✨Bu güzel yayını kaçırmayın deriz🤗
Yarın akşam saat 20.00 Youtube kanalımızda
✨Ji vê weşana hêja bêpar nemînin🤗
Sibe saet 20.00an de li ser kanala me ya youtubeyê
🌿 17.06.26 – Çarşem - 20:00
Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha - Yehya Omerî
🎙️ Moderator: Jîn Boubî
📺 Weşana Zindî ya Youtubê: https://t.co/LrA8igjZZD
.
#yehyaomerî #kurdî #onlinedilokulu #kurdîxane #seminer
Kürt Edebiyatı Üzerine İncelemeler
Farangis Ghaderi
İngilizceden Çeviren: İbrahim Bingöl
ÇIKTI!
Kürt edebiyat tarihi yazmanın zorlukları, hangi metinler edebiyat tarihine dahil edilir, hangileri dışarıda kalır? Farangis Ghaderi bu sorulardan hareketle, Kürt edebiyatına dair yerleşik kabulleri yeniden düşünmeye açıyor. Kitap, yalnızca bir edebiyat tarihi sunmakla kalmıyor, aynı zamanda bu tarihin hangi koşullarda, hangi eksiklikler ve tercihlerin etkisiyle kurulduğunu tartışıyor. Yazmaların kaybı, dilsel çoğulluk ve arşivlere erişim sorunları gibi yapısal meseleler, Kürt edebiyatının anlaşılması için temel bir çerçeve olarak ele alınıyor.
Klasik şiirden modern edebiyata, kadın yazarların görünürlüğünden çeviri pratiklerine uzanan bu derleme, Kürt edebiyatının farklı dönemlerini ve biçimlerini birlikte düşünmeye imkan tanıyor. Şiirin yalnızca estetik bir alan değil, aynı zamanda toplumsal hafıza ve kültürel ifade için önemli bir mecra olduğunu gösterirken modernleşme ve milliyetçilik gibi süreçlerin edebi üretim üzerindeki etkilerini de inceliyor.
Exeter Üniversitesi’nde Kürt Çalışmaları alanında çalışan Farangis Ghaderi, bu kitapta bir araya getirdiği makalelerle hem mevcut literatürü tartışıyor hem de yeni sorular öneriyor. Ghaderi, Kürt edebiyatını daha geniş bir tarihsel ve kültürel bağlam içinde ele almak isteyen okurlar için kapsamlı ve düşünmeye davet eden bir çalışma sunuyor.
Kürt Edebiyatı Üzerine İncelemeler
Farangis Ghaderi
İngilizceden Çeviren: İbrahim Bingöl
ISBN: 978-625-5535-52-8
21.5x13.5, 208 sayfa
https://t.co/QpcRBrER3Y
Du bername li ser "Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha" bi Yehya Omerî re.
1. WEŞANA ZINDÎ
Moderator: Jîn Boubî
📆 17ê hezîranê
🕖 20.00
📍https://t.co/7wzjRwYnYW
2. ÎMZE Û GOTÛBÊJ
Moderator: Aram Zoza
📆 23yê hezîranê
🕖 18:00 - 20:00
📍Max-Beer-Str. 17 / 10119 Berlîn
CELÎLE
•BEDRAN HÎKMET•
Celîle, aliyek te yê tarî, di binê siyê de mayî ye ku tê de xewnên te yên bi xof, tirsên te yên dêrîn hene, di nava nediyeriyeke bê sedem û bê encam de, ji derekê bi derekê ve têyî avêtin, dixwazî hîn bikî sedema ev hemî tiştan lê tu bê zarî ne tê bîra te ku tu tiştek bêjî û ne jî dikarî lê dizanî ku çi diqewimin li dora te û tu mehkûmî li pêş dadgeheke tarî...
Celîle, aliyek te yê reben e. Demekê tu dixwazî vê jibîr bikî, wekî ku tu yê bi jibîrkirina wê karibî wê tune bikî.... tu wê li pişt dîwaran dihêlî, di kolaneke teng ku tu yê tu car venegeriyê, perdeyeke reşî tarî diavêjî serê da ku kes tê de te nebîne û tu wê li dû xwe dihêlî û demekê digerî, li pey rastiyeke dî ku bikaribî xwe tê de bibînî, bibî ew û direvî, diçî diyarên dûr.
Celîle, çîroka bêriya te ye li diyarên dûr, ku bi nînbûna wê tu her xwe kêm hîs dikî, çendîn geriyayî û pirsiyayî jî te nedîtiye çareyek ji tenêtiya xwe re ji tarîtiya hundirê xwe û bêriyê xwe re û di dawî de dixwazî li Celîle vegerî, li xwe vegerî û vedigerî…
#çîrok
📍https://t.co/hg429Hm0hu
FERHENGA TÊGIHÊN DERÛNNASIYÊ
Kurdî – îngilîzî – tirkî
Îngilîzî – kurdî – tirkî
Tirkî – kurdî – îngilîzî
Amadekar:
Abdulsıttar Özmen
Siyabend Aslan
Abdulsamet Doğan
Gülperi Gündüz
Leyla Turhan
Azad Dildar
DERKET!
Ziman hafizeya kolektîf a neteweyekê ye. Her zanist gava bixwaze di nav civakekê de şîn bibe, divê berî her tiştî zimanê xwe ava bike. Derûnnasî, wekî zanisteke ku rasterast bi hest, raman û tevgerên mirov re têkildar e, bêyî zimanekî xurt û standard nikare bi pêş bikeve. Ev berhema li ber destê we, encama deh salan a lêkolîn û tecribeya kovara Psychology Kurdî ye ku tê de 2.755 têgih cih digirin.
Ji bo ku ferheng bi hêsanî bê bikaranîn, bi awayê sê beşan hatiye amadekirin:
● Kurdî – îngilîzî – tirkî
● Îngilîzî – kurdî – tirkî
● Tirkî – kurdî – îngilîzî
Ferheng xebateke hevpar e û armanca wê ew e ku ne tenê ji bo derûnnasan, di heman demê de ji bo pisporên zanistên civakî jî bibe çavkaniyeke bingehîn. “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” nîşan dide ku kurmancî dikare têgihên herî aloz ên zanistî hilgire. Her peyva di vê ferhengê de, gaveke berev avakirina "Dibistana Derûnnasiyê ya bi Kurdî" û xurtkirina hesta aîdiyeta miletê kurd e.
Ev xebat, ji bo armanceke hîn mezintir gava destpêkê ye. Em hêvî dikin xebatkarên qadê û hemû kesên têkildar bi hêsanî jê sûd wergirin û ferheng ji bo xebatên hîn geştir bibe çavkaniyek.
FERHENGA TÊGIHÊN DERÛNNASIYÊ
Kurdî – îngilîzî – tirkî
Îngilîzî – kurdî – tirkî
Tirkî – kurdî – îngilîzî
Amadekar:
Abdulsıttar Özmen
Siyabend Aslan
Abdulsamet Doğan
Gülperi Gündüz
Leyla Turhan
Azad Dildar
ISBN: 978-625-5535-53-5
21.5x13.5, 392 rûpel
https://t.co/tB5DbUYadV
📚 Rojên Wêje û Pirtûkan a Tuşbayê dest pê dike!
Ji 18 heta 21ê Hezîranê, nivîskar, helbestvan û evîndarên pirtûkan li vir dicivin. Di vê cejna çand û hunerê de, em li benda hemû xwendevan û dildarên wêjeyê ne. Werin em bi hev re rûpelên nû vekin! ✨"
.........................................................................
"📚 Tuşba Edebiyat ve Kitap Günleri başlıyor!
18-21 Haziran tarihleri arasında yazarlar, şairler ve kitapseverler bir araya geliyor. Kültür ve sanatla dolu bu şölende, tüm okurlarımızı ağırlamaktan mutluluk duyacağız. Gelin, yeni sayfaları birlikte açalım! ✨"
Di çarçoveya bernameya „Lesereihe aus dem Leonrodhaus“ê de ezê beşdarî bernameya "Wir... Weiter"ê bibim. Bi moderatoriya Christina Madenach û bi beşdariya dostên hêja Raquel Ro û Sara Gómez, 21'ê Pûşperê saet di navbera 16:00 û 18:00'an de li Munihê, bername wê li dar bikeve.
Nivîskar Burhan Sönmez
Xelata Hemingway wergirt
Nivîskarê kurd Burhan Sönmez li Îtalya wekî "Şahidê Dema Me" hate xelatkirin
Pîroz be!
Juriya Xelata Hemingway li Îtalyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Burhan Sönmez wekî "Şahidê Dema Me" hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Çîroka vê xelata navneteweyî li ser serdaneke Ernest Hemingway bo bajarê Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê ye. Dema ku li wir bû, Hemingway bi mîmarê plana bajêr Marcello D'Olivo re hevaltî kir. D'Olivo ji Hemingway xwest ku cihekî li ser nexşeyê hilbijêre, û got ku cihê hilbijartî dê aîdî wî be. Ew cih paşê wekî Parka Hemingway hate binavkirin. Xelata Hemingway di sala 1984an de wekî berdewamiya wê mîratê hate damezrandin.
Xelat, di bin kategoriyên Wêje, Rêwîtiya Rewşenbîrî, Hevpeyvîn û Şahidiya Dema Me de tê dayîn. Zanyar û nivîskarên wekî Slavoj Zizek, Zygmunt Bauman, Richard Sennett, David Grossman, Zadie Smith û Annie Ernaux ev xelat wergirtin.
Burhan Sönmez dê di 27ê Hezîranê de, roja merasîma xelatdayînê, biçe Lignano Sabbiadoro, Îtalyayê, da ku gotarekê li ser "Wateya Şahidbûna Dema Me" pêşkêş bike.
Piştî ragihandina xelatê, Burhan Sönmez diyar kir ku ew vê xelatê “bi navê kesên ku ji bo azadî û aştiyê têkoşiyane, hatine girtin û jiyana xwe ji dest dane, bi taybetî ji bo Dayikên Şemiyê” werdigire.
Burhan Sönmez
Burhan Sönmez, mezûnê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê, dema ku wekî parêzerek mafê mirovan dixebitî, di êrişeke polîsan de bi giranî birîndar bû. Ji ber sedemên siyasî, çû Brîtanyayê û li navenda dermankirina qurbaniyên îşkenceyê ya Freedom from Torture li Londonê dermankirina demdirêj wergirt. Romanên wî Xelata Wêjeyê ya Sedat Simavi, Xelata Romanê ya Orhan Kemal, Xelata Vaclav Havel û Xelata Wêjeyê ya EBRD wergirt. Piştî nivîsandina pênc romanan bi zimanê tirkî, wî dest bi nivîsandina bi zimanê xwe yê dayikê kurdî kir. Romanên wî ji bo çil û heşt zimanan hatine wergerandin. Wî li Zanîngeha ODTÜ dersên wêjeyê daye. Sönmez, serokê navneteweyî yê PEN International ye û endamê akademiya Zanîngeha Cambridge ye. Romana wî ya nû “Neynika Sor” van rojan di nav weşanên Avesta de derdikeve.
https://t.co/jeCwbVCtyp
✍🏿 Cîhan Roj
📚 Qada Kurdî de Têkiliya Huner-Edebîyat û Sîyasetê
📍Huner û edebîyata Kurdî îro li ber derfeteke dîrokî ye. Ew dikare ji bin siya sîyasetê derkeve û bibe qada azadiyê ya rastîn.
https://t.co/CZdOaflDxo
Bo min hevpeyvînek taybet bû, spasî ji bo Nûpel TV'î û kedkarên wê re. Ji bo wêjehez û dildostan
📍
Dengê Hafize û Felsefeya Wêjeya Kurdî: Yildiz Çakar
https://t.co/bGEO7IMUIL