Pêşbîniya CIAyê: Şerê Kurd di sala 1963an de metirsiya têkçûnê ji bo rejîma Beis
Amadekar: Mihemedsalih Qadirî
Dezgeha Hewalgêriya Navendî (CIA)
Nivîsgeha Nirxandinên Neteweyî
13ê Hezîrana 1963an
Nameyek ji bo Rêveber
Mijar: Hinek ji encamên serhildana şerê Kurd
1. Yekem encama «Nirxandina Neteweyî ya Hewalgêriyê ya Taybet» (SNIE 30-3-63) bi navnîşana «Hinek ji şopên serhildana şerê Kurd» (15ê Gulanê 1963) bi vî awayî bû:
«Eger danûstandineke cidî di navbera kurdên Iraqê û hikûmeta Iraqê de di van nêzîkan de dest pê neke, xuya dike ku şer û pevçûn dê dest pê bike. Digel vê yekê xuya dibe artêşa Iraqê niha li hemberî kurdan, li gorî dema Qasim, ne xwedî şiyaneke ewqas mezin be.
Ev cureyê şer dikare bibe metirsiyeke cidî ji bo rejîma lawaz a Beisiyan.
Sovyetiyan bi eşkereyî piştgiriya xwe ji kurdên Iraqê re ragihandine; dibe ku mebesta wan ew be ku pirsgirêkê germ bikin û bi kêmanî piştgiriya siyasî ya xwe ji bo kurdên serhildayî misoger bikin. Em bawer nakin ku Sovyetî xwe têxin bin barê berpirsyariyeke giran ji bo dabînkirina alîkariya madî bi rêjeyeke mezin, heta ku şoreşeke kurdî li Îranê rû nede û tevahiya nakokiyê veneguhêze ser sînorên Yekîtiya Sovyetê.»
2. Ji wê demê ve ku ew nirxandin temam bûye, hêşta danûstandineke cidî di navbera kurdên Iraqê û hikûmeta Iraqê de dest pê nekirye û şer jî careke din gur bûye. Em vê rewşê pir metirsîdar dibînin. Rejîma Beisê li ser wê yekê bi israr e ku bi hemû amrazan kurdan neçarî xwe radestkirinê bike. Ev rejîm nêzîkî 45 hezar leşker - ku dike nêzîkî du li ser sêyê hêzên çekdar - li bakur bi cih kirine û dixwaze siyaseta «erdê şewitandî» bi kar bîne, bi wê yekê ku li her cihê destê wê bigihêje, zevî û gund û pezê [ Kurd] li nav bibe. Bi wê hêza ku di destê wê de ye, dibe ku artêş di serî de pêşketineke kêm bi dest bixe, lê em bawer dikin ku di piraniya deman de tenê dikarin li ser rêyên sereke bimînin û li hemberî taktîkên "lêde û xwe veşêre" yên kurdan nikarin biser bikevin, ev yek jî dibe sedem ku şer bigihêje xala asêmayinê. Herwiha ew kiryarên ku li dijî niştecihên medenî tên kirin, rik û kîneyeke kûr û domdirêj di navbera kurd û ereban de çêdike.
3. Encama dudê bi vî awayî bû:
«Xuya dike kurdên Iraqê xwe ji her gavekê dûr bigirin ku bibe sedema acizkirina Îranê, bi kêmanî heta wê demê ku li Iraqê bigihêjin armancên xwe, niyeta wan parastina pêwendiyeke dostane ligel Îranê be. Ji aliyek din bi sedema nebûna serkirdeyekî kurd li Îranê ku xwedî pêgeheke cemawerî be, herwisa şiyana leşkerî ya Îranê, dike ku dûr be pirsgirêke cidî li Îranê serî hilde.»
4. Em jî li ser wê baweriyê mane ku şerê Iraqê dê nebe sedema derketina pirsgirêkan li nav kurdên Îranê. Eger pirsgirêkek jî serî hilde, dezgehên leşkerî û ewlekariyê yên Îranê dikarin kontrol bikin. Ew alozîyên dawî yên Tehranê bo navçeyên gundewarî pêş neket û hêza leşkerî li Kurdistanê qet kêm nebûye. Ji bilî wê, xuya dike hikûmet di tepeserkirina ajawên eşîran li parêzgeha Farsê de biserketiye, ev yek jî pêşketineke ku şiyana Şahê Îranê li hemberî kurdan bihêztir dike.
Ji bo Encumena Nirxandinên Neteweyî
Sherman Kent
Serok
Nirxandin:
Cihê balkişandinê ye ku dezgeha hewalgêriya Amerîkayê (CIA) çawa bi hûrbînî tekez dike ku rejîma Beis nikare bi hêsanî kurdan têkbişkêne û her cure têkoşîneke leşkerî ligel wan, dibe sedema lawazbûna zêdetir a pêgeha desthilatê. Ev nirxandin îşaretê bo wê yekê dike ku pirsa kurd di sala 1963an de, ne tenê pirsgirêke navxweyî ya Iraqê bû, belkî metirsiyeke leşkerî û siyasî ya stratejîk bû. Lewma ji nihêrîna siyasî û berjewendiyên bilind ve, welatên navçeyê û zilhêzên cîhanê kî bi çavekî giring û hesibandî pêgeha kurd li Iraq û Îranê li ber çavan girtine.
Bi germî û ji dil @amedskofficial pîroz dikim ku ji bo Lîga Superê bi ser ket. Ev serketin her wiha li hemû piştevan û alîgirên Amedsporê pîroz be. Em bi vê serketina Amedsporê pir şa bûn, hêvîdar in ku ewê hertim bi ser keve û nûnertiya herî baş ya Amedê bike.
Her bijîn, her hebin.
@MemoTanriverdi@OzgurrGundem Werger raste? Kürtler için devlet, özerklik veya demokratik hakların gerekli olmadığını düşünen birinin ulusal kongre çağrısında bulunması pek inandırıcı olmaz. Eğer Kürtler onun argümanında bir ulus olarak bile görülmüyorsa, ulusal kongre talebini hangi temele dayanarak yapıyor?
We value our longstanding good cooperation with the Iraqi Kurdistan Region, I told @IKRPresident in the margins of MSC.
We welcome your efforts on de-escalation in Northeast Syria, dialogue and humanitarian passage.
Kürdistan Bölgesi Başbakanı Mesrur Barzani (@masrourbarzani) Sky News Arapça’ya konuştu:
..:: 1. Kürt milletinin kendi kaderini tayin etme hakkı vardır.
..:: 2. Ben Kürdüm ve Kürtlüğüm ile gurur duyuyorum.
..:: 3. Kürdistan haksız yerde dört parçaya (Türkiye, İran, Irak ve Suriye) bölünmüştür.
VOA Kurdish has resumed broadcasting after the VOA was shut down last year due to an order from the Trump administration.
Congratulations @SirwanKajjo and others
@hdpdemirtas Selocan seni seven ve sana yapılan haksızlıklara karşı çıkan biri olarak söylemek istiyorum : Kürdleri hiç de sevmeeyen Haniyi maniyi fazla pohpohlamadan öldürülmesini kınayabilirdin, ama senin hiç de sevmediğine inandidıgım o kadar sivri köfürlere de hiç de gerek yoktu...
Bir Türk tarihçisi olan Yaşar Gören resmi Kemalist tarihin tümünün “yalan” olduğunu söylüyor! Mustafa Kemal’e dayandırılan Kemalist tarihin uydurma olduğunu anlatıyor.
In 1988 through the „Anfal-Operation" of the Iraqi regime 182000 Kurds were systematically murdered, thousands flights, still thousands in mass graves or missed. This is genocide and must be recognized, so that the died be honored, justice be done to the survivors. #NeverForget
Mehr als 60.000 tausend Menschen haben heute in Köln friedlich #Newroz gefeiert.
Die Feier musste aufgrund des großen Andrangs für zwei Stunden unterbrochen werden um den Druck in der Menge zu nehmen. Von Köln geht ein starkes Signal der Einheit der #Kurden aus.
DEM Parti milletvekillerine siyasi konuşmayı yasak etmek çok iyi olur. Konuşunca işi bozuyorlar. Şırnak milletvekili Newroz Uysal Kürtlerin milli bayramı olan Newroz kutlamasında Kürdistan bayrağı ile harika govend yapıyor!
Sosyolog #İsmailBeşikçi Erbil Forumu'nda konuştu:
🔴4 ülke işbirliği yaparak Kürdistan'ın bölünmesini, parçalanmasını sağladılar
🔴Kürtlere karşı çok ağır bir haksızlık yapılmıştır
🔴Uluslararası toplumun bu haksızlığı gidermesi gerekir
🔴İngiltere ve Fransa'nın bu haksızlığın giderikmesi konusunda önemli bir rolü olmalı
#ErbilForum25