EZDA
Şahbanûya porsor a Kurdistanê
Min xwe bi peyvan ve negirt ji bo ku te wesf bikim.
Ez nikarim te jî bi bîr bînim
Ez naxwazim te jî nemir bikim.
Tu hîn nemiriye, Ezda
Belê, ez dereng bûm di naskirina te de
Lê belê mîna ku tu bi sedsalan di hundirê min de dijî, Ezda
Ezda; xwişka min, dayêka min û hevala min
Agirê Kurdistanê di dilê min de
Tu dozeke bêdawî yî û ez xulama wê rêyê te me.
Ezê te sax bihêlim û ezê te bidim jiyandin.
Bêhna te ji çiyayên ku te lê lingên xwe pê kiriye radibe.
Ew bêhna ku min qet nebihîstibû û nas nedikir.
Dengê te guhên min dikşîne.
Ew deng ku min qet nebihîst û lê ji bîr nekir
Tu dê di hundirê min de wek ava jiyanê biherikî, Ezda.
Ezda, jina çiyayî ya bi bîhna gulê
Jinek ku porê wê evînê dibiriqe
Jinek ku dilê wê bêhna dadmendî dibiriqe
Her çend danasîna te dijwar be jî
Em ê ji axaftina li ser te bêtir te bijîn.
Razê, Ezda, razê.
Şervanê porsor ê Kurdistanê
Derbasî Be Kurdistan
Ez ji ber erdhêja ku li navçeya Karakopruya Rihayê çêbüye û di serî de li Amedê û li bajarên derdore ji hatiye hîskirin, ji bo hemû welatêyên xwe yên ku bandor ditine silametîyê dixwazim.
#deprem