Zubeyde Zumrut: Em li benda bangê ne ku yên Ewropayê vegerin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdî ya Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê ji Ajansa Mezopotamyayê re peyivî û diyar kir ku ji bo gava yekem komek ji Ewropayê vegere Tirkiyeyê amadekariyên me hene lê belê ev ne tenê meseleya çûn û mayîna li Tirkiyeyê ye.
Zumrutê diyar kir ku saziyên Kurdan ên Kurdistanî yên li Ewropayê, rêxistinên civaka sivîl û aliyên piştgirên pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk in, piştî banga 27ê Sibatê xebat dane meşandin û anî zimên ku wan di çarçoveya yasayê de ji bo vegerê li Ewropayê civînên gel û hevdîtinên rasterast pêk anîne.
Zubeyde Zumrutê got:
"Ev mijar bi banga Abdullah Ocalan re bûye mijara tevlîbûna pêvajoyê û bihêzkirina wê û ev pêvajo tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne.
Heta ku têkoşîna civaka demokratîk encamê bide û statuya Kurdan, perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafên çandî û mafên din di bin garantiya destûrê de bên parastin, Kurd wê li her cihî têkoşîna xwe bidomînin.
Me ji bo koma yekem hinek amadekariyan gihandiye asteke diyar. Piştî koma yekem jî wê li gorî pêvajoyê amadehiyên nû bên kirin. Ji bo Ewropayê em li benda bangan in.
Navên kesên ku wê vegerin diyar in lê belê ez bawer dikim hîn zû ye ku em van navan bi raya giştî re parve bikin.”
Zubeyde Zumrutê balê kêşa ser pirsgirêkên hiqûqî yên kesên ku wê ji Ewropayê vegerin û got:
“Ceza û dosyeyên hinekan berdewam dikin. Ji ber vê jî pêwîst e ku ji bo vegerê zemînekî hiqûqî hebe. Eger xelk dema vedigere bi rîska ji nû ve darizandinê yan girtinê re rûbirû bimîne, ev tê wê wateyê ku pêvajo li ser zemînekî rast nayê meşandin.
Divê garantiya hiqûqî hebe. Li vir meseleya sereke avakirina zemîna hiqûqî ye. Ger bang bihê kirin, ez ê jî beşdarî pêvajoyê bibim.”
Li Kongoyê frokeya leşkerî ket: 17 kes mirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, frokeyeke leşkerî a cûreya Let L-410 kete xwarê û dûre agir pê ket.
Hate ragihandin ku di encama bûyerê de 17 kesên di frokeyên de can dane.
Rayedarên Kongoyî diyar kirin ku froke, ji bo biçe parêzgeha Kînşasa ya Afganistanê ji bajarê Kîkwîtê rabûye û dema hatiye devera bajarê Kengeyê ketiye xwarê.
Reutersê ragihand ku froke tûşî pirsgirêkeke teknîkî hatiye û dema hewl daye bi asayî li Kengeyê dakeve, berî ku dakeve ketiye xwarê.
Rayedaran dane zanîn ku di barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Termên 153 qurbaniyên Enfalê dihêne Kurdistan
Termên 153 Kurdên ku di dema Enfalê de, ji aliyê rejîma Baasê ve hatibûn qetilkirin, li çolên Semawayê hatibûn dîtin.
Hate ragihandin ku piştî temambûna karûbarên fermî, termen qurbaniyan ku tenê hestî mane wê bi merasîmeke şînê li axê bêne spartin.
Di barê mijarê de Birêvebirê Karûbarê Cangorî û Enfalkiriyan ê Silêmaniyê Edib Letîf ji Rûdawê re ragihand ku term, wê îro bigihîjin Slêmaniyê.
Edîb Letîf da zanîn ku piraniya van qurbaniyên ku ji deverên cuda yên başûrê Kurdistanê ne ji jin û zarokan pêk tên.
Piştî zêdebûna hêrişên Hûsiyan Sererkanên welatên Peymana Mekkeyê li Riyadê civiyan
Sererkanên Tirkiye û Pakistanê, di çarçoveya Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê de li paytexta Erebistana Sihûdî Riyadê, bi Sererkanê Erebistana Sihûdî re civiyan.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Tirkiyeyê, di civînê de li ser nave Tirkiyeyê Sererkan Selçuk Bayraktaroglu, li ser navê Pakistanê Fermandarê Hêzên Parastinê û Fermandarê Hêzên Bejahî Asim Munîr û li ser navê Erebistana Sihûdî Sererkan Feyad bin Hemîd er-Ruweylî beşdar bûn.
Pêkhatina vê civînê ya di demeke ku aloziya di navbera Erebistana Sihûdî û Tevgera Ensarullah (Hûsî) a Yemenê de zêde bûye, balê kêşa.
Weke tê zanîn di demên dawi de, ji aliyekî ve hêzên asîmanî yên Sihûdî, li dijî Hûsiyan hêrişên asîmanî pêk tînin û hember vê yekê Hûsî jî bi dron û mûşekên balîstîkî, li dijî sazgehên neftê û frokexaneyên Sihûdiyê hêrişan pêk tînin.
Piştî van pevçûnan, ji ber aliyên Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê ne, çav li helwesta Tirkiye û Pakistanê zivirîbûn; lewre li gor xalên vê peymanê, ger li dijî her yek ji van 3 welatan hêrişeke çekdarî pêk bihê, ev hêriş wê wek hêrişa li ser her sê welatan bihê dîtin.
Pêşangeha Pirtûkan a Amedê destpê dike
10. Pêşengeha Pirtûkan a Amedê sibê destpê dike.
Pêşangeha ku wê heta 4ê Cotmehê dom bike, bi beşdariya gellek weşanxaneyên Kurdistanî û yên Tirkiyeyê pêk tê.
Di pêşengeha ku bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTO) û TUYAPê, li Navenda Fuar û Kongreyê ya Navnetewî ya Mezopotamyayê tê li darxistin de wê dezgehên ziman û çandê jî cih bigirin.
16. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê destpê kir
16. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê, duh bi naverokeke dewlemendtir destpê kir.
Di Festîvala ku piştgiriya sînemagerên ciwan ên Kurd yên Kurdistan û dîasporayê tê armanckirin de, li gel beşên belgefîlm û fîlmên dirêj, bi mebesta nasandina derhênerên ciwan û xebatên nû jî beşeke pêşbirkê ya kurtefîlman tê pêkanîn.
Di beşa pêşbirkê de ji bilî fîlmên sînemagerên Kurd, wê berhemên derhênerên biyanî yên di barê Kurd û Kurdî de jî bêne nîşandan.
Divê kurtefîlmên ku beşdarî pêşbirkê bibin herî zêde 20 xulek bin û li ser honaneke xeyalî an jî belgefîlm bin.
Fîlmên beşdarî festîvalê bûne divê bi zimanê xwe yê resen û bi jêrnivîsa Îngilîzî hatibin amadekirin.
Di beşa pêşbirkê ya kurtefîlman de wê 3 xelatên wek baştirîn kurtefîlm, duyemîn û sêyemîn baştirîn kurtefîlm bêne dayîn.
Festîvala ku duh li paytexta Almanya Berlînê destpê kir, wê heta 30yê Îlonê dom bike.
Rejima Îranê di 6 mehên dawî de 13 kolberan kuşt
Hêzên rejîmê 5 kolber jî birîndar kirin
Kolber Newsê di barê binpêkirinên mafên mirovî yên hêzên parastina rejîma Îranê de raporta xwe ya 6 mehane ragihand.
Li gorî raportê hêzên rejîma Îranê di 6 mehên dawî de li deverên sînorê rojhelat û başûrê Kurdistanê herî kêm 20 kolber û karkerên sînorî yên Kurd yan kuştine yan birîndar kirine yan jî skence kirine.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku di 18 bûyeran de kolber ji aliyê hêzên rejîmê ve rasterast hatine gulebarankirin û di encamê de 13 kolberan canê xwe ji dest dane, 5 kolber jî birîndar bûne.
Kolber Newsê di heman demê de ragihand ku 2 kolber jî piştî ji aliye hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine girtin, rastî skencê hatine û di barê van kolberan de angaştên destdirêjiya regezî hatine kirin.
Piştî hilweşandina fermî ya QSD di 25ê Tebaxê de, vîdeoyek belav bû ku çekên giran ên pêçandî nîşan dide ku ji herêmên QSD ber bi hikûmeta Sûriyeyê ve tên guhastin. Gelo ev çek rastî çekên stratejîk in? Û gelo QSD tu carî xwedan çekên parastina hewayî yên bi bandor bû? Di vê beşa yekem a Pirsnîşan de, ez - Roj Mûsa - li ser vê pirsê radiwestim: pêvajoya entegrasyona QSD di nav artêşa Sûriyeyê de, rastiya wan bataryayên Osa û SAM-6 ên bêyî radar û odeya kontrolê, hewcedariya Şamê bo çekên giran li dijî destana Îsraîlê, û bandora dronan a li ser şerên îro.
Heke pirs an pêşniyarên we hebin, beşa şîroveyan her tim vekirî ye.
YouTube ZendTV
https://t.co/hgrtbVDYo5
25 ciwanên ji Kobanê ku di çiya de asê mane banga alîkariyê dikin
25 ciwanên Kurd yên ji bajarê Kobanê, li ser sînorê Iraq û Îranê asê mane.
Yek ji ciwanan bi rêya Nûçe TVyê daxwaz dike ku alîkariya wan bihê kirin.
Amedsporê ji niha ve 213,7 milyon lîra (4,5 milyon dolar) qezenc kir
Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF), dabeşkirina dahata weşanê ya sezona 2026-2027 a Super Lîgê aşkere kir.
Federasyonê da zanîn ku kompara weşanê BeIN Sports wê nêzîkî 6,5 milyar lîra (135,5 milyon dolar) dahatê li 18 tîman belav bike.
Li gorî hesaban wê ji % 48ê vê dahatê bi yeksanî li 18 tîman, ji % 46ê wê li gorî serkeftinên wan li tîman û ji % 6ê wê jî li tîmên ku dikevin rêza 6ên pêşek bihê belavkirin.
Her tîmek, ji ber beşdarî li Super Lîgê dike, wê ji dahata ji % 48; 174,5 milyon lîra werbigire û li gorî performansê wê serê her serkeftinê 9,8 milyon lîra û di beraberiyan de jî 4,9 milyon lîra werbigire.
Tîma ku bibe şampiyon jî wê 126 milyon lîra werbigire.
Li gorî van hesaban Amedspor li gel 174,5ê dahata beşdariya Super Lîgê, di 6 hefteyên çûyî de, bi 4 serkeftin, 1 beramberî û 1 têkçûnê, ji niha ve 213,7 milyon lîra dahatê bi dest xistiye.
Mesûd Barzanî ji bo 9. salvegera Referandûma Serxwebûnê peyamek belav kir
Mesûd Barzanî ji bo referandûmê got:
"Dengek e ji bo dîrokê û bîranînek e ji bo nifşan."
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, di 9. salvegera Referandûma Serxwebûnê de peyamek belav kir û got:
“Dengek e ji bo dîrokê û bîranînek e ji bo nifşan. Salvegera serkeftina vîna gel pîroz û payedar be.”
Di 25ê Cotmeha 2017yan de li Herêma Kurdistanê Referandûma Serxwebûnê hatibû kirin û di encama referandûmê de ji %92yê welatiyên Herêma Kurdistanê ji serxwebûnê re gotibû "erê".
Pezeşkiyan: Wê Washington biryara domandin an qedandina şer bide
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, wek çek hebûna ûranyûmê ya Îranê red kir û angaşte ku ûranyûma di dest wan de ye ji bo xizmetên sivîl e.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ku ji bo 81. civîna Civaka Giştî ya Netewên Yekbûyî li New Yorkê bû, ji Fox Newsê re peyivî.
Mesûd Pezeşkiyan destnîşan kir ku ew amadene bi Trump re li hev bikin û got: "Îran naxwaze şer bidomîne, lê belê wê Washington biryara domandin an qedandina şer bide."
Pezeşkiyan angaşte ku ji ber sorkirina Îsraîlê ev şer li ser wan hatiye pestandin û dom kir:
"Em naxwazin şer bidomînin, lê belê wê DYA biryara domandin an qedandina şer bide. Em amadene ku ji bo rawestandina şer bi Serokê DYAyê Donald Trump re li hev bikin. Dema em pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin, divê em serî li hewlên hevkuştinê nedin."
Serokkomarê Îranê,
DEM Partiyê du malbatên xwînneyar li hev hanî
Rêvebiriya DEM Partiyê ya Ruhayê, li navçeya Sirûcê malbata Şahînan a ji hoza Şedadî û malbata Yaşarsoyan a ji hoza Dinayî ku di navbera wan de xwînneyarî hebû, li hev hanî.
Di merasîma li hevhatinê ya ku li gel endamên malbat û hozan, parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Nihat Demîrbîlekli û Ayşe Surucu û bi hezaran xelkê deverê jî beşdar bûn de wek pendên civakî yên herêmê endamên herdu malbatan di bin Qur'anê re derbaz bûn û destan dan hev.
Di 2023yan de di navbera herdu malbatan de ji ber nakokiyeke civaki pevçûnek rû dabû û di encama pevçûnê de kesekî canê xwe ji dest dabû.
Ji Îranê gefa "Eniya Duyemîn": Bab el-Mendeb
Şêwirmendê Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê Serleşker Yehya Rehîm Safewî gefên tund li DYA û Îsraîlê xwar.
Safewî got: "Ger Amerîkî û Siyonîst careke din hêrişî me bikin, wê şer berfireh bibe. Ger hêrişeke din pêk bihê, wê li Deryaya Sor û Bab el-Mendebê eniyeke nû li ber çavên wan vebe."
Yehya Safewî angaşte ku derfetên wan ên ku dikarin erdnîgariya şer biguherînin hene û dom kir:
"Pestoya şer ji Hurmizê ber bi Bab el-Mendebê bihê frawankirin, wê rengê şer biguherîne."
Safewî, destnîşan kir ku li Yemenê armanc û stratejiyên Tevgera Ensarullahê (Hûsî) jî hene û got: "Tevgera Ensarullahê di warê hilberîna çekan de pêşketinên mezin pêk hanîne."
Ji Pêrêzgariya Enqerê biryara maça Amedsporê:
Tenê xwediyê Passoligên Gençlerbirligi dikarin biçin maça Gençlerbirligi û Amedsporê.
Desteya Ewlehiya Sporê ya Parêzgariya Enqerê, bi mebesta di maça Gençlerbirligi û Amedsporê de pirsgirêkên ewlehiyê rû nedin, biryar da ku tenê kesên xwediyê passoligên Gençlerbirligi ne dikaribin biçin maçê temaşe bikin.
Di hefteya 7. a Super Lîga Tirkiyeyê de wê Amedspor di 10ê Cotmehê, ropar 13:00an de bibe mêvanê Gençlerbirligi.
Amedspor di encama 6 maçên çûyî yên Super Lîgê de li pêş Galatasaray û Beşiktaşê, bi 13 qalan yekemîn e.
Hûsî: Hêzên me li dijî çend xalên Riyadê hêrişan pêk hanîn
Berdevkê Hêzên Leşkerî yên Tevgera Ensarullahê (Hûsî) Yehya Serî, angaşte ku hêzên wan li dijî çend xalên paytexta Erebistana Sihûdî Riyadê hêrişan pêk hanîne û ev hêriş serkeftî bi encam bûne.
Yehya Serî di daxuyaniya xwe ya bi ser medya civakî de destnîşan kir ku ji ber guvaş û hêrişên Erebistana Sihûdî yên li dijî Yemenê didomin, wan bersiva van guvaş û hêrişan daye Sihûdiyê.
Serî angaşte ku di dema pevçûnên li dijî hêzên wan zêde bûne de, Erebistana Sihûdî bi frokeyên F-35 û Typhoon yên ji baregehên hêzên asîmanî yên Hemis Mûşeyt û Taîfê rabûne, li dijî hêzên wan 1018 hêriş pêk hanîne.
Berdevkê Hûsiyan her wiha angaşte ku Sihûdiyê ji Necran û Cazanê jî bi mûşekan hêrişî hêzên wan kiriye û dom kir:
"Wek bersivdayîna van hêrişên Erebistana Sihûdî, hêzên me jî li dijî çend xalên grîng ên leşkerî yên li Riyadê û Parzûngeha Neftê ya kompara Aramcoyê ya li herêma Yenbûyê hêrişan pêk hanîn."
Rêvebiriya Erebistana Sihûdî, di barê angaştên Hûsiyan de heta niha di daxuyaniyek nedaye.
Di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAÎŞê de şer derket
Beriya demekê li derdora Çiyayê Hemrîn, li ser sînorê parêzgeha Selahedîn, di navbera hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hejmarek çekdarên DAÎŞê de pevçûnek çekdarî derket. Heta niha agahiyên li ser ziyan û qurbanan de nehatine eşkerekirin.
18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin
Li gorî nûçeya IranWire, hêzên Daîreya Îstîxbaratê ya Mihabadê, Îlham Elîzade li mala dayika wê binçav kir û heman rojê bir Daîreya Îstîxbaratê ya Urmiyeyê.
Hate diyarkirin ku malbat û xizmên wê du heftene hewil didin bi serlêdana saziyên edlî û îstîxbaratê ya li Mihabad û Urmiyeyê agahî bigrin, lê derbarê sedema binçavkirina Îlham Elîzade, sûcên ku li ser wê tên kirin an jî derbarê pêvajoya dozê de nikarin tu bersivê bigrin.
Ji ber parvekirina agahiyên şaş yên li ser doza Narîn Guranê 99 hesabên torên civakî hatin astengkirin
Dadgeha Amedê bi hinceta ku li dijî biryara teqez ya Dadgeha Bilind ya Tirkiyeyê ya di doza kuştina Narîn Guranê de agahiyên şaş belav kirine, biryara astengkirinê ji bo 99 hesabên torên civakî da.