Ekrad taifesinden Şeyh Bizinlî aşireti" içerikli 1843 ve 1810 tarihli iki belge.
İlki, aşiretin İzmit'e iskanını anlatıyor. 40 hanelik Şeyh Bizinlî aşireti İzmit'e iskan ediliyor.
🟦Spor
Tîmê futboleman Batman Petrolspor; de Sezonê 2025-2026 û de Grubê Çermigel i Lîgê 2-gîne yê TFF, wîye şampîyon.
Şampîyonatiyê Batman Petrolspor PÎRÛZ WÛ! 🏆
🟦Huner
Silam. Îwe dizanan-î? Keşîşxanigî we naw “Palcho” le nîştimanê Çîn (Layê Tîbet) hest. Eye, je keşîşxanige “Hewsanigeli Jataka” est. Wînigeli dîwarêyan; firêyanî je teolojiyê Budîzme «hewsanig elgirtin» ew hatigine dûristkirdin.
Nüsîyag we çînî:
层兜率宫殿“弥勒佛本生故事”
🟦𝗣𝗵𝗼𝘁𝗼𝗴𝗿𝗮𝗽𝗵𝘆
“Rûnexşey Jingeli Hîndistanî”
Ahmed El-Hanjoul fotografgirî Felestîn-reg est ke le nîştimanê Lûbnan/Beyrût hate we dûnya. Ewî, we profesyonelî “wînigê rûgel” dikîşî. Ewî, dêtaygeli suretê îsane temaşe dikerî û fotografe-w keşfêyan dikerî. |
Pirsî ratan hest:
Pîrûzkirdin�� Newrozeman Ves dikerî-y?
Îmegel, hetanî ey zemane firêca diyîn ke cejngeli Newroz we mitîngel ew hatige kirdin. Îme, wexte ke we Newrozgeli Tacîkel, Êranîyel, Ozbekel dingerîn, ewane je polîtîka-w dür festîvalgeli cejnî dûrist dikerin.
Tu çe dişê?
Silav. Hurmîz parêzvanê we be. 🌱
Hevalên kurdîziman ên qedirbilind; li ser aplîkasyona Instagramê, rûpeleka me ya bi navê “Gramerê Zwanê Şêxbizinî” heye. Em, carinan parveyên ferhengî û rêzimanî yên zaravayê Şêxbizinî/Sahzûnî dikin. Eger hûn dixwazin lê binêrin yan bişopînin; em ê bi teşrîfkirina we ve serbilind bibin. Ev kurdiya me; bi taybetmendiyên xwe ve zaravayekî ciyawaz e.
Navê “Şêxbizinî”-yê; bi eslê xwe ismê eşîrê ye. Em, jibo hîtabeta zimanê xwe “Kirmancekî” bikar tînin. Lê, jiber ku «şêxbizinî» nasiyayî maye; bi mecbûrî vî navî dişuxilin. Zimanê me, bi lekî, kelhûrî û lûrî re hevreh e.
Bi hurmetî..
— “Bî zwan, zindeganî nêwû!”
Adrêsa Instagramê:
https://t.co/1vuHBwFaKb
Silav. Ez vê kitêba “Cizîrînasi”yê, bi dilvekirî pêşniyaza pêwendîdaran dikim. Pirtûk, bi nivîsteyên meqale ve miteşekîl e; tê de, ramanên xweş ên ser Melayê Cizîrî yê gorbihuşt, hene. Ez bawer dikim, divê ev kitêb di pirtûkdana dîwanhezan de cih bigire. Ez jibo deranîna vê pirtûkê, li hemû mamosteyan spasiyên germ dişînim.
Silam. Îwe elmitan digîya wê-y? De cîhanê kwênare, baweriyî hest ke; “zwan derxistine”, erray dürkirdinê cindeperîgeli xerawî û şeytanî, rituelî fayedar wîge. Ra ewe-j; her kûmeleyi kulturxawend, ey motîfgeli jîrigîn wekarhawirdige. Mask rûçikandigin, herrig forimandigin, boye şüyandigin, ressîm xizzandigin û hçd.
Yanî eyane, ra qerfkirdine û büçikhiştine newîge.
Nîşanjîr:
Î zanigeli dîrinî û kulturel, je rûwelgê World Zoroastrian NEWS-e ew hate we elgirtin.
Vîdyo Kassêta VHS-3:
Kurdên Şêxbizin ên Sînopî
Ev vîdyoyên pîkselşikestî; serpêhatiya jiyanan wek fîlmeke sînemayî tînin ber çavan. Hûn ku van temaşe bikin; hûn ê nexşeka Van Gogh-î, kitêbeka Dostoyevskî, fîlmeka Tarkovskî tehm bikin. Strana gundîtiyê, di her zimanê cuda de melodrammayeke hevpar û hevzarava ye. — 📹
Vîdyo Kassêta VHS-2:
Kurdên Şêxbizin ên Sînopî
Li Sînop'ê; berî salan [û îro jî], dawet li cem malê dihatin lidarxistin; hemû nas, xizm û hevalên gundî dihatin xaniyê malbatê. Dawet; pirranî di wexta zivistanê de dibûn. Fabrîqeyên libinê [tuxle], bi zivistanê betlane dikir. - 📹
Vîdyo Kassêta VHS-1:
Kurdên Şêxbizin ên Sînopî
Êvareka dawetê, pîrjinikeka temenbihurtî; bi neminêkarî û şermendeyî “giriyek”a şêxbizinî xwendiye. Xwedê rehm û dilovaniya xwe li însanên me yên dunyaguhertî bike. Kurdiya ezîz, guhên me çi xweş xemilandiye..
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê
Fawaz Husên
DERKET!
Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gelek hozan û hunermendên çi kurd çi biyanî. Ew wan ji xwe re dike rêber û li wan vedigere wek çawa berê karwanên li deşt û sehrayan bi saya stêrên asimanan rê û çîhera xwe didîtin.
Di heftê saliya xwe de, kurdê li Parîsê biryara xwe dide ku ew dê herdem wek xwe bimîne. Ew dê li bexçeyan heyranê gulên bûkûzava be, û li asimanan evîndarê hechecîkan be. Paşê, ew xwe bi tenê nabîne çunkî zaroktiya wî ya li gundekî ji Rojava û xortaniya wî ya li kêlekên çemê Parîsê dê werin serdana wî. Ew dê bibin wek du pisîkên Wanê, du pisîkên spî û bi çavên bi rengên ciyêwaz û ew dê bên li ser sînga wî bikin xirepiş û norenor.
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew dîtina wî ye li ser sirgunê ye, li ser barê salan, wateya jiyanê û kêfxweşiya ku yek dikare bibîne eger bi dilê xwe li dîmenên piçûk ên derdora xwe tamaşe bike.
Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, li Amûdê xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne. Ew ji sala 1978an li Parîsê dijî û bi zimanê kurdî û fransî dinivîse.
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê
Fawaz Husên
ISBN: 978-625-5535-40-5
13x19.5, 120 rûpel
https://t.co/uSK1l3Emry