Çend dîmen ji bernameya “Edebîyatê Kirmanckî: Dihat, Ewro, Meşte” ku duh nivîskar Denîz Gunduz û şaîr Omer Barasi bûn mêvanên me û bi moderatoriya Weysel Yildizhan pêk hat…Em spasiya hemû mêvanan dikin...☘️
Tehsîn Baravî, li Mêrdînê ji dayik bûye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Dicleyê Fakulteya Perwerdehîyê qedandiye. Di nav gelek kar û xebatên wênegirî û hunerîyê de cih girtiye. Niha jî xebatan li ser hunerên dîtbarî dike.
Silav hevalno, em ê pêşangeheke wêneyan li diyarbekrê derbixin li mala wêjeyê @literakurd . Em ê kêfxweş bibin ku we bibînin.
Roj: 3.1.2026 - 9.1.2026
Dem: 12:00 - 17:00
Kalê Husên Mamend li navçeya Çomanê ya Hewlêrê ji dayik bûye. Kalê wênegira profesyonel, mamoste û aktîvîsta jîngehê ye. Wê ji Zanîngeha Selahedîn di beşa Zanista Komputerê de lîsans wergirtiye û niha li navçeya Çomanê wekî mamoste dixebite.
"Nara. Qîza bavê fileh. Hîn hivdeh salî bû dema ku cara pêşîn dengê Arifê dengbêj bihîstibû.."
Mehmet Dicle, birangê çîrokan, tu bikî nekî Xwedê bide te.🌺
“Çîrokek li ser Kurdan ku Hên Nehatiye Bihîstin”
Sohbetek li ser çîrokên Mehmet Dicle
Bername wê roja Şemiyê li Stûdyoya U20ê (CKF) li Aleje Ujazdowskie20ê di saet 17:00an de pêk were.