Rewşenbîrê kurd Apê Musa 32 sal berê ji alîyê JÎTEMê ve hat qetilkirin. Îro jî di salvegera qetilkirina Apê Musa de me kurê wî yê mezin Anter Anter winda kir û sipart axê. Apê Musa û malbata wî di hemû jîyana xwe de xizmeta Kurdî û Kurdayetîyê kirin. Ew apê hemû Kurdan e. Kujerên nav dewletê di salên 90î de yek bi yek rewşenbîr û rojnamegerên Kurd hedef girtin. Em di şexsê Apê Musa de hemû cangorîyan bi bîr tînin.