Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku konferansa “Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava” dê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin.
Yekîtiya kurdî pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd li Sûriyayê ye.
Em hêvîdar in ku hemû alî wê berpirsyariya xwe ya netewî bicih bînin.
Bi vê boneyê, em hemû aliyên ku di pêkanîna vê gavê de bûn alîkar spas dikin û ji xebatên konferansê re serkeftinê dixwazin.