NÊRÎYÊN-MÎR
(Çîroka Efno û Hejale)
Efno û Hejale du nêrîyên mîr Miheme bûn. Mîr gelek hej nêçîra pezkûvîyan dikir. Bi xwe nêçîrvanekî serdeste bû; ji lewra digotinê şêxê nêçîrvanan. Rojekê di nêçîrê de du kehrikên spehî girtin û nîşanî mîr dan. Mîr navê yekî kir Efno û yê ê din Hejale.
Di wê heyamê de tu kes bê izna mîr nikarî bû here nêçîra pezkûvî. Wekê diçûn jî mîr qewîtî li wan dikirin; bizinan mekujin, tenê nêrîyan bikujin, ji Efno û Hejalê pêve. Ew ji bona tov dihiştin. Her du nêrî bîst salan emr kirin û gelek mezin û spehî çêbû bûn.
Rojekê mîrê Amedîyê — li gora gotinekê yê hekarîyan — nêrîyek pezkûvî kuşt. Xelk ji mezinahiya wî man ecêbmayî. Stiruhên wî pîvan bi heft bihustan derketin. Mîr got:
»Ezê van stiruhan ji mîrê Botan re bişînim, ka ên holê di çiyayê Botan de hene.«
Ser vê yekê mîr rabû û stiruh jê re rêkirin.
Mihemed beg jî li wan ecêbmayî ma. Emrî nêçîrvanan kir ko herin nêrîkî welê bikujin ko stiruhên wî jê meztir bin. Nêçîrvan bi çiyê ketin, çend rojan geriyan, nêrîkî welê bi dest ne ket.
Efno û Hejale hebûn.
Ev her du nêrî ber dilê mîr de gelek ezîz bûn; dilê wî gelek bi wan ve bû. Lê ji bona ko ji mîrê Amedîyê fehîtkar nebit, da çavê xwe ko nêrîyên xwe bi destê xwe bikuje.
Bi xulam û nêçîrvanan ve derket nêçîrê, çû raserî Dirba-Şkêr, di Çepera-Stûnê de rûnişt. Xulam û nêçîrvan pez xira kirin, bi ser mîr de anîn.
Hejale li pêşîya pez de dihat. Mîr sê tiving berdanê; her sê derb lêketin, lê nêrî bi xwe ne ket û ji mîr daborî.
Efno li dûvê pez de bû. Mîr bi derbekê Efno cih de êxist. Dilê mîr gelek pê ve ma. Li dora xwe fedkirî, çavê wî bi xulamekî xwe — Hesen — ket, jê re got:
— Hesen, carekê bavêje ser.
Hesen:
Ezê li galîya fekirîm, bi hawar e
Terqên hatî bû, nizanim şeşxane ye,
berwêc an helqedar e
Efno kuştin, Hejale babê gîska
bi sê derba birîndar e
Nêçîrvanan dan pey Hejale jî, çûn pişt çeperê. Fedkirin ew jî wê ketiye. Mîr jî xwe gihande wan. Hesen dîsan avête ser:
Ezê li Çepera-Stûnê fekirîm,
raserî Dirba-Şkêr e
Mihemed beg xwe ji hewalan berda bû,
çendik wek Şeroyê serxansî,
Resûlê Findikî pê re
Serê Hejalê jêkirin,
bi stiruhên wî ve rêkirin
mîrê Amedîyê re
Stiruhên Hejalê pîvan bi neh bihustan derketin. Mîrê Amedîyê li stiruhên ji wan drêjtir geriya, lê ne ketin dest.
Malikên jêrîn jî ji stranên mîr Miheme ne:
Ezê li Mihemed begî fekirîme,
bi vê xemlê, bi vê kokê
Te xelît û sirme ne,
rîşî berdan ser zirhokê
De tu berê şeşxanê ji bizinê biguhêrîne,
vê nêrî wê sekinî li pêş bihokê
Heçî me go, te cewab da
Birê nêrîya xwe ji Kortikên-Qaso berda bî
Pilingê-Zêrîn li xwe bada
Nêçîrvanên me kurî ne bi têzê re,
xwe bi Beleka-Reş nav da
Çavkanî: Herekol Azîzan, “Nêrîyên-Mîr”, Hawar, sal 3, hejmar 25, 19 Tebax 1934, r. 4.
EZ Û DÎLBER
Dîlber tu were carekê ez te bibînim
Ez dil bibirîn im
Ez îro li ser texte suxen pîrê evîn im
Der rûyê zemîn im
Ger ez te dibînim di şevan fikr û xeyal e
Yan xewn e, helal e
Ger laf û guzafan ji xwe carek dirêjinim
Meyxulî û dîn im
Ger pesnê te carek ji nîve ko dibêjim
Ez serxweş û gêj im
Yekta û tenê her li dinê ez te dibînim
Lew xweş dihebînim
Zanim ko di bistanê ciwanî de tu sorgul
Ez bo te me bilbil
Ez hêstir û xwînê ji xwe re pêk dicivînim
Carek direşînim
Der carekê dilgir dimirim ez her roj sed car
Behwer bike ey yar
Pêtek ji evînan te di dil da digerînim
Dil pê dikevinim
Dermanê evîna te çi ye bo me bibêje
Ger dûr û dirêj e
Dermanekî pir qenc e mirin ez dibînim
Ferhadê Şîrîn im
Ristem bî ku gerden bişikî der hen û davê
De can ji xwe bavê
Ez îro di benda te de yek mîrxezîn im
Pir nar û enîn im
Ger carekê angor ji xwe re min tu dibînî
Tenha me vexwinî
Sahî bigirîm ez kul û derdan birevînim
Ez camê vejînim
Sundê dixwim ez li kenîst û bi berê reş
Sed carî bi Laleş
Yek bûse ji rûyê te bidim ser nehilînim
Ta can biderînim
Carek tu bi fermanî bibêje kesera min
Ey lêvşekira min
Ta canê Cegerxwîn ji me re bîne, dişînim
Bes ten dihejînim
— CEGERXWÎN
Hawar, hejmar 25, Tebax 1934, r. 4.
(Hezîran 2024· derdora Ithakayê)
Öncelikle senin sorunun cevabı: Sıfır.
Ama bence tecrübe konusunda haksızlık ediyorsun xalo Tuna 😀
Adamların hakkını yemeyelim; manipülasyonun her türlüsünde ustalar: drama, ajitasyon, ad hominem, somut bir soruyu soyut cevaplarla geçiştirme, bir saat konuşup hiçbir şey söylememe… Bunlar yıllar içinde ustalaştıkları yöntemler.
Üstelik bunlar daha fragman. Filmin tamamına geçersek, henüz saymadığımız daha birçok refleksleriyle de karşılaşırsın.
Alanında uzman istediğin kişiyi getir. Beş dakika sonra kendini bir tartışmada değil, tiyatro sahnesinde bulursun. Çünkü mesele sadece bilgi değil. Kalabalığın dilini konuşmayı, tribünlere oynamayı ve tartışmanın eksenini değiştirmeyi çok iyi biliyorlar. Kürt toplumunun kültürel kodlarını ve duygusal reflekslerini kendi lehlerine kullanma konusunda da ciddi bir tecrübeleri var.
Somut argümanları kalmadığında ise sıra başka kartlara geliyor. Önce, “Baban yaşındayım, yaşıma saygı göster.” O tutmazsa “Bedel ödedik.” O da sonuç vermezse tartışmayı bitiren klasik cümle geliyor: “E gel, sen yap.”
İşin daha da ilginç tarafı şu: Kendi mahallesinde aslan kesilen bu retorik, nedense aynı kültürel kodları paylaşmayan biriyle karşılaşınca eski özgüvenini kaybediyor. Birçoğu adeta yeni bir geometrik şekle dönüşüyor.
Neyse bunu da ateistler değil; Fanoncular açıklasın.
Timothy Snyder’in Tiranlık Üzerine kitabını okuyanların çoğunun aklında ilk kalan bölüm, otorite karşısında insanın ne kadar kolay teslim olabileceğidir.
“Önceden itaat etme.” İlk derslerden biri olduğu için belki de kitabın en çok hatırlanan cümlesidir.
Oysa bence kitabın satır aralarında çok daha önemli fikirler var. Kurumların korunması, mesleki ahlak, araştırmanın önemi ve bireysel sorumluluk… Aslında bunların hepsi aynı noktada birleşiyor: Toplumsal gelişimin ön şartı, bireyin kendisini geliştirmesidir.
İnsanlar büyük değişimleri hep kalabalıklardan bekler. Hatta kolektif aklın tek başına sorunları çözebileceğine inanır. Oysa toplumu oluşturan bireyler belirli bir zihinsel ve ahlaki olgunluğa ulaşmadan gerçek bir kolektif akıl üretmek mümkün değildir.
Bir toplumun geleceğini belirleyen yalnızca bilgi değil, o bilgiyi taşıyan insanların karakteridir. Sağlam karakterler olmadan ne bireysel akıl korunabilir ne de gerçek bir kolektif akıl inşa edilebilir.
En iyi eğitimi verebilirsiniz. Eleştirel düşünmeyi öğretebilir, analitik zekâyı geliştirebilir, hatta sorgulayan bir nesil elde edebilirsiniz. Ama karakter aynı yöntemlerle öğretilemez.
Bir fidan diktiğinizde, zamanı gelince ağaca dönüşeceğini bilirsiniz. Bir makineye gerekli bakımı yaptığınızda ve onu doğru kullandığınızda görevini yerine getireceğinden şüphe etmezsiniz. Ama insan öyle değildir. Çoğu zaman öngörülemezdir. Karakteri sağlam değilse, ona yaptığınız yatırımın kaderini kendi zaafları belirler.
Bir zamanlar büyük nüfus başlı başına bir güç sayılabilirdi. Bugün ise bir toplumun asıl avantajı sayısı değil; karakterli, nitelikli ve sorumluluk sahibi insanlarının oranıdır.
Bu yüzden belki de en doğru başlangıç, dünyayı değiştirmeye çalışmadan önce insanın kendisini yetiştirmesidir.
Bir toplumun geleceğini belirleyen, en çok bilen insanlar değil; doğruyu bedeli ne olursa olsun savunabilecek sağlam bir vertebral kolona sahip insanlardır. Çünkü bilgiyi tehlikeli de değerli de yapan, onu taşıyan karakterdir.
Anyway, okuyunuz tavsiye ederim, yada okumayin, tercih sizin…
MÎR Û KEŞE
Careke Mîrê Cizîrê derketibû gerê. Riya xwe xistibû Tora Hevêrkan. Şevekê di gundekî Felehan de ma. Di vî gundî de dêrek hebû. Mîr çûbû ziyareta dêrê.
Ji keşeyê dêrê re got:
— Ez ê ji te sê pirsan bikim, lê ne niho, piştî sê mehan û ne li hir û Cizîrê, heke te li wan vegerand ez ê te bikim pitrîq û heke te nezanî vegerînî ez ê te ji keşetiyê bêxim û bikim dergevanê dêrê.
Mîr da rê û çû. Keşe kete texmînan. Keşe ro bi ro diçilmisî, ji sibehê heta êvarê riha xwe dikir nav destên xwe û vedikişand. Di dilê xwe de digot: "Xwudê tu ew Xwudêyê min ê çak î, ez jî keşeyê te ê rind im, ev çi bela ye ko te aniye serê min, ez ê çawan li Mîr vegerînim?" Keşe xweyiyê pez û şivan bû. Halê keşe diket ber çavê şivanê wî jî. Careke şivan ji keşe re got:
— Bavo, ev çi halê te ye? Çi dest daye te? Ji sibê heta êvarê difikirî û ber xwe dikevî, ka bêje xulamê xwe belku min tevdîrek jê re dît.
Ji xwe keşe li yekî digeriya ko derdê xwe jê re bêje. Rabû derdê xwe ji şivanê xwe re got, şivan kenî û got:
— Ma ev jî tiştek e? Mîr çi dikare ji me bipirse ko em nikarin lê vegerînin? Qet xem mexwe, min bişîne Cizîrê ez ê bizanim lê vegerînim.
Keşe pê qaîl bû û dilê xwe rahet kir. Sê meh bûn temam keşe şivanê xwe rêkir Cizîrê. Şivan xwe gihand Burca Belek û derket hafa mîr. Mîr bi kêf bû, ji şivan pirsî û got:
— Keşe, ka bêje di behrê de çend dilop av hene?
— Hejmartina dilopên ava behrê gelek hêsanî ye. Tenê divêt tu emir bikî ko devên çeman bigirin.
Mîr kenî û got:
— Xweş cuhab e. Pirsiyariya diduwa, heke ez xwe bifroşim çend zêr dikim?
— Bîst û neh.
— Min ev seh nekir ev çi hejmar e?
— Mîrê min tu zanî ko Îsa Pêxember bi sih zêrî hatibû firotin. Herhal qaîl î ko jê bi zêrekî kêmtir bêî firotin.
Mîr ev jî eciband û jê pirsiyariya paşîn pirs kir:
— Keşeo, ka bêje min niho ez di dilê xwe de çi dibêjim?
— Ez xulam ev ji hemiyan hêsanîtir e. Niho tu dilê xwe de dibêjî ko ez keşe me, ne? Lê ne welê ye, ez şivanê wî me, keşe li gund e...
(*Keşe = Monk; Pitrîq = Patriarch)
— Koçerê Botan. (1932). MÎR Û KEŞE. Hawar, hejmar 9, r. 500-501.
”
I shall die,
My soul will be lost,
My descendence will be lost,
But the house of my father
Will remain
Standing.
”
— Gabriel Aresti, My Father’s House (1963)
”
Pendant que la marée monte
Et que chacun refait ses comptes
J'emmène au creux de mon ombre
Des poussières de toi
Le vent les portera
Tout disparaîtra mais
Le vent nous portera
Des poussières de toi
Des poussières de toi…
”
Qûm, ba û xîçik / Havîn