Erê bi Xweda qumaş baş e. Heke qumaşê Kurdî bi folklor û edebiyateke qewî ve nehatiba raçandin Wellahî niha wêran bibû...
Lê bila kes xem neke, tiştek li zimanê me nayê...
Saziyek me ya ziman hebana ev qengeşî nedibûn. Madem saziyek tuneye, bila heyeteke giştî bicive, çi biryar bide ser çavan emê qebûl bikin. Weke her kesî me jî bi “de”, “re” û “ve”yê dest pê kir; niha piştî ewqas salan dibêjin vegerin “da”, “ra” û “va”yê.
Hemî kesên ku xwe zimanzan dibînin û li dijî rastnivîsa nemir Celadet Alî Bedirxan rêzimaneke nû derdixin û serê kurdan tevlihev dikin tev ji ber rastnivîsa Celadet Alî Bedirxan hînî rastnivîsa kurdî bûne. Divê kurd destûra perçekirina ziman nedin. Yek rastnivîsa me heye bes e.
Berpirsê vê tevliheviyê Rêveberiya Çapemeniya Kurd e. Çapemeniyê xwe wekî Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî li ser her derê fers kir. Saziya Zimanê Kurdî jî bû navenda wergera partiyê.