Çend dîmen ji bernameya “Edebîyatê Kirmanckî: Dihat, Ewro, Meşte” ku duh nivîskar Denîz Gunduz û şaîr Omer Barasi bûn mêvanên me û bi moderatoriya Weysel Yildizhan pêk hat…Em spasiya hemû mêvanan dikin...☘️
Tehsîn Baravî, li Mêrdînê ji dayik bûye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Dicleyê Fakulteya Perwerdehîyê qedandiye. Di nav gelek kar û xebatên wênegirî û hunerîyê de cih girtiye. Niha jî xebatan li ser hunerên dîtbarî dike.
Armanca Kalê Mamend ev e ku bi wênegiriya profesyonel peyama bandorên jîngehê yên li ser jiyan û azadiya jinan bigihîne mirovan.
Kalê heta niha beşdarê gelek pêşangehan bûye û ji bo dîroka pêşerojê biparêze arşîva wêneyan çêdike.
Kalê Husên Mamend li navçeya Çomanê ya Hewlêrê ji dayik bûye. Kalê wênegira profesyonel, mamoste û aktîvîsta jîngehê ye. Wê ji Zanîngeha Selahedîn di beşa Zanista Komputerê de lîsans wergirtiye û niha li navçeya Çomanê wekî mamoste dixebite.
Silav hevalno, em ê pêşangeheke wêneyan li diyarbekrê derbixin li mala wêjeyê @literakurd . Em ê kêfxweş bibin ku we bibînin.
Roj: 3.1.2026 - 9.1.2026
Dem: 12:00 - 17:00
“Çîrokek li ser Kurdan ku Hên Nehatiye Bihîstin”
Sohbetek li ser çîrokên Mehmet Dicle
Bername wê roja Şemiyê li Stûdyoya U20ê (CKF) li Aleje Ujazdowskie20ê di saet 17:00an de pêk were.