@erzihalnivis Kek Zal, ezê te dîsa aciz kim. Zû da ye ser "divê, dibê, debêt..." melheze dikim. Gumana min ew ne ji "vîn"ê belê ji fiêlek e din e û elaqa wê bi (بایستن) "bāyastan"a farsî heye. Belkî dengê b û v bi hev guherîbin. Îhtimala din ku tê bîra min lêkera "bûn"ê ye.
@erzihalnivis Spasiya te dikim! Li hêla Dêrsimê "piyê (hêla) yêkî kirin" bi mana "birinin tarafını tutmak" tê gotin. Lê ez bawer dikim mînaka te ya dimilkî ji bo arîkirinê bû, dîsa jî min xwest wek agahiyekê bidim.
@erzihalnivis Kek Zal, raya te li ser etîmolojiya "alî kirin"ê çi ye? Hinek dibên "arî kirin" û bi "yar" yanê bi "yariden"a farsî girêdidin û hinek jî dibên ji "alî" yanê hêl/pî/teref hatiye. Yan jî yarîkarî/harîkarî jî heye. Qenaeta te çi ye li ser guherîna peyvê?
@kurdek0 Min li cem Bilîsiyan, Mûşiyan û Dêrsimiyan bihîstiye. Lê li Dêrsimê tenê di kesê sisiyan û raweya bilanîyê da lê rast hatime û ne tenê "kirin" hinek lêkerên din jî wiha ne.
Ew dikerî.
Bila bikerî!
Lê awayê "normal" jî li kar e. Yanî xelk "ew dike", "bila bike" jî dibêje.
@erzihalnivis Kek Zal, tu qet rastî peyva "bîter" hatî di ferhengên zimanên din da? Ev peyv li aliyê Sêvazê û Dêrsimê heye. Qasî min fam kiriye bi mana "bihuner" yan jî "jêhatî" ye. Mi go, belkî te ha ji etîmolojiya wê heye.
@Ez_ki_me@DersaTaybet Li ser mesela erebê û sînonîmên wê gotineke min tune, jixwe te her tiştek bi zelalî gotiye. Lê bala xwe bide nivîsa xwe ya bin vîdyoê "peyam bişînin". Bawer im tu bêhemdî tesîra tirkî da mayî. Bifikirî tu yê bixwe lê biarqilî. Tewandin lazim e: "peyamê yan jî peyaman bişînin".
@XalidSadini Kekê Xalid tu naxwazî kitêbên peywendê li ser Google Playê bifiroşî? Ew jî îhtiyacek e. Geh gehan mirov dixwaze kitêbên xwe li her derekê bixwîne û ji bo vê jî kitêbên dîjîtal minasib in. Mixabin bi tenê Nûbihar heta niha gelek kitêbên xwe di wê platformê da difroşe.
@akeskinavesta Kek Evdila ji bo serrastkirina xeletiyên nivîsînê kes berî çapkirinê kitêban naxwîne? Min îro "Nameyek ji bavê min re" dixwand û mi dî ku gelek xetayên îmlayê tê da hene.