Ji bo min cihê kêfxweşî û şanazîyê ye ku dosyeya min bû yek ji xelatgirên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî. Û dîsa cihê şanazîyê ye ku îsal du dosye hêjayî xelatê hatine dîtin û xwediya dosyeya din jî ji dil û can pîroz dikim. Hêvî dikim ev pêşbirk gelek pênûsên nû li me zêde bike!
Bila ewên kêm'eyar bi gorî wê toza binê sola te bin. Her bijî ku te serî li ber wan netewand. Heta ku em devê van zîroyan ji laşê xwe dernexin wê rih bi me neyê.
Kovara me, Vîn, di salvegera 94. a Hawarê de dest bi weşanê kir. Silav li ruhê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan û hemû "Hawar"iyan.
Roja Zimanê Kurdî Pîroz Be!
https://t.co/RIXKMs9HB6
Ji îro pê de Vîn vîna me ye.
Baş e, "Kî ne Em?"
VÎN DEST PÊ KENO
Ma çend serrê pirrê bi felaketan derbas kerdî. Çemê adirinî herikîyayî deşt û newalanê ma ra.
Badê çend serrê pîrrê bi felaketan, barbarî kenê binbikewê. Ma qefesêko zengarin ra vecyayî. "Ma estê", qewlê ê şerwanê berkenî ra.
Edebîyatê ma nê seserranê bi felaketan pirrê de waşt bibo her çiyo ke kemî bi netewe ra.
Badê seserranê pirrê bi felaketan, henî ma do vatişê xo dinya ra û wextî rê vajim.
Bi şêwe û ziwaneko ciya, bi wastis û eşqêko ciya, bi îrade û kelecanêko ciya; Vîn dest pê keno.
"Raye zana." Ma do raye de bimûsim.
Eyro ra pey Vîn îradeyê ma yo.
VÎN DEST PÊ DIKE
Me çend sedsalên tije bi karesatê derbas kirin. Çemên agirîn herikîn li deşt û newalên me.
Piştî çend sedsalên tije bi karesatê barbar dikin têkbiçin. Em derketine ji qefeseka zengarî. "Em hene", bi qewlê wî şervanê berken.
Wêjeya me di maweya sedsalên tije bi karesatê de xwest bibe her tişta kêm bû ji neteweyê.
Li dûv sedsalên tije bi karesatê êdî em ê gotina xwe ji dinê û demê re bibêjin.
Bi şêwe û zimanekî cuda, bi daxwaz û evîneka cuda, bi vîn û kelecaneka cuda; Vîn dest pê dike.
"Rê dizane." Em ê di rê de hîn bibin.
Ji îro pê de Vîn vîna me ye…
VÎN DEST PÊ KENA
Çend sedeyekî pirr le karesatman derbaz kird. Rûbarî agirîn be şax û dolekanî nîştimanî ême da xurrîn.
Diway çend sed sallî pirr le karesat, hêzî berberyan nizîke be tewawî têkşikên. Diwa car qefesî asinînî jengawîman şikand u wek şervanêkî leser pê hawarman kird; "ême heyn".
Le mawey sede pirr le karesatekanî mêjûman da wêje û edebyatî ême wîstî şiwêngirewey hemû ew şitane bê ke netewe neybû.
Diway sedan sallî pirr karesat îtir katî ewe hatiwe qisey xoman be dîn û dunya billêyîn.
Be şêwez û zimanêkî ciyawaz, be hez û evînêkî ciyawaz, be xwast û xulyayekî ciyawaz; Vîn dest pê deka.
"Rê dezanê"… û êmeş be dem rêgawe fêr debîn.
Lemrowe îtir Vîn vîyanî ême ye.
Vîndar: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demirel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demir, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed, Xelef Wanî.
Vîndank: Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan, Refîq Sabîr.
HevpeyVîn: Fatma Savci.
Belge: Belavokeka Kurdî a dewleta Tirkan ji bo reşkirina Serhildana 1925an.
Werger: Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown, Tracy Fuad.
@berken_bereh@fatmasavci@hadenoz@KawaNemir1@LorinDemirel@LukmanAhmadArt@ropasorra @agriisyanirapor
@selimtemo@Seyidxaneli
21. yüzyılda, bir halkın dilini ve müziğini "çeviri-asimilasyon“ yoluyla sahiplenmek ve bunu olumlu bir şey olarak sunmak ilerleme değil, aksine inkârın devamıdır.
Yüzyılı aşkın süredir Kürt müziği değiştiriliyor ve farklı bir kimlik altında sunuluyor; bu kültürel alışveriş değil, kültürel hırsızlıktır.
Bir eseri başka bir dile çevirmek mümkündür, ancak onu kökeninden ayırarak ve kaynağını görünmez kılarak değil.
Burada olan sadece bir melodiyi almak değil, bir halkın hafızasını silme girişimidir.
Gerçek saygı, çeviri ve asimilasyon yoluyla sahiplenmekte değil, orijinali tanımakta, korumakta ve yaşatmakta yatar.
Gerçek sanatçıya da
bu yakışır.
Navê gundên Nisêbînê û dûrahîya wa ya ji Nisêbînê
Bamidê 20 km
Aferê 15 km
Derzandik 8 km
Stilîlê 34 km
Dala 8 km
Kinikê 35 km
Birguriya 30 km
Bawernê 6 km
Baqisyan 7 km
Cinatamiho 45 km
Çalê 35 km
Şanişê 6 km
Çêmeloq 35 km
Gundkê Xêlit 4 km
Girêmara 26 km
Mezramihoka 33 km
Menderê 8 km
Xerabêmişka 30 km
Herbê 50 km
Xirhesin 4.5 km
Qolika 40 km
Badibê 33 km
Şabanê 22 km
Talatê 48 km
Quzo 30 km
Qesraserçiqanê 10 km
Kertwênê 8 km
Sirinçk 17 km
Bezekê 36 km
Marînê 22 km
Çuva 8 km
Zivingê 30 km
Gundikhemza 20 km
Bizgurê 30 km
Girêmîra 22 km
Geliyêsora 30 km
Zorava 23 km
Xirbeka 50 km
Gurinê 8 km
Merbabê 26 km
Tilhasanê 26 km
Dêrcemê 64 km
Hebîsê 38 km
Têzxerab 38 km
Kelehê 14 km
Efşê 44 km
Qanterê 22 km
Xerabreşk 60 km
Mendikan 18 km
Mezragelyêpîra 60 km
Xerabêbaba 40 km
Şwêşkê 22 km
Gûrik 30 km
Cibilgravê 51 km
Cinatahiso 48 km
Berhokê 25 km
Xirbehinarê 22 km
Nergizlokê 14 km
Gundik Şikro 25 km
Bazarê 50 km
Serêkaniyê 30 km
Fiskînê 48 km
Girefşê 30 km
Grefşê 79 km
Aznavurê 30 km
Girêbîya 33 km
Erebanê 56 km
Mişawilê 40 km
Tilyaqûbê 18 km
Xirbêzil 30 km
Tilminarê 22 km
Şiweşke
Kemîna 51 km
Sêderyê 31 km
Xarabêalê 36 km
Hatxê 26 km
Kurikê 38 km
Binerdka 33 km
Arbetê 14 km
Cibiltinê 18 km
Qesirbelek 40 km
#navêgundênisêbînêbikurdî
Silav li civatê,
Heft sal şûn de yanzdeh roj berê dilê min dîsa got, “bes e, hew ji min tê, were em herin.” Min got, “ma dengê bişkivîna kulîlkên Kurdistanê nayê te jî, em ê çawa biçin?”
Ev car giran bû, kûr lê da, sîngê teqand, pê hesand ku mirin heye.
Pêşiyan gotine, “Mirin hespekî spî ye, li ber derê her kesî ye…”
Spasiya kesên qîmet dane dikim. Mala we/wan ava be.
Edetê me ye, mirov di rojên giran de li hev tên. Spasiya kesên li gor edetî tevgeriyan dikim. Yên ku li gor edetî tevnagerin, jixwe, bi qewlê Edûlê, “bêçand û bêpergal” in.
Çend nav ne tê de, ji siyasetmedaran kesê/î li halê min nepirsî. Gava “kumsor”ek, “efendî”yek bi zekemê keve dibe bavo birawoya wan, lê ji bo Kurdeka/ê li ber sekeratan mesajek girdobelek jî belav nakin.
Xaniyê gewre 330 sal berê gotibû: “Namûs e li hakim û ‘emîran” / “Tawan çi ye şa’ir û feqîran” [(Rastkirina rewşa xerab meseleya) namûsê ye ji bo pêşeng û mîran / Ma çi sûcê helbestkar û ronakbîran (=feqîr / miskîn) heye tê de?]. Gotin ser de nayê gotin!
Sê meh berê jî li eynî nexweşxaneyê bûm, -malbat jî di nav de- min nehişt kes pê bihese. Çend nexweşînên din jî derdikevin. Min nedizanî ku bi rastî jî dûrî / xerîbî kûr lê diçe. Heke vegera welêt nebe qismet an “mirina bêwext” wek hespekî spî were ber derî, divê neteweya min a wêrek bizane ku çawa min şermekê nebiriye ber deriyê daybavê xwe, min ti şermê neaniye ber deriyê neteweyê jî.
Qisûr navê min e, lê ji xîretê zêde min dîn û îdeolojî tune.
Ji gellek hevalên xwe zêdetir jiyam -mala min bişewite. Wa meyîtê qemer ê Teymenî hê jî li orta çarşiya Batmana şewitî li erdê ye. Ba li pora Uysalî dide, her diçe zertir dike. Semrayê miriya şevên çiyê bû, di şeveka çiyê de şehîd bû… Ez mabim çi ye, hebim çi ye, nebim çi ye?
Bila serê min bi qurbana şêrên me yên çargurçik bibe. A ji destê min tê xwendin û nivîsîn e. Ez jî deyndarê neteweyê me û “şerê epîstemîk” jî perçeyek ji şerê azadiyê ye.
Hatime wî temenî ku dikarim şîretan li ciwanan bikim. Delalno, şerê hev nekin. Layîqê şehîdan bin. Ji hev hez bikin. Guh nedin xêrnexwazan. Ne tenê di karesatê de, di serkeftinê de jî yek bin. Zeviya welatê me şewitandine; em divê bawerî, ruh, hezkirin, aqûbet, hevkarî û hêzê lê biçînin da dara me ya jiyanê heşîntir bibe.
Herçî ez im, “nêrgizek l’ bin newalê b el a we l a!..”
Ez jî dibêm, Kurd û qewmê gumgumokan bi hev re qet nabin, ne pêkan e. Hewla entegrekirina Kurdan a bi dewleta bênamûs ve heqaret e bo Kurdan. Kesê ku bi qasî serê derziyê şeref û namûsa Kurdayetiyê pê re hebe daxwazeke wiha li Kurdan nake.
Ku dinya alem tev li dewleta bênamûs were jî ez ê lê neyêm. Ku dinya alem tev entegreyî dewleta bênamûs bibe jî ez bi xwe entegreyî wê nabim. Vê banga beredayî bi qasî vizeviza mêşekê jî bandor li min nekir û wê neke jî.
Di yanzdehemîn salvegera têkşikandina terorîstan li Kobanê de, em silavan li Şervan û Pêşmergeyên qehreman re dişînin ku bi piştgiriya Hevpeymanan di berxwedaneke qehremanî de, rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê û serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de tomar kirin. Ew serkeftin serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê bû, serkeftina mirovahiyê bû li ser teror û tarîtiyê.
Derket!
Dengbêj Memedê Panîyê, Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndarîyê, 464 rûpel, Weşanên Wardozê, 2025.
Berhevkarî û Nivîsîn: Rêdî Seîd & Hîkmetê Panîyê
Edîtor: Bahoz Baran
Memedê Panîyê hemçaxê dengbêjên Serhedê yên navdar wekî Şakiro, Tahiro, Keremê Oxçîya, Ehmedê Hêliksan Xosrofê Demya û Nûredînê Meter e. Herçiqas wî jî wekî gelek dengbêjên Serhedê qewimînên sedsala borî gotibe jî, wî naveroka wan qewimînan li gor şêwe û tehra xwe çêkirîye û straye. Dema em li kilamên wî guhdarî dikin, şêwaz û meqameka taybet û xurt tê dîtin. Ne tenê muzîkalîya wî, herweha ji hêla bikaranîna ziman û sêwirandina hûrgilîyên jîyanê ve jî xwedî terz û hêzeka mezin e. Di vê pirtûkê da 57 kilamên şer û mêrxasîyê û 44 kilamên evîndarîyê hene. Gelek kilamên di vê pirtûkê da tevî agahîyên xwe hatine dayîn.
RT bikin em ê çîtikê bikişînin û ji 3 kesên bişans ra vê pirtûkê bişînin.
https://t.co/m7K3ZLYOzh
Lo lo kuro dîno mi deyndar nedî li ser deyndara
Hawar xwedê rabe were mala bavê mi rebenê fena cara
Ti yê li karşê bavê mi rûnê îro mi bazarkê wek ticara
Ez dizanim ti feqîrî malê te tine seba bejna mina zirav ti bifroşe hersê berxa, herdu kara
Dengbêj Seîdê Mûşê