Salvegera Peymana Lozanê
Di 24ê Tîrmeha 1923-an de Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Tirkiyê, Îtalyayê, Yewnanistanê, Japonyayê, Romanyayê û Yugoslavyaya wê demê de hate îmzekirin. Ev peyman di dîroka Rojhilata Navîn de bû yek ji girîngtirîn peymanên siyasî yên sedsala bîstan.
Îsal sed û sê sal ji îmzekirina Peymana Lozanê derbas bûne. Li gorî me, ev peyman ji bo gelê Kurd û Kurdistanê encamên giran derxistiye û bûye sedem ku Kurdistan careke din di navbera çend dewletan de were dabeşkirin. Her wiha em bawer in ku soz û peymanên ku di wê demê de ji aliyê hêzên mezin ve hatin dayîn, nehatin bicîhkirin û hêviyên gelê Kurd pêk nehatin.
Gelê Kurd heta îro Peymana Lozanê wek çareseriya pirsgirêka xwe qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku pirsgirêka Kurd hîn jî çareseriya xwe ya dadperwer û mayînde nehatiye dîtin.
Di salvegera Peymana Lozanê de em helwesta xwe careke din eşkere dikin û dibêjin ku tenê bi yekîtî, hevahengî û xebata hevpar a partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî dikare bingehek bihêz ji bo parastina mafên neteweyî û gihîştina armancên siyasî were avakirin.
Em bawer in ku, heke hêzên siyasî yên Kurdistanî nikaribin li ser stratejiyek hevpar li hev bikin, encamên siyasî yên Peymana Lozanê dê berdewam bibin û gihîştina statûyek siyasî ya dadperwer ji bo gelê Kurd dê zehmettir bibe.
Akademîya Hêvî
Îro 96 sal di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re derbas dibin ku di rojên 12-13ê Temûza 1930an de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat kirin.
Sala 1930an, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de ku di belgenameyên Komara Tirkiyê de wek “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin. Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.
Li gor amarên fermî yên Tirkiyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin. Lê şahidhalên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.
Bi Qanûna Îskanê a 5ê Gulana sala 1932an, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan. Piraniya kesên hatin mişextîkirin (sirgûn) di zindanan de canê xwe ji dest dan. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyê hatin kuştin.
Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê. Di sala 1980an de jî bi biryara Kenan Evren (7emîn Serokkomarê Tirkiyê), Kirxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.
Welatiyên Geliyê Zîlanê tevî ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe werbigirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.
Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyê duyemîn komkujiya mezin a li ser Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.
Akademîya Hêvî
✍️ Civîna NATO û Pêşandanên Komunîstên Turkîye
06/07/2026 Xidir Uso
Dibên li Romê lîstik pir in, lê lîstikek heye ev pêncî sal in ku ji dika şanoyê daneketîye. Ew jî komunîstîya tirk ya dijî emperyalîzmê û NATO ye.
Li dijî lûtkeya endamên NATO ku wê li Turkiye li darbikeve, destekî nedîtî Partiya Komunîs a Turkîyê û hin rêxistinên qaşo dijî NATO ne derxistin kolanan.
Hêza ku vana derdixe kolanan, gelek armancên wê hene.
Pêşî jibo dewleta tirk li dijî komunîstan û antî emperyalîstan bi “biryar ditêkoşe”, alîkariya endamên NATO ya lojîstîk, leşkerî û ekonomîk bistîne. Jibo sûcê xwe yê gemaroya NATO li dijî Rûsya û Îran daniye ku îhlal dike piştguh bixe.
Li Başûr, Rojava yan nav xwe êrîş, dagîrî û sûcên li dijî Kurdan dike, van welatan wek heta niha çavê xwe jê re bigire.
Xwediyê vê dewletê biryar dabin ku êdî Tirkîye bi vê hikumet û siyasetê nameşe, pêşî tişta bihizirin derbek leşkerî ye. Jibo derba leşkerî çêkin, rêxistin û partiyên ji alî elemanê dewletê hatine avakirin û rêvebirin, wê têxin çalakiyên pevçûn, şêlandin û kuştinan. Wê “Komunîst” û “Musluman”an, Sûna û Elawîyan, Tirkperest û Kurdan bera hev bidin.
Komunîstên Tirk, durişmên mîna “Turkîyek Serbixwe! Kujer NATO! Turkiye ji NATO derê!” davêjin. Lê qet nabêjin Turkiye kê avakiriye, li ku avabûye û çawa avabûye!? Bi hevaltî û piştgiriya heman emperyalîstan, çawa Enedol û Kurdistanê bi zilm û zordarî, îşkence û qetlîaman dagîr kiriye, naynin bîra xwe.
Komunîstên Tirk, jibo dewleta tirk têkeve NATO li Kore, li hemberî tekoşîne miletekî mazlûm beşdarî şerê serwerîya Amerîka bû, kuştin û seqetbûna 20-30 hezar leşker nayê bîra wan.
Komunîstên Tirk, qetlîamên ku dewleta Turk bi piştgirîya dewletên emperyal û endamên NATO li dijî gelê Kurd pêkaniye, dagîrîya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, neanîne bîra xwe û rojekê bertek nîşan nedane.
Komunîstên Tirk, behsa kujerîya NATO dike; lê li dijî kujerîya Pûtîn û Îran û dewleta xwe, rojekê bertekek nîşan nedane! Di van pêşandanan de radihêjin alê Filîstîn, lê li dijî kujerîya dewleta xwe, carekê jî jibo Kurdan derneketine kolanan!
Evana tev rêdidin ku ev ne komunîst lê sosyal şoven in. Ew “komunîstê” dewleta tirk in. Ne tenê Komunîst, ”Ulkuci”yên tirkperest, Muslumanên tirkperest û kurdên çepgîr û rastgîr yên Turkîyeperest jî ji alî dewletê hatine birêxistinkirin û kengî ji dewletê re lazim be, dewlet wan derdixe kolanan. Û pêwîst be, bi vana sûcên giran û ne li rê dide kirin; wan bera hev dide û bi hev dide kuştin.
Helbet dewletên endamên NATO jî li gorî berjewendîyên xwe tevdigerin. Ji me çêtir zanin ku Turkîye li derve û li nava xwe çendîn sûcê mirovî û navnetewî dike, lê ji bo berjewendîyên xwe, ji tirkîye hesab naxwazin. Ev sed salin ku dewleta tirk gelek berjewendiyan pêşkêşî van dewletan dike.
Heta berjewendiyên wan xera nebe û bertekek xurt çênebe, ew dê vê tîyatroyê bi hevre temaşe biki…
Em welatperwerê Kurd Vedat Aydin bi rêzdarî bi bîr tînin
JİTEM a Dewleta Tirkîyeyê, welatperwerê Kurd Vedat Aydin di roja 05.07.1991ê de ji mala wî ve binçav kir. Di roja 07.07.1991ê da termê wî li kêleka rê hate dîtin.Vedat Aydin bi îşkenceyê hatibû qetil kirin.
Vedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDyê bû û ji vê dozê di hefsa Dîyarbekirê de raza bû. Gava ku hate qetilkirin jî Serokê Teşkîlata HEPê ya Amedê bû.
Em di 35emîn salvegera şehadeta wî da , welatperwerê Kurd Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
06.07.2026
Akademîya Hêvî
📌Me ji ber şermezar kirina qetlîama Siwasê ya Madimakê ceza xwar, lê qatilan ceza nexwarin
02/07/2026 Xidir Uso
Ez di sala 1980yê de, piştî darbeya leşkerî ji ber doza PDKT-KUKê hatim girtin. Min cezaya hefsa muebetê xwar.
13 sal di ser derba leşkerî 1980 re derbas bûbû. Dewleta Tirkîyeyê li Kurdistanê qaşo bi şerê bi PKK re civata Kurd ji hev dixist û ji nuhde kontrol dikir. Bi hezaran gund dişewitand, bi mîlyonan gundîyê kurd bi darê zorê dida koçberkirin. Jibo bajerekî mîna Licê hilweşîne, li Albayê xwe Bahtîyar Aydin sûkast kirin. Bi tank, top û firokan Lîcê bombebaran kirin û seranser rûxandin.
Di heman demê de, ji bo dengekî cîhê derneyê û nîjadperestî û êrîşkarîyê li nav civaka tirk xurtir bikin, hêzên dewletê tevkujîya li Sîwasê ya Otêla Madimakê plan kirin. Ev tevkujî ro-li-nîvro, li ber çavê hemû cîhanê û di bin çavdêrîya hêzên dewleta tirk de hat kirin.
Em wê demê li hefsxana Aydinê diman. Em wek hemû rêxistinên kurdan û yên çepgirên tirk, me rewş bi eşkereyî zanibû. Him jibo vê qetlîama li Sêwasê û piştre di cotmehê de ji bo şermezarkirina bûyera Licê me daxuyanîyên çapemenîyê dan û em jibo her yekê pênc rojan ketin greva birçîbûnê.
Wek tê hişê min jibo çapemenîyê me bi qasî du-sê rûpelan nivîs nivîsand û wek berpirs û nûnerên rêxistinên kurdan û yên çepgirên tirk, me ew daxuyanî îmze kir. Me daxuyanî bi rêya qardiyanekî ji çapemenîya kurdan û ya çepgirên tirkan re şand.
Piştî bi salekî ew nivîs di arşîva Ozgur Gundem buroya Îzmîrê de hat girtin û di derbarê me de doza ”Propaganda Terorê” vekirin. Jixwe ji ber van çalakiyan du sal mafê min yê hefsa vekirî jî nedan min. Bi ser de min sirgûnî hefsa Elbîstanê kirin.
Dema ez li hefsxana Elbîstanê bûm, dozger îfadeya min girt. Dozger, pirsa pêşî ji min kir, got: ”ma ez faşîst im?” Min jî jê re got: ”jibo ku tu dozgerekî vê dewletê ye, erê tu faşîst î; lê ne tenê faşîs, tu û dewleta te li vir, li Kurdistanê dagîrker û kolonyalîst in jî!” Got çawa? Min jî ji şerê cîhanê yê yekem destpêkir û heta avabûna Komara Tirk, dagîrkirina Kurdistanê, qanûnên tunekirin û asîmîlasyona kurdan, serhildan û berxwedanên li Kurdistanê, tevkujî, dardakirina serok û rêberê kurdan, koçberkirin û wêrankirina Kurdistanê jê re got. Wî jî heta dawîyê li min gohdar kir.
Dema sûbay û leşkeran ez vegerandim hefsxanê, di rê de, sûbayê ku ez dibirim hefsê, got: ”Ez çavê te bixum, tiştên te goti tev rast bûn. Ez Laz im, li hember me jî heman tişt kirin! Tê bêje çima tu ji wan re leşkerîyê dike? Bawer bike, ji xizanî û bêkêrîya me ye!”
Jibo hefsxana Elbîstanê kirin girtîgeh û me nehîşt girtî ji hin rêbazên wan re serî deyne û me wan xistin girevê. Em jî 17 rojan bi wan re ketin gireva birçîbûnê, loma me sirgûn kirin, min jî şandin hefsa Manîsayê.
Li Manîsayê min derxistin dadgehê. Li dadgehê dadger, îfadeya min ya ku min dabû dozger pirsî û got: ”ma ev îfade ya te ye û tu li van daxuyaniyên çapemenîyê dibe xwedî?’’ Min jî got: ’’Erê!’’.
Ez ne şaş bim dadger jin bû. Cezayê min berê amade kiribû. Got: “jibo her dozekê neh meh û sed hezar cezayê pere. Her du dike 18 meh cezayê hefsê û dused hezar cezayê pere; ku tu cezayê pere nede jî ji dêbla wê tê hefs razê!” Jixwe parêzerê min jî tune bû. Lê ji ber ku dozek komî bû, hineka îtîraz kiribû, doz çû Yargitayê. Jiber ku ew ne cezayê giran bû, ji bo vê dadgehê biryara girtinê nedabûn. Di vê navbênê de, cezayê min yê hefsa muebbetê bi şert, xelas bû û min berdan.
Berîya ku min berdin, min birin nufûsê û şubeya leşkerîyê. Nasnameyek nuh dan min û kaxeta çûna leşkerîyê dan min. Gotin: ”di nav bîst rojan de divê tu here Şûbeya Leşkerî ya navçeya xwe û sewka xwe çêke!” Dema ez derketim, min zanibû ku biçim leşkerîyê û cezayê min ji alî dadgeha bilind bêt qebûlkirin, wê min ji wir bibin hefsxanê. Pêşî min xwe ji leşkerîyê kir firar û ez li bendî mam heta cezayê min hat erê kirin. Ez jibo neçim leşkerîyê derketim dervî welat. Min li Hollanda ji ber van herdu cezayan rûniştin girt.
Xidir USO