Îro, min li Şamê pêşwazî li birayê xwe yê hêja, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Nêçîrvan Barzanî kir @IKRPresident . Di hevdîtinê de me behsa peywendiyên dualî û rêyên xurtkirina hevkariyê kir, bi awayekî ku xizmeta aramiyê û berjewendiyên her du gelên me bike.
Em wan xwedîlêderketin û mêvandariya ku Herêma Kurdistanê di salên borî de ji bo gelê me pêşkêş kiriye, bilind dinirxînin û em li hêviya berdewamiya xebata hevbeş in, bi giyanekî hevkarî û biratiyê ku cîrantiya baş xurt bike.