Vê êvarê!
dikevim tayê
û
tiliyên sondxwarî bêslî dikim.
li ber bayê hevokên diherikin nakevim !
her dimirim,
ez ê dilê xwe rehet bikim!
Egîd / Zînê-olojî
têbîniyek ji mêlandina dahatiyê...
-her saet ji keserekê afiriye û ew jî ji bo derbasînê sêtla nêrînê ye.
dibîne û gelekî biêş e.
çimkî bibîne !
wê biêşe...
Egîd / Parrhesîa
[Zîn]
Xwezka hama carekê min tu bidîta û li ser van derd û kulan, heta ku ji min bihata min tu himbêz bikira.
dû re min li te binêriya, binêriya û binêriya…
dizanim ji kela ez ê kelogîrî bibû ma,
eynî weke anha !
wekî a-ni-ha
wê ji emrê min biçûna !
Egîd Dudêryan - Dil
[Zîn]
zehf e…
ji hêsirek ziwa re “kul”
tu, êş î di hestiyê bajêr de…
şopa lingên me,di himbêza dawî ya sêkeratê…
te mîna pencişêre di hindir de konê xwe vegirtiye.
û êdî tu tişt wê nikaribe pişta min bişkîne…
Egîd Dudêryan / Dil
[1]
Xûlqa şêrîn,
şekirokî…
ber bayê te ketim û ji dilîna dildarekî(ez) re hesreta sedsaleyan.
ku tu bibişirî, xwedzayekî xwezayî wê ji vî evdî re bibe diyarî…
lê ger tu ewil ji min fêhm bikî!
gelo tu ji min fêhm dikî ?
Egîd Dudêryan / Mem û Zîn
-qet ne xem e ! ji sersariyê re sar û ji sermayê re jî sersar im ! ji fêhmkirinê dûr û ji fêhmê re jî bêaqil im.
-çima gelo ?
-hema…
Egîd Dudêryan / hassiktirolojî
di nav tenêtiya xwe de me.
tenê û xwe bi xwe…
hawilgermekî bê navnîşan,şîretên mirinrêyekî devkafilî li min dike.
lê dayîkek min heye !
ku ez pêşiya wê bimrim…
sond xwariye wê şîrê xwe li min helal neke !
-Egîd Dudêryan-