Teqez alîyekî me her ku diçe ber bi yekbûn û netewebûnê ve diçe. Rihê ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xwedî derket, ji vê aliyê me der bû. Bi hêviya ev aliyê me tim geş bibe/geş bimîne.
#DefendRojava
Ji raya giştî re
Romana min "Kavirên Anarşîst" dewletê qedexe kiriye, ez şermezar dikim, ev hunerkujî ye, hovîtî ye, wêjenenasî ye, qedexekirina zimanan e, qedexekirina kurdî ye. Ez ê li her qadê romana xwe biparêzim, ez ê li her qadê kurmancî biparêzim.
100 sal berî niha navê Dagirkirina Kurdistanê kiribûn "Plana Şarq Îslahatê".
Niha jî ji "Desteserkirin/Zextkirinê" re dibêjin "Ji Erkê Dûrxistin."
Serê we bixwe QEYÛMên we !
"hûn ê me qir bikin?
xwelî li serê we be!
ger em bimirin jî,
em ê tenê dîlîtiya xwe
ji dest bidin, wenda bikin.
ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
ger em bên kuştin jî,
ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?"
#RecognizeYazidiGenocide