Enfal 15-Gelî ên bawerî anîne! gava hûn bi komikî hin bi hin rastî ên kafir bûne hatin, êdî hûn pişt nedin wan nerevin.
16- Kesê wê rojê pişt bide wan bireve ji pêştirê ê ku ji bo ser diçe alîkî din yan ê diçê bal destekî din cîh digre pêve, êdî bi rastî ew bi hêrsek-xezebek ji…
Enfal9-Dema we hewarê li perwerdekarê xwe daxist -we alîkarî dixwest, vêca wî bersiva we da ku bêguman ezê bi hezar ferişteyên li peyhev, alîkariya we bikim
10-Xuda wê her kir mizgîn û ji bo dilên we pê bikeve cîh. Alîkarî her ji cem Xuda ye. Bêguman Xuda, serkeftî ye hîkmetdar e
Enfal 4- Bawermendên rastîn her evên han in. Ji wan re li cem perwerdekarê wan hin paye û bexşandin û roziyek rind heye.
5- Çewa ku perwerdekarê te, te ji mala te bi rastiyê deranî û bêguman bêdilê destekî ji bawermendan bû.
6- Ew, piştî rastî kifş bû jî dîsa hey bi te re tê de…
Enfal 2- Bêguman bawermendên rastîn ew in ku gava Xuda tê di bĩr anîn dilên wan ditirsin û gava ku ayetên wî li ser wan têne xwendin baweriya wan hê pirrtir dibe û ew her xwe dispêrin perwerdekarê xwe.
3- Ewên ku limêj dikin û ji tiştê me rozî daye wan didin.
8/ SÛRETÊ ENFAL
Binavê Xudayê Mihrîban î Dilovan
1- Ew ji talanê cengê ji te dipirsin. Tu bêje ku: "Talanê cengê, ê Xuda û pêxember e. Vêca hûn ji Xuda bitirsin - xwe biparêzin û nava xwe li hev bikeys kin û eger hûn bera bawermend in, bibin peyrewê Xuda û pêxemberê wî."
Araf202-Ũ birayên wan (ên pelîd) ew wan kaşî nezanî û xerabiyê dikin; paşê kurt nakin-venagerin.
203-Û gava tu ayetek ji wan re naynî, dibêjin: "Ma çima tu jiber xwe ve wê çênakî?" Tu bêje ku: "Bêguman ez tenê didim pey tiştê bal min ve tê wehî kirinê. Ev a han ji komela bawerî…
Araf 199-Tu, têborîn û hêsaniyê bigre û emrê bi genciyê bike û ji nezanan rû bizivrîne.
200-Û eger hêrs û lezek ji pelîd te girt - di dilê de piste pist çêbû, tu xwe bavê Xuda. Bêguman ew baş sehkir e têr zana ye.
201-Bêguman ewên xwe parastine gava destekî ji pelîda têkilî wan…
Araf 196-"Bêguman yar û yawerê min her Xudayê ku kitêbê daxistiye ye. Ew hey yar û yawerê qencan e."
197- "Ewên ku hûn bêyî wî gazî wan dikin, nikarin yariya we bikin û ne jî yariya xwe bikin.
198- Û eger hûn wan gazî bal rêya rast ve bikin ew nabihîzin. Û tu dibînî ku ew li te…
Araf 193-Û eger hûn wan gazî bal rêya rast ve bikin, ew nadin pey we. Çi hûn gazî wan bikin û çi hûn bêdeng bimînin li ser we wek hev e.
194-Bêguman ewên ku hûn ji Xuda pêve gazî wan dikin, ew jî hin bendeyên wekî we ne. Vêca hûn gazî wan bikin, êdî eger hûn bera rastgo ne bira…
Araf189-Ew e ê ku we ji canek tenê aferand û jê hevala wî jî çêkir ji bo pê bisekine-hewya wî bê. Vêca çi gava xwe lê rapêçand-çû balê barek sivik hilgirt - bihemle bû. Vêca hin pê bihuri. Vêca çi gava bar giran bû, herdûya jî gazî Xudayê perwerdekarê xwe kir ku:"Eger tu sebîkî…
Araf 187- Ew ji te dipirsin ku danê qiyametê ka lenger avêtina wê kîngê ye? Tu bêje ku: "Bêguman zanîna wê tenê li cem perwerdekarê min e; ji wî pêve kes wê di wextê wê de diyar nake. Ew di asîmana û zemîn de veşariye; ewê hey ji nişkavde bête we. Ew ji te dipirsin her wekî ku…
Araf 185- Ma ew li meznaya mulkê asîmana û zemîn û tiştê Xuda aferandiye nanêrin? û ku dibe bi rastî ecelê wan nêz bû be? Vêca piştî wê wê bi çi peyvê bawerî bînin?
186- Xuda kĩ ji rê şaş bike, êdî tu rêberê rêya rast jê re nîne; û wê wan di serkêşiyan wan de şal û heyîrî bihêle.
Araf 182- Û ewên ayetên me derewandine, emê wan hin bi hin ji alîkî ku nizanin ve nêzî (ezab) bikin.
183- Û ezê wan bihêlim. Bêguman xax û dafa min zor zexm e.
184- Ma ew nafikirin ku tu dînîtî bi hevalê wan (pêxember) re nîne. Ew tenê hişyarkirek aşîkar e.
Araf 180- Navên herî rind ên Xuda ne. Vêca hûn bi wana gazî wî bikin. Û hûn dev ji ewên ku di navên wî de çewtî dikin berdin. Ewê ji nêz ve bi tiştê dikirin bêne celat kirin.
181- Ji kesên me aferandiye komekî jî hene ku bi rastiyê dixebitin û pê wekheviyê çêdikin.
Araf 174- Em ayetan wuha ji hev diqetînin û hêvî heye ew vegerin.
175- Û tu xebera ewê me ayetên xwe dabûyê ku li ser wan bixweyne; vêca ew ji wan derket; vêca pelîd gihîştê, êdî ew bû ji rêşaşkirê têkçûyî.
176- Eger me bixwesta, me yê wî bi wan bilind kirna, lê belê wî hey xwe…
Araf 172-Û gava ku perwerdekarê te ji pişta zarûyê Adem zuryetê wan girt û wan li wan bi xwe kir danas. "Ma ez ne perwerdekarê we me?" Gotin: "Erê, em danas in." Ji bo ku hûn roja qiyametê nebêjin em ji vî bêhay bûn.
173-Yan ji bo ku hûn nebêjin:
"Bêguman berê bapîrên me şirîka…
Araf 170- Ewên ku hişk bi kitêbê digrin û limêj dikin, bêguman em destmuza qencîkaran beyhûde nabin.
171- Û gava me çiya wekî sîwanekî bi ser wan de rakir û guman kirin ku bera wê bi ser wan de bikeve. "Tiştê me daye we hûn bi hêz û jidil pêgirin û tiştê tê de di bîr bînin hêvi…