Me bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxûyaniyê careke din diyar kir ku heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu û nebe zimanê perwerdehiyê,çareserî nabe. Li hemberî pişaftin, tune hesibandin û qedexekirinê em ê her tim bi daxwaza“Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” bixebitin
Kovara Hawarê 15ê Gulana 1932yan de li Şamê dest bi weşanê kir.Celadet Elî Bedirxan tevî rewşenbîr û nivîskaran ji bo pêşxistin,parastin û standarkirina Zimanê Kurdî bi alfabeya Kurdî Kovara Hawarê derxist.Kovar heta 1943yan hat weşandin û bi giştî 57 hejmar derketin #kovarahawar
Di 22yê Nîsanê sala 1898an de li Qahîreyê ji aliyê Mîqdad Mîthat Bedirxan ve yekem rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan dest bi weşanê kir. Bi vê minasebetê ev roj wek ‘Roja Rojnamegeriya Kurdî’ tê pîrozkirin. #rojarojnamegeriyakurdî li hemû kurdan pîroz be ✌️