Yên ku herî zêde
digotin ew li pişt we ne,
Bi kêran li pişta me xistin.
Divê her tim bawerî bi kesên
li pişt me neyê.
Em aştiyê naxwazin
Em azadiya xwe dixwazin.
Ne Selahattin, apo derxin
Divê em êdî ji van bawer bikin.
Erdal Dersim
Yên ku herî zêde digotin
ew li pişt we ne,
Bi kêran li pişta me xistin.
Divê her tim bawerî
bi kesên li pişt me neyê.
Wek mezinên me gotî:
“Dijminê bav û kâlâ
nâbe dostê lawa”
Erdal Dersim
Jin xweda ye
li ser rûyê erdê ye.
Ger tu îtaeta jinê bikî,
ew ê te bibe bihuşta xwe.
Ger tu êşê bide yê we
Ew ê te di dojeh a xwe
de bişewitîne.
Le hemû jin jî ne xweda ne.
Heke tu di kirinên xwe de qenc bî Xwedayê te we te bibîne.
Wekî din hemû jin şeytan in...
Erdal Dersim
Tiştek nemaye ku
me bi hev ve girê bide,
delalê min.
Te tayên ku me
bi hev ve girêdide birrîn.
Lê te tiştek ji bîr kir .
Min tu di dilê xwe de girêda.
Te digot qey ew xaneke,
Ji te pê ve tu kes tunebû .
Lê belê te mala xwe
xera kir û çû..
Erdal Dersim
Canê min ji jiyana min
jiyana min canê min
bêzar bûye.
Tenê ez di bin siyê xwe de mame
Ji vê re nabêjim jiyan.
Tu saxlemî le wekî miriye ke dijî.
Tu li vir î lê kes te nabîne
Tu dikenî , ew difikirin ku,
tu bextewarî...
Erdal Dersim
Dema ez zarok,
ez kêfxweş bûm.
Min ne evîn û,
ne jî tengasî dizanî.
Min lîstik dizanîn.
pênc berok, çav nikî.
Xwezî ez hertim,
zaroke ma bam.
Erdal Dersim
Ez ê tevî her tiştî bikenim
Û ez ê li dijî her neheqiyê
li ber xwe bidim.
Gotinek bavê min hebû :
Go birçî bimire,
Lê heqê sêwî ye nexwe...
Niha ku ew çûye,
ez vê gotinê baştir fam dikim.
Jiyana wek mêran
ne karê hemû kesî ye.
Davut Aktaş
Ew firiyan û çûn
Di navbera destên
dayîkên Xwedê
Hinek serê sibehê de
Hinek ji di tariya şevê de.
Yê ku çû jî ,
êdî qet venegeriya
Li wir azadî li wa xweş dihat,
an jî ji bo azadiyê têkoşîn
Ma em li hêviya wan bûn
An ji li hêviya azadî ye
Bi rastî ew kî bûn...
Erdal Dersim
Nîvê şevê tu bû yar.
Heta sibê bi te re şiyar.
Dayê digot razê, tu ê biçî kar.
Nizanibû ku ez bûme diljar.
Ji aliyê bê dilê kê, hatim xapandin.
Dem derbas bû, û tu çu.
Rih ji laşê derket ,wek mu.
Xwedê dizane ka tu.
Ji kere lêvan sor diki nu.
Li ser riya evînê, hatim xapandin
Hatim Xapandin
Tu hatiyî jiyana min.
Pêk hatin xeyalên min.
Bihevra me sund xwarin
Çi dibe bila bibe, em hev bernadin.
Le disa ,ez hatim xapandin
Her tişt mîna xewnekê.
Di dilê min de cejneke.
bêaqil ketim, ramûsanekê
Le kêfxweş wekî zarokeke.
Li awire tê, hatim xapandin.