Ji kerema xwe guhê xwe bide min. Dibe ku ev mijar tiştekî tevlihev be, tiştekî nazik be, lê ji kerema xwe vekolîna wê bidomîne. Dema ku ez wêneyek ji te an ji tiştekî din biafirînim, ez dikarim çavdêriya vê wêneyê bikim. Ji ber vê yekê, wêne heye û çavdêrê vê wêneyê jî heye...
siyasetmedaran, ne dilnizmiya mirovê pir zana ku hewl dide dilnizmiyê nîşan bide, lê ew dilnizmiya ku qet li ser pileya serkeftinê hilnekişiyaye, ew dilnizmiya ku qet milk bi dest nexistiye, dilnizmiya ku qet bi zanînê nehatiye xurt kirin. Tenê dema azadbûna ji zanînê hebe...
Jiyan bi rastî pir xweş e, ne ev tiştê nexweşik ku me jê çêkiriye, û tu dikarî dewlemendiya, kûrahiya, bedewiya wê ya ecêb nas bikî tenê dema ku tu li dijî her tiştî – li dij ola rêxistinkirî, li dij kevneşopiyê, li dijî civata kufkî a îroyîn – serî hildî https://t.co/SB8d5opG4P
..ji vê hayadarbûna bi daran, çûkan, mirovên ku dimeşin, dixebitin, dikenin, tiştek di hundurê we de diqewime. Bêyî ku ev tiştê awarte bi we re çêbibe, bêyî derbûna evîna di dilê we de jiyan xwedî wateyeke pir hindik e.
Vîdyo: Di vê daristanê de bi sedan car ez meşiyam (dimeşiyam û “min guh li xwe dina”, wek efrînî dibêjin), daristanek e biçûk e û nêzîkî malê ye, her ku ez têde dimeşim bi çavên cara yekê lê temaşe dikim bi çavên çavdêrîkirinê. Vêca çavdêrîkirin çi ye?... https://t.co/fLkCOn411t
Hûn herdem dipirsin “çawa”, “ez çawa medîte bikim?”
Yek ji pirsên herî zarokane ye, ku hûn dikarin li ser tiştekî ewqas mezin bipirsin ew e ku hûn ji yekî bipirsin:
“Ji min re bêje ez çi bikim”, “Ji min re bêje ez ê çawa dinyayê bi yek destî hilgirim”..
https://t.co/Jr3LoeZJgb
Medîtasyon ne tenê kontrola laş û ramanê ye, ne jî pergalek a bêhnkişandin û bihnderxistinê ye. Divê laş bêdeng, tendurist û bê tengijîn/tensions be, divê hesasbûna hestan mezin û domandar be, û divê tevgera hiş, alozî û tevlehiya xwe bi dawî bibe... https://t.co/JfaCzKn6nb
...Lêbelê, heke em bikaribin xwe fêm bikin û vê bextewariya afirîner bi ceribandina tiştek ku ji hişê derbas dibe, dibe ku wê hingê transformasiyonek/veguherînek di têkiliyên me yên herî nêzîk de û her wisa di cîhana ku em tê de dijîn de çêbibe.
rastî dikare derkeve holê, tenê wê demê bextewariya tekûz dikare hebe, çalakiya afirîner dikare pêk were. Ez bawer dikim ku bêyî vê têgihîştinê, bêyî vê jiyandinê, tenê xwendina pirtûkan, beşdarbûna dersan, an jî tevlîbûna propagandayê tiştekî a zarokatiyê ye, çalakiyek bêqîmet e