Ji bo 8ê Adarê
Baskê bazakî şikandin
Asîman firrînek wenda kir
Ça'vê xezalekê korr kirin
Awirek ji kîsê deştê çû
Guleyek ket qirika kewekê
Çiya stranek wenda kir
Kulîlkek binpê kirin
Bilbil bêhnek wenda kir
Lê dema ku jinek kuştin
Evînek ji kîsê hemû dinyayê çû
Dil yek e işq-i yek bit aşiqan yek yar-i bes
Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-i bes
Min di benda zulfekê dil da bi destê pîrê işq
Lew di işqê da ko best ihram û yek zunnar-i bes