Îro 13'ê hezîranê ye. Îro sî salên te qedîyan li zindanê û îro tê bihata malê... nehiştin tu werî! Ev neheqî nayê jibîrkirin!
Dilê me, gîyanê me li cem te, li cem têkoşîn, bawerî û vîna te ye...
*Hemed Badîn (M.Bahattin Öncü) şeş meh li sî salan zêde kirin
,
Tu kulilk wek ew roj a berê xwe nedabûn roj ê,
Tu av wek ev roj a nebiriqîbûn,
Tu gîha wek ev roj a şîn nehatibû,
Tu baran wek ev roj a nebarîyabû,
Jibo buharê, jibo havînê, jibo payîz ê jibo zivistanê,
Tu roj xweş nebibû wek îro,
Disa şevbû,
Lê evcar ne wek şevê hercarbû,
Îşev di dîrokêde rojek nu bû,
İşev ji bo roj ê bizota agir bû,
Vê şeva ku xwe bi roj ê girêda,
Roj di dîrokaxwede tu carî bi ev ronkayîya neçibû ava