Deh sal di ser qetilkirina hiqûqnasê kurd Tahir Elçî re derbas bûn. Lê belê hê jî kujer nehatiye girtin. Tahir Elçî li ser rêya edaletê, dengê aştî û azadiyê bû. Em wî ji bîr nakin.
#tahirelçi
Me bi xemgînî bihîst ku Hevşaredara Cizîrê ya serdema berê Berivan Kutlu çû ber rehma xweda û em gelekî pê êşîyan... Têkoşîna wê û berxwedana wê em qet ji bîr nakin. Rehma xweda li wê be û em dibêjin; serê malbatê û serê gelê kurd saxbe. 🥀
Hey qehreman milletê Kurd şerm e tu razî
Meydan bidî dijmin û li qada te bibazî
Her çar terefan cîgehê teh`qîr û tinaz î
Ger heq tu nexwazî kî ye heqê te bixwazî...
Em helbestvan û nivîskarê gelê kurd Cegerxwîn bi rêzdarî û bi gelekî hezkirin bibîrtînin...
📢 DAXÛYANÎYA ÇAPEMENIYÊ
Em nêzîkatiya TFFê û Koleja TEDê ya li dijî zimanê KURDÎ bi tundî şermezar dikîn. Em li dijî erîşên li ser zimanê KURDÎ dengê xwe û têkoşîna xwe
bilind dikin.!
ZIMANÊ ME XETA ME YA SOR E.
Cezayê ku li dijjî Amedsporê hatîye birîn, em wekî Komeleyên Zimanê kurdî vê êrîşa li dijî ziman, hebûn û nasnameya Gelê Kurd dibînin. Em vê yekê qebûl nakin û bi tundî şermezar û lanet dikin.
Em Apê Mûsa di 33yemiîn salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û bi hezkirineke bê dawî de bi bîr tînin... Em mîrasa te didomînin û her tim li dû şopa te ne.
Îro rêveberîya partîya DBP,DEM û Parlementerê me Sabahat Erdoğan Sarıtaş û hevşaredara me Sofya Alağaş hatin serdana sazîya me. Li ser pêvajoyên giştî, nîqaş û agahdarkirinên me çêbûn. Ji bo vê serdana dilgerm em spasîyên xwe pêşkêş dikin.
Me wek saziya çand û ziman a Botanê bi şîara "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê" meş û daxûyanîya xwe pêk anî. Ta kû em zimanê xwe bikin zimanê fermî dê têkoşîna me bidome.
#perwerdeyabikurdi#statûyabikurdî
Me îro wek "Platforma Ked û Demokrasîyê" bi minasebeta "1Ê ÎLONÊ ROJA AŞTÎYÊ YA CÎHANÊ" li nava bajêr meş lidarxist. Û dû re jî me daxûyanîya xwe xwend. Di dawîyê de me bi coşeke mezin govend girt û bernameya me qedîya.
#1êîlonêrojaaşitiyêyacîhanê#1êîlonê
Em weke komeleyên zimanê kurdî vê nêzîkatîyê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin, Dîyanet vê nêzîkatîya xwe ya li hemberî zimanê kurdî rast bike û xizmeta bawerîyê ya bi kurdî di hemû qadên jîyanê de pêk bîne.
Me biryara Walitiya Îzmîrê ya ku ji Şaredariya Konakê xwestibû ku Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta mohr bike, protesto kir.
Em bi tevahî bêtehamulî û nêzîkatiyên nijadperest ên li hember zimanê Kurdî red dikin. Em ê li dijî her êrîşa li ser zimanê xwe bisekinin.
@DemSiirt@avkenanbilge@revsanarslan56@KomeleyaBotan
Biryara ku Walitîya Îzmîrê di derbarê mohrkirina Komeleya çand û ziman a AVESTAYÊ de dabû, me jî wek Saziya çand û ziman a Botanê bi daxûyanîya çapemenîyê şermezarkir. Carekî din em dibêjin nêzîkatîyên xwe yên li hemberî zimanê me biguherînin...
#BIJÎTÊKOŞÎNAZÎMANÊKURDÎ
📢 BANGAWAZÎ 📢
JI BO RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENÎYÊ.!
Em jî wekî sazîyên zimanê kurdî biryar û kiryarên li hemberî komeleya çand û ziman a AVESTAYÊ şermezar dikin û em dibêjin demildest van êrîşan paşvevekişînin.!
#BIJÎTÊKOŞÎNAZIMANÊKURDÎ#PERWERDEYABIKURDÎSTATÛYAKURDÎ
📢 BANGAWAZÎ 📢
Xebatên me bê navber didomin. Em atolyeya ziman a ji bo zarokan didin destpêkirin. Em dibêjin bila malbat di vê hêlê de hişyar bin û werin qeydên zarokên xwe çêbikin.
Em bi zimanê xwe hene.
Bila zarok bi zimanê dayikê binivîsin, biaxivin û bixwînin.