Rojekê
Di otobusa belediyê de çavê mêrik bi yeka pirr qelew ket. Bi tinazî ji jinikê re got:
-Ma qey fîl jî li vê otobusê siwar dibin?
Jinikê qet xwe aciz nekir, got:
-Ev otobus wek Keştiya Nûh e, piştî ku kerê wek te lê siwar bin, helbet ewê fîl jî lê siwar bin.
Welat Bazîdî
Û...
Şevê
Şikestên giran xwarine!
li hember tunebûna te
pizotên keserên min asîman desteser kirine.
Û...
heyvê
çirûskên xwe wendakirine...
Sitêrk penaberin, dil penabere,
Ez penaberim, Tu penaberî..
Welat Bazîdî