Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Em in ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Em in Mad û Goş,
Horî û Gudî.
Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Em in, em Kurd in li jêr û li jor
Xewn sar bûn, rê dirêj bûn di vê şevê de,
Hêvî mîna pelên payizê weşiyan mende.
Kula dilê min di nava kovanê de dinale,
Dengê te maye mîna bîranînek rûnde.
Bi girtina çavên te roj winda nabe, tu winda nebûyî,
Li paş deryayan, di nava dil de hîn zindî yî.
Dinya her tarî bibe jî bi vî barê giran,
Tu di bîra min de her herikî û neçûyî.
Mirovên bindest, ji bo parastina derûn û giyana xwe ji rewşa rezîl û teresiya bindestiyê, serî li mekanîzmayên derûnî (psychological mechanisms) didin. Yek ji van mekanîzman xwe-mezinkirin (grandiosity) an jî xwe-xwedayîkirin e; ango ew xwe weke xwedayekî û yezdanekî (godlike / divine) dibînin. Weke xwedayan, ew xwedî dilovanî (mercy) û xezeb (wrath) in: li hemberî serdestên xwe û yên mîna wan, xwedî dilovaniyeke bêdawî ne; lêbelê li hemberî bindestên mîna xwe, xwedî xezebeke bêrehm in — çimkî ew rewşa wan a rezîl û teresiyê, di bîra wan de tîne ango rewşa bîr / bîranînê (memory / recollection) vedihewîne û ji nû ve trawmayan zindî dike loma bi tundî êrîşî yên wekî xwe dikin.
Mîr Celadet Elî Bedirxan (26.04.1893 - 15.07.1951), ji bo ku kovara Hawarê derxe, kaxiz ji Îngîlîz û Fransiyan distend û nîvê wan kaxizan li Şamê li sûka reş difirot, da ku bikaribe kovarê çap bike. Paşê ev jî têra wî nekir; rabû bîrek kola da ku pembo biçîne û bi vî awayî bikaribe xizmeta zimanê kurdî bike. Lê erdê bîrê hilweşiya ser wî...
Min bavê xwe winda kir (ez gelekî li dû wî giriyam)
Ehmed Kurdî (1927, Tinatê -
Yekem mirovê ku bi "hespikê hesinî" (bicycle) kovara Hawarê belav dikir.
Wêne: Ehmed Kurdî û Mîr Celadet, bi Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
Cegerxwîn (Mele Şêxmûsê Hesarî)
Rojekê li civatekê, hin kesên ji xwe razî, ji bo ku xwe zana nîşan bidin û Cegerxwîn jî weke nezan û biçûk bidin xuyakirin, gotin: "Bêhna Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xanî ji şiîr û helbestên te tê."
Cegerxwîn li wan vegerand û got: "Ma ew bêhn dê ji kê be? Alimên me tiliyên destan derbas nakin, lê yên xelkê bi sedan in. Loma bêhna yên me eşkere ye, ya xelkê jî veşartî ye."
Çavkanî: Rêzdar û lêkolerê hêja Deham Ebdulfettah
Min îro dayîkek dît enî ya wé lêvên wê dest û tilîyên wên deqandî bûn Biskên xwe dibin şaré berda bîn tilîkên wê hinekirî bînBawer ku pirça xwe nû hinekiri bît Cilên li ber wê pir lihevhatî bûn pir nerm diaxivî bîhna hina wê deqên wê ji bo kelîyekê min dada xwe dît