Ez dikim nakim hînî vê formata nû ya Xê nabim. Min tweeta li jêr parve kir, ez li rûpel dinerim, tune. Panîk bûm :) careke din çûm ser rûpelê Avesta, parvekirî xuya dike, vegeriyam ser rûpel, min dît, bêhna min fireh bû.
Mirov nikare û ne mecbûr e herro tiştên nû binivîse û parve bike, belkî dixwaze di rûpelê xwe de tiştên din derxî pêş. Werhasil, emê hîn bibin.
Ji 13 nivîskaran, 13 nivîsarên li ser tecrubeyên xwendinê.
Mihasebeyeke kolektîf a li ser xwendin û ne-xwendinên me yên 60-70 salên dawî.
Kitêba 3yem a rêza "hûrgilî"yê, "Me Çi Xwend Çi Nexwend" bi amadekariya Fahriye Adsayê, vê îlonê li Pallê ye!
Franz Kafka’nın "Dönüşüm" romanında Gregor Samsa, bir sabah uyandığında kendini dev bir böceğe dönüşmüş olarak bulur. Ancak o anki en büyük endişesi böceğe dönüşmesi değil; işe geç kalacağı ve patronuna vereceği hesaptır.
Hikâye ilerledikçe asıl gerçek ortaya çıkar: Yıllarca sırtında taşıdığı ve onsuz yapamayacaklarına inandığı ailesi, Gregor para getiremez hâle gelince kendi başlarının çaresine bakmaya ve çalışmaya başlar. Hatta bir süre sonra onu evde istenmeyen bir yük olarak görürler. Gregor'un ölümü ailede yastan ziyade bir rahatlama yaratır.
Yazarın bu kurgusu, modern sistemin ve faydacı ilişkilerin yalın bir özetidir: İnsanın değeri, sisteme ya da çevresine sağladığı fayda kadardır. Üretmeyi ve o faydayı sağlamayı bıraktığınız an, en yakınlarınızın gözünde bile bir böceğe dönüşmeniz işten bile değildir.
Di sala 1982an de ji Mêrdînê, ji bo pêşbaziya sporê em çûbûn Enqerê.
Wê wextê di dibistana navîn, sinifa 3yan de bûm.
Li semta Ulusê min xwest ji xwe re cotek gore bikirim.
Çûme ber dikanek piçûk, du jinên çarşefkirî, ji dikanê li ber derketinê bûn.
Ji xwediyê dikanê re bi Kurmancî tiştek gotin, xatir xwestin û derketin.
Xwediyê dikanê, xortek di salên min de bû.
Li navenda Enqerê rastî Kurmancî hatibûm; pir şaşmayî mabûm.
Ez ketim hundirê dikanê û bi Kurmancî min got:
-Cotek gore bide min.
Ez bûbûm şahidê axaftina dikandar û wan jinikan, min jî ji dikandar rasterast bi Kurmancî gore xwestibû.
Di wan salên xwe de min nizanîbû li Enqerê, Qonya, Kirşehir, Yozgat, li Aksarayê û li wan derdoran Kurd hene.
...
S. Çevik, ji jimara 175an.
Edîtorên Dosyaya "Kurdên Anatoliya Navîn": @IdeliMehtab@ademoezguer@nubihar
Îsal, 50 saliya nivîskariya Rohat Alakom e. Pîroz be!
Rohat Alakom (Ali Aydın) ku bi dehan lêkolîn kirine ser civak û dîroka Kurdistanê, di payîza sala 1976an de nivîseke wî ya bi navê “Kızılay ve Gençlik” xelata yekemîn werdigre û di kovara “Kızılay Dergisi” de tê weşandin.
Ev 50 sal e xebatên wî berdewam in, bi hêviya 50 salên din em li bendî xebatên wî yên nû ne.
Dost û hevalên hêja
Ev dem û hemû demên we baş be.
Derfet û mecala we hebe, kerem bikin werin
Galaya Belgefîlma
Dîwarê Me Jî Hilweşandin
û Gotûbêje me.
Roj: 11.07.2026. Sêşem
Saet: 19.30
Emê li cihê salona Hotel Araratê pêk bînin...
Xelata Rûmetê ya Avestayê
Weqfa Kulturî ya Avesta ku bo geşedan û parastina kultura kurdî hatiye avakirin dê ji sala 2026an pê ve her sal Xelata Rûmetê ya Avestayê bide.
Armanca Xelata Rûmetê ya Avestayê darîçavkirina wan kesan e ku qedr û qîmetê kultura kurdî parastine, xurt kirine, veguhastine bo nifşên dahatûyê û bi berhemdariya fikrî ya ji her qadê bûne reng û dengekî nû.
Bi vê xelatê em dixwazin kesên di qadên kulturî yên cuda de berhem dane, bi berhemên xwe rê li ber me vekirine, bo xebatên kurdî bûne pêşeng û bûne parçeyek ji berdewamiya hizr û bîra kurdî, bêhtir derbixin pêş û qedrê wan bigirin.
Li gel ku her kes dikare bo Weqfê namzedan pêşniyaz bike, kes jî dikarin bo Xelatê xwe wekî namzet nîşan bidin.
Biryara dawî ya kesê ku xelat heq kiriye dê ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya Weqfa Kulturî ya Avestayê ve bê dayîn.
Xelat dê her sal li ser navê kesayetekî dîrokî/navdar yê cuda bo kesekî bê dayîn û ya pêşî dê Cotmeha sala 2026an li Diyarbekirê bi merasîmekê bê pêşkêşkirin.
Bo kesê hêjayî xelatê;
Plaket,
100.000 lîre û
Seteke kitêban a taybet, têkildarî qadê wekî diyarî bê dayîn.
Kesê bixwaze namzedan pêşniyaz bike dikare heya 15ê Îlona 2026an ji [email protected] re binivîse.
Weqfa Kulturî ya Avesta
Îro min di ferhengekê de ev gotina pêşiyan dît ku pir watedar e: “Ahmedê Xanî belgiê (balgî, balîf) ber serê cimaetê ye” (Hecîyê Cindî, Meselok û Xeberokêd Cimaeta Kurda, 1985, rûp.48). Ev mezinê kurd tenê evqas xweş bi zarekî edebî dikare bê nasandin!
Doktorê wî dibêje, dermanê wî li Amerîka heye û di 3-4 mehan de birîn gelekî baştir dibin. Lê ew derfeta malbata Mihemed nîne ku wî bibin wir û derman bikin. Ew, hewara xwe digihînin xêrxwazan.
Diyarbekir (Amed)’in Silvan (Farqîn/Meyâfâriqîn) ilçesinde imamlık yapan, 28 yaşında ve 7 dil bilen dostumuz Mele İbrahim Varlık; misafir ettiği konuğuyla birlikte, Kürt tarihinde önemli bir yere sahip olan Demirci Kawa ile ilişkilendirilen Silvan (Farqîn)’ın Heldâ köyünde bu meseleyi Farsça olarak müzakere ediyor.
Ji penceraya Nûbiharê silav û spasî ji bo te @AbdullahIncekan û ji bo her kesî.
Pîroz be, yekem car Dîwana Goethe bi Kurmancî derket!
***
Girîngiya vê Dîwanê:
Dîwana Şerq û Xerbî yek ji stûnên edebiyata cîhanê ye û ji tarîxa ku çap bûye vir ve ciyê xwe yê mustesna her diparêze. Bi form, muhtewa û zimanê xwe, ew di kanona edebiyata Ewrûpî de tekane kitêb e ku di nav du cîhanên ji hev cihê yên “şerq” û “xerb”ê de pirekê ava dike. Ji ber vê taybetiya xwe Eric Ormsby wê di vê sedsalê de ji wek berhemeke şoreşger bi nav dike.
Dîwana Şerq û Xerbî ji 1819an hetanî niha bi gelek zimanan weşiyaye. Cara ewil e, wergera Kurdî ya vê berhema ji wêjeya cîhanî ciyê xwe li kêleka wergerên bi zimanên wek Îngilîzî, Fransî, Çînî û gelekên din digire.
Dîwana Şerq û Xerbî îcar bi wergera Abdullah İncekan bi “durrê lîsanê Kurdî” olan dide.
https://t.co/MHLIaSubGU
@nubihar
Di vê vîdeoyê de gelek nav têne gotin.
Welatê meriv parçe be; ruh, hest, zanîn, bi kurtî dinyaya meriv jî parçe dibe.
Navên li vêderê têne gotin, yan me nebihîstine; me bihîstibin jî me nexwendine.
Ji bo milletekî ji felaketan felatek jî ev e.
2017 yan jî 2018 bû.. Konserta @ararattmem li Enqerê hebû. Berê konsertê rojek ji nişkavde hat serlêdana me. Surprîzek xweş bû. Bi hatina wî em bextewar bibûn.. 💛❤️💚