Dibêjin "Dîroka we tune ye..."
Gelo hûn qet ji zinarên Zagrosê pirsîn? We qet guh da pistepista çemê Firat û Dîcleyê? Ew axa ku bi hezaran salan e bi xwêdana cotkarên Kurd şil bûye, ew kevirên ku bi destên hostayên Kurd hatine neqşandin, îro şahidiya hebûna me dikin.
Dîrok ne tenê di pirtûkên ku bi destên serkeftiyan hatine nivîsandin de ye. Dîrok di nav kilamên dengbêjan de ye; di her "lo lo" û "le lê"yekê de çîroka qewmekî qedîm heye ku serê xwe li ber zilmê neçemandiye. Dîrok di nexşên ser fîstanên dayikên me de ye, di rengê kofiyên wan de ye.
Em ne mîvanên vê dinyayê ne, em xwediyê vê axê ne.
Gava ku şaristanî hîn di derguşê de bû, li Gubeklitepeyê şopa tiliyên bav û kalên me hebû. Gava ku bajar dihatin avakirin, Kurdan li ser rûyê vê axê stranên azadiyê digotin. Meriv çawa dikare bêje "tune ne" ji bo gelekî ku bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi berxwedana xwe sedsalan li ber xwe daye?
Dîroka me dibe ku nehatibe parastin di nav arşîvên zêrîn de, lê di dilê her zarokekî Kurd de veşartî ye. Heya ku çiyayên me hebin, heya ku zimanê me yê şîrin di ser lêvan de be, dîroka me jî dê her zindî be.
"Me ji kîjan kûrahiya tarî derxistin? Em ji kîjan kaniya ronahiyê hatin? Em Kurd in; em doh hebûn, em îro hene û em ê sibê jî bibin bersiva herî mezin ji bo kesên ku hebûna me înkar dikin."
Her bijî @bimusapp ❤️
@mazestkovare@AryanSerhed
Ahmet Sezer, Apo Ahmedê Hesinker, tekoșerê doza kurd û Kurdistanê îro koça dawî kir. Serê malbata wî dost nas û hevalên wî saxbe. Hesinker di rêbaza Mele Mustafa Berzanî de kar û xebatên xwe dikir. Hem di nava KDP hemde di ciwanîya xwede di nava KUKê xizmeta gelê dikir.@Ceng
Ma’z Êst dijital ekibimizin hazırladığı yeni içerik viral oldu.
Bimus Kürtçe için yeniden harekete geçti.
Kadim ve yüce Kürt milletinin desteğiyle, bu dili yaşatmayı bir sorumluluk biliyoruz.
App Store ve Play Store’da yer alan Bimus’u indirerek siz de destek olabilirsiniz.☀️
Bi hêvîya ku ev cejn bibe destpêkek ji bo bextewarî û serketinê ya gelê me yê Kurdistanî, û her weha xwedî bibe xweşî û dilşadî.
Bi dilê girmî em hêvîdar in ku ev cejn û hemû cejnên din jî bi serketin û serfirazî ya gelê Kurd were bijartin û pêkanîn.
Peyama Cejna Qurbanê ya Weqfa Hemêdê Smaîlaxa HSAF
Em, li ser navê Weqfa Hemêdê Smaîlaxa (HSAF), bi hestên azadîxwaz û nîştimanî, Cejna we ji dil û can pîroz dikin.
Bi hêvîya ku Cejna îsal ya Qurbanê bibe wesîleya tenduristî, aştî, azadî û wekheviyê di nav hemû gel û neteweyan
Nûnerên Weqfa Hemîdê Smaîlaxa ku bi xebatên xwe yên çandî û zimanî tê nasîn, di 28ê Mijdarê de serdana Komîsyona me kir. Di hevdîtinê de nûnerên weqfê û endamên komîsyonê hatin ba hev. Her du aliyan behsa ezmûnên her du saziyan ên di warê mafên çandî û zimanî de kirin.
Em qurbaniyên vê karesatê bi rêzdarî bibîrtînin. Divê ev komkujî ji aliyê civaka navneteweyî ve bê nas kirin û pejirandin
"Em Êzidî ne
Ser navê Sultan Êzî ne
Bi ol û erkêd xwe'd razî ne
Cihabê bidene Kurdistanê
Bila qayîm biken îmanê
Şerfedîn Mîr e li dîwanê"
#Şengal
Di kongreya asayî ya 10. a HAK-PARê de birêz Düzgün Kaplan wek serokê partiyê hat hilbijartin.
Em li ser navê Weqfa Hemîdê Smaîlaxa cenabê wî û Hakparê pîroz dikin û di warê parastina ziman û nirxên kurdî de serkeftinê dixwazin.
@HAK_PAR@duzgunkaplan4@smailaxa
G.B DÜZGÜN KAPLAN,
Partimizin 10. Olağan kongresine şeref verdiniz. Hepinizi saygıyla selamlıyorum.
Konuşmama vefat eden Kurucu genel başkanımız Abdulmelik Fırat ve eski Genel başkanımız Fehmi Demir şahsında tüm şehitlerimizi saygıyla, hürmetle, rahmetle anarak başlamak istiyorum
Newroz vejîna neteweyî, berxwedan û yekîtî ye. Gelê kurd ji 2600 salan zêdetir e ku agirê Newrozê ji Kawayê Hesindar wergirtiye û li hember zilm û zordestiyê heta îro geş kiriye. Newroz roja pîroz a vejîna neteweyî, berxwedan û yekîtiya gel kurd e.
Newroz Pîroz be 🌱🌞
Em ên ku jiyana xwe ji dest dane, sersaxîyê ji bo malbatên wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin. Dilê me gel milletê Dihok û zaxo yê ye.
DERBASÎ BE, dubare nebe.
Xwedê saxî û silametiyê bide miletê Dihokê🙏
#Dihok#Kurdistan@smailaxa
Her kes vexwendîye Çîrokên Mêrdînê û Diwana Dengbêjan .
Werin guhên xwe bidin çîrokên xwe.
@ayhanerkmenn@Mizginhsf@Rezan_k_47 @WelatKilinaslan @cenkkilincaslan