18 - 21ê Hezîranê
Li ser gundê kevnare yê Tûşbayê, li ber dîmena bajêr û çiyayên berf girtî...
Rojên Wêjeyê yên Pirtûkan ên şaredariya Tûşbayê dest pê dikin!
Guhdarî, gotûbêj, imza, muzîk û hevaltiya pirtûkan... #bajardiaxive
Ne rejima statukoperest û zordest ne jî mudaxeleya emperyalîst,her bijî xeta 3yemîn a gelan.Lewra bêyî demokrasî û azadî,dawî li darvekirin û tepeserkirinê nayê.Agirbest jî bidomê, şer jî raweste; êrîşên rejima zalimkar a li ser Rojhilatê Kurdistanê zêde dibin
#NAJiDarvekirinanRe
Ji Ferzad Kemanger heta Mojteba Waîsî bi hezaran Kurd hatin qetilkirin. Lê îro dilê Ferzad Kemanger di sîngê her zarolekî de lê dide. Gotina Mojteba Waîsî ku dibêje “Berxwedan bi xwe jiyan e” dê her tim di guhê me de be. Bimre rejima darvekirinê!
#NAJiDarvekirinanRe
Yek Kurd nîn e ku dilê xwe bi darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tên neêşe. Her çiqas welat çar parçe be jî hest û raman yek e, gelê Kurd yek e. Bala xwe bidin Rojhilat, deng bidin Rojhilat, guh bidin Rojhilat!
#NAJiDarvekirinanRe
Şerê Îran û DYE / Îsraîlê rawestiya, lê Rojhilatê Kurdistanê hê jî di bin metirsiyê de ye. Zext û zordariya li ser gelê Kurd berdewam e, lewra darvekirinên girtîyên sîyasî berdewam in. Ji bo xwişk û birayên xwe tu jî deng bide, gav biavêje. #NAJiDarvekirinanRe
Rejima tepeserker a Îranê dixwaze ku ala ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bîne xwarê. Girtîgeh bi kesên vê ala bilind dikin ve tijî ne. Ji wan hin kes hatin darvekirin, hin kes hê jî di bin metirsiya darvekirinê de ne. Dem dema piştevaniyê ye.
#NAJiDarvekirinanRe
Rejima otorîter a Îranê di nava şert û mercên şer de jî dev ji darvekirinan bernade. Tenê di nava 5 mehên dawî de herî kêm 43 girtîyên sîyasî hatin darvekirin. Dengê xwe bilind bike ca ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ev zilm bi dawî bibe. #NAJiDarvekirinanRe
Spas ji hemû dayikên ku zimanê Kurdî bi şîrê xwe dane me, ji hemû mamosteyan ku ew bi awayekî fedakar hîn dikin, û ji hemû nivîskar, hunermend û ciwanên ku bi Kurdî dinivîsin, diaxivin.
Em ê zimanê xwe biparêzin, bi pêş bixin û li her derê bi dengê bilind bidin bihîstin.
Îro em bi serbilindî zimanê xwe yê dayikê, zimanê Kurdî, pîroz dikin. Zimanê Kurdî ne tenê peyv in, ew dilê me ye, dîroka me ye, çanda me ye û nasnameya me ye. Bi hezar salan e ku ew li ser vî axî dengê azadiyê, evînê û berxwedanê dide.
#15êGulanê#RojaZimanêDayikê
Bijî Kurdî
Îro em bi serbilindî zimanê xwe yê dayikê, zimanê Kurdî, pîroz dikin. Zimanê Kurdî ne tenê peyv in, ew dilê me ye, dîroka me ye, çanda me ye û nasnameya me ye. Bi hezar salan e ku ew li ser vî axî dengê azadiyê, evînê û berxwedanê dide.
#15êGulanê#RojaZimanêDayikê
Bijî Kurdî
Qazî Mihemed, di 31ê Adarê 1947an de, li Meydana Çarçira ya Mahabadê ya Îranê, hat bi dar ve kirin.
Ev yek ji kûrtirîn û mezintirîn birînên di dilê gelê Kurd de maye...
#QazîMihemed
Zimanê Kurdî ne tenê peyv in, ew ruhê netewekî ye!
Ji bo parastina zimanê xwe em dikarin rolekê bilîzin.
-Her roj bi Kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin
- Zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin
- Medyaya civakî bi Kurdî bikarbînin
- Bi pirtûk, stran û fîlmên Kurdî piştgirî bidin.
Îro di encama êrîşa hovane û xayînane ya Îranê bi êrîşa 6 mûşekên balistîk 6 pêşmergeyên qehreman şehîd ketin.
Em vê êrîşa bêexlaqî, ku li dijî hemû pîvanên mirovahî ye, bi tundî şermezar dikin.
#pêşmerge