MEMÊ ALAN
Destan û çîroka Memê Alan, serokê welatê Mexribîyê û sultanê Kurdan e. Keça bi navê Zîna Zêdan ji alî perîyan ve, şev nîvê şevê radikin, dibin li ber textê/yataxa Memê datînin. Memê Alan û Zîna Zêdan, dilê xwe dikevin hev, eşq û evîna bêhempa dest pê dike.
Parka mezin ji bo zarokan û malbata zarokan cih û warê kêfxweşîyê ye.
Zarokno! Pirtûka ji no zarokan "PARKA MEZIN" bixwînin.
Ji bo Kurdan bi zimanê kurdî jîyan xweş e!
@nubihar@wmezopotamyaye
Kurdolojî
pirtûkek nuh di warê Kurdolojî de bi navê”( Kurdistana Iraqê di polîtîka Brîtanya de piştî şerê cîhanê ye yekemin 1918-1924” ) hate çapkirin, pirtûk ji alî serokê beşa Kurdî ya înstîtûta rojhilatnasîyê a akademîya zanistî a Rûsya yê Kîrîl Vertyayev de hate amadekirin
#Amed
Di belgeya Sala 1669an a Arşîva Osmanî (BOA) de navê bajêr wek "Madîne-i Âmed" (Bajarê Amedê) derbas dibe.
Di berhem "Târîhu’z-Zamân" a dîroknasê suryanî Îbnul-Îbrî de jî bajar bi navê Amed (آمد) tê bîranîn.
@KovaraBirnebun Piştî çend mehan kovara Bîrnebûn (Dengê Kurdên Anatoliya Navîn) dikeve 30 saliya xwe (1997-2027). Bîrnebûn ev deh sal in her bi periyodîk derdikeve. Hêvî dikim ku ev kovara hêja 30 saliya xwe dê bi şahî û bi hejmareke taybet pîroz bike bo siberojê "neyê ji bîr kirin!"
ZAROKÊN ME
Zarokên me delal in
Tev ji şîrê helal in
Nevyê Kawayê Kal in
Şêr in, jîr in, wêrek in
Jêhatî ne, zîrek in
Mîna Rustemê Zal in
Ji hevdu re xêrxwaz in
Aşîtiyê dixwazin
Ji hevalan re pal in
Nas dikin bav û kalan
Rêzdarê ap û xalan
Zarên Seîdê kal in
Hez dikin ji xaletan
Ji xwişkan û ji metan
Bo wan her xweş galgal in
Ji xwendinê hez dikin
Bo zanistê lez dikin
Loma her bi sewal in
Saxlem in, pir bi hêz in
Xwezayê diparêzin
Çi dar in çi ajal in
...
Mistefayê Gewrê
Her geliyek bendek lê tê.
Yarê neyar e, koç û bar e.
Zozan xweş in, bi koçeriyê.
Li ba derewçînan warê koçeran reş e.
Yê dike jî poşman e yê nake jî poşman e.
Hirç û govend, şivan û dîwan, rovî û sûk, kevrok û devlok, koçer û pîvazterk/tirşk?
Gotinên pêşiyan
Ziman, ne tenê ziman e (her tişt e)
Wêne: Hişê Çêkirî - HÇ (AI)
Ew kesên ku Îslamê bi kar anîn ji xwe re dewlet ava kirin, tevî ku Kurd misilman bûn jî rê li ber dewletbûna wan girtin. Hatin ser xaka me bûn mêvan û piştre xaka me dagir kirin, paşê jî îdîa kirin ku ew xak ya wan e.
— Şêx Mürşid Maşûq Xeznewî
Musîkên filîman ên tên zanîn zaf in lêmusîkên romanan min nebihîstîye. (miheqeq hene)
Stranên BÎRê hene, stranên SPÎROJÊ, stranên BELALÛKê jî.
Ev stran jî straneke ÇELLOyê ye.
neçim rê dûr e
biçim hê dûrtir...
https://t.co/JMTl00B0qO
Nîşeyek dîrokî ji Teberî..
Padişahê Eşkanî Erdevanê V'yemîn, di nameya xwe ya ji bo damezrênerê Sasanî Erdêşîr re, wî wekî "Kurdê ku di konên Kurdan de mezin bûye" pênase dike.
++++
1/2
Şîna(tazîya) swêdiyan ne wek şîna me ye. Swêdî mirinê bê gilî û gazin, bê girî qebûl dikin.
Gava yek dimre swêdî wek me hestên xwe nadin der, nagirîn, jin kilamên şînê nabêjin, 2-3 rojan şînê çênakin, kes naçe sersaxiyê.
https://t.co/vPqhWSbbXG
Egemen kurucu iradenin Kürtlerle ilişkilerde zaman zaman dile getirdiği "mücahitler" ile "yoldaşlar"kültürü daha da sağlamlaştırılıyor. Tabi bir de "inkılapçılar" da var.