêzdarî bi bîr tînim.
Ez xwedî siûdbûm ku min jinxaseke wisa dilsoz, welatperwer, têkoşer, hûnermend û şêrejin naskir…
Ew kulîlkên me bi keda xwe,
bi çavdêrî û xwêdana eniya xwe di qelşê keviran de çandin, dakû em rojekê pê serbilind û kêfxweş bibin, dema koka wan erd girt û bişkivîn, ji me re gotin; “Hûn kî ne?”
Lema pêşiyên me gotine:” Berûya ji qalikê xwe dere!”
Himêza dayikan ji pêtiyên êgir germtir, ji tîrêjên rojê bi tîntir e.
Zimanê herî şîrin yê dayikê ye.
Eger axa te ne azad be, miriyên te di tirbê de jî ne azadin.
“Întegrasyona demokratîk” bi hişmendiya demokratîk, bi hizir û ramana azad pêkane.
Lê dinya û alem tev zanin ku ev cewher ne li cem Tirkan, ne li cem Ereban û ne jî li cem Farisan peyda dibe.
Awaze ji kerran re, bedewiya ji koran re bêfêdeye.
Me xewnên xwe li ser kîsê we çandin ji ber hûn qahremanên me bûn divê hûn bi hişnayî bernegirtî neçinin Lê miqatebin serbest berdin, bira bi bejin bibin simbil bidin bi seridin ji bo ku bibin bizir axê avis bikin û xunçeyên mizgîniya jiyaneke nûjen bi xwe re bînin
dîwana pîrê sor
Îsmaîl Ağaç
Bavê sê cangoriyan koça dawî kir.
Wî di oxira azadiyê de sê kurên xwe spartin axê…
Wî ne gotinên mezin gotin, ne jî xwe ji kesî re vegot…
Min yek ji kurên wî, hevalê Hesen baş nas dikir. Hevalê Hesen li Hewlêr ê tevî karwanê cangoriyan bû. Ber
Bira li darê dinyayê mirov ne ser şor be, serbilind û xwedî rûmet be, bira meriv mîna dareke li çolistana bejî bi tena serê xwe be. Tew ne be rojekê rêwiyek wê lê bi qeside li bin siya wê rûnê. Teyrên koçber wê li ser çiqilên wê bêhna xwe vedin…