KURDÎ~TÜRKÇE⤵️
BI KURDÎ:
Em leşkerîya Tirkan nakin! Û em li welatê xwe bi zimanê xwe diaxivin, em mejbûr nîn in bi zimanê serdestan biaxivin!
#Kurd#Kurdî#Kürtçe#کورد#کوردی
Bu sabah Vatan Emniyet Terörle Mücadele şubesinde burdaki paylaşımlarımdan dolayı “bölücülük ve terör propagandası” suçlamasıyla ifade verdim. Soruşturmaya konu olan tweetlerimin çoğu Türkiye’yle ilgili değildi. Düşünce ve ifade özgürlüğü kapsamında herhangi bir “suç” veya propaganda içermiyordu.
Kürtçeden yapılan çeviriler yarım yamalaktı ve bu dil bazı üniversitelerde okutulmasına, devletin birtakım kuruluşları Kürtçe kitap yayımlamasına rağmen, belli ki “tanınmayan”, “bilinmeyen” dil kategorisinde kalmaya devam edecek. Soruşturmaya konu olan cümlelerde “ne demek istediğimizi” anlatmak, yazdıklarımızı çevirmek durumunda kalıyoruz. Suç isnadı yapılmadan doğru düzgün bir çevirinin olması gerekmez mi? Bu Kürt diline karşı açık bir önyargıdır. Türkiye Kürt ve Kürdistan’la ilgili her şeyi daha ne kadar “bölücülük ve terör” parantezine sıkıştıracak? Düşüncelerimizi açıklamamız, geleceğimiz üzerinde söz sahibi olmamız yasal yaptırımlar ve baskıcı uygulamalarla engellenemez.
hêsir ji çavên min dibare
wek barana buharê
agir û mij, êş û elem
li ser me de dibare
"ev çend salin bindestan e
me ne cîh û ne war e"
gerek êdî em bizanin
kes me re nabe yare
📢JI NEWROZA NETEWEPERWERÎYA KURDÎ Û KURDISTANÎ YA LI MALABADÊ
🔴Wê şevê li wê derê peyrewên Şahê Xanî, Şêxê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibirî, Seyîd Riza, Elîşêr Koçgirî, Dayîka Zerîfe, Şêx Hefîdê Silêmanî, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî, Celadet Bedirxan, Leyla Qasim û hê gelek navên din ên vê meşa dîrokî ya neteweyî hazir û amade bûn!
#Vejin
📢Platforma Ciwanên Serbixwe bû TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ!
🔴TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ 17ê Adarê (17.03.2026) li Amedê li meydana Mizgefta Mezin hate ragihandin.
🔴Kurtenavê tevgerê: VEJÎN
🔴Daxuyanîya ragihandinê:
BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Silav û rêz û xoşewîstî
Îro vejîneka nû dest pê dike di dîroka Kurdistanê da. Îro ekoleka nû dest pê dike. Bingeha kevneşopeka nû tê danîn. Ev hişmendîya bilind a ku îro li vê derê amade ye ji kûrahîya dil û dîroka vî miletê bindest peyda bûye. Hewildana me ew e ku em wê îradeya pêşeng a neteweyî bi rêk bixin û rêbazeka nû bidine ber ber miletê xwe di doza neteweyî da!
Gîyanê vê serdemê û realîteya dîrokî-civakî ya Kurdistanê, doktrînekê li ser me ferz dike ku azadîxwaz be ji bo hemû cudahîyan û rizgarîxwaz be ji bo miletê Kurd. Êdî li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne bi Îslamîzma reel dibe û ne bi sekulerîzma reel dibe, divê ji her duyan jî were borandin. Êdî divê ji Îslama navend-Tirkî û navend-Erebî û navend-Farisî jî û ji sekulerîzma Kemalîzmê û Beisîzmê û hwd jî were borandin. Û hemd ji Xwedayê Kurdistanê ra ku me bi danîna rêbazeka irfanî û azadîxwaz û yeksanîxwaz ev yek pêk anî. Ev tevger, mala hemû Kurdistanîyan e; Îslamî jî û sekuler jî û hemû bîr û bawerîyên din jî dikarin bi nasnameyên xwe yên eşkere werine nava vê tevgerê. Li vê derê, ne tenê azadîya rojane, azadîya sîyasî-hiqûqî ya hemû alîyan tê naskirin; azadîya sîyasî-hiqûqî ya Îslamê jî û azadîya sîyasî-hiqûqî ya sekulerîzmê jî û hemû alîyên din jî. Ev projeya azadî û yeksanîyê ku çarerêya krîza Rojhilata Navîn e jî, heta îro bi dengekî bilind nehatîye ragihandin û bi rijdî parastina wê nehatîye kirin. Em totalîterîzm û despotîzm û jakobenîzma Îslamîzma reel û sekulerîzma reel red dikin. Îslameka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya dînên din û sekulerîzmê tê da nehatibe misogerkirin, ew Îslam li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Her wisa sekulerîzmeka ku tê da hemû mafên Kurdan nehatibin naskirin û azadîya Îslamê û dînên din tê da nehatibe misogerkirin, ew sekulerîzm jî li ba me bi tu awayî nayê qebûlkirin. Jixwe gîyanê vê serdemê jî di qada civakî-sîyasî da gîyanekî pluralîst e, kî şerî vî gîyanî bike dê bişikê.
Bihêztirîn çeka îdeolojîk a di destê serdestên Kurdistanê da dîn e, me ew çek jî êdî ji
wan sitand û berê vê çekê me da wan! Me gotara Îslamî hem di gel serdemê û hem di gel doza neteweyî ya miletê Kurd guncand. Êdî divê baş were zanîn ku doza neteweyî ya miletê Kurd îbadet e ji Xwedayê Kurdistanê ra. Xwedayê Kurdistanê helbet Xwedayê erd û asîmanan û hemû tiştên navbera wan e. Bi vî awayî me ew nakokîya sexte ji holê rakir ku di navbera Îslam û doza neteweyî ya miletê Kurd da, di navbera Xwedê û Kurdistanê da hatibû sazkirin. Me bingeheka bihêz û sîstematîk danî li dijî Îslamîzmên serdestan; divê Îslamîzma pêşeng-Tirkî û pêşeng-Erebî û pêşeng-Farisî ji Kurdistanê bicehimin biçin! Ev dekolonîzasyona gotara Îslamî ye li Kurdistanê. Piştî xwenasînê û hişmendîya dîrokî-civakî-sîyasî, qebûlkirina Îslameka din êdî ne mimkin e.
Îro li Kurdistanê helwesta herî birûmet û herî gerdûnî neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî ye. Ne tenê Kurd, divê hemû mirovên heqnas piştevanîya neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî bikin. Ev hem erkekî neteweyî ye, hem dînî ye û hem însanî ye. Êdî bayekî bihêz ê neteweperwerîyê dest pê kirîye li Kurdistanê. Bayekî wisa ye ku êdî tu kesek û tu hêzek nikare rê li ber bigire. Kîjan alî dijayetîya vî bayî bikin, ev ba dê wan bide ber xwe û bi erdê ve pehn bike û biçe. Êdî li Kurdistanê ji bilî rêbaza neteweperwerîya Kurdî û Kurdistanî dê tu rêbazeka din nikaribe bibe rêbaza serekî. Mafê dîyarkirina çarenûsa neteweyî prensîpeka bingehîn e. Divê miletê Kurd li ser axa xwe serwerîya xwe ya neteweyî pêk bîne. Ev mafekî gerdûnî ye ku îro li hemû cîhanê tê qebûlkirin. Îro hê jî mafê self determînasyonê pêwîstîyeka hiqûqa navneteweyî ye ji bo miletê Kurd. Hem hiqûqa îlahî û hem hiqûqa navneteweyî di gel miletê Kurd in. ⤵️
📢AGAHDARÎ
🔴Platforma Ciwanên Serbixwe dibe tevger!
Li Kurdistanê, di nava realîteya civakî-sîyasî ya vî miletî da, piştî ku em bi pozîsyona xwe ya însanî ya di vî mekanê dîrokî-civakî da hesîyan û ev pêhesîn roj bi roj germûgurrtir bû, vê pêhesînê berpirsyarîyeka wisa xiste ser me ku em neçar in rabin û gavekê bi pêş da biçin.
Eger em ranebin û bi pêş da neçin, aramî ji me ra tine ye. Êdî ev yek di destê me da nîn e, hişmendîya me wek qederekê li ser me ferz dike. Êdî rev tine ye.
Bi vê hişmendîyê û bi îradeyeka mikum, ji bo pêkanîna berpirsyarîya xwe ya neteweyî ya di vê kêlîya dîrokî da, em ê wek PCSê îro (17.03.2026) demjimêr di 19:30an da li Amedê li meydana Mizgefta Mezin rêbaza nû ya neteweyî ragihînin. PCS êdî dibe tevger!
Hûn hemû vexwendî ne!
Kürt milleti olarak Suriye’deki gelişmelerden iki temel ders çıkaralım:
1. Uluslararası camiada bir kişi ya da hareketin "terörist" listesinde yer alması, onun bir devletin başına geçmesine ya da meşru kabul edilmesine engel teşkil etmiyor. Colani örneği bunu açıkça kanıtlamıştır.
2. Ama devlet istemeyen, Kürt milleti için açıkça statü talep etmeyen bir Kürt siyasi ya da askerî hareket, ne kadar övülürse övülsün, sonunda devlet sahibi Colani'ye boyun eğmesi için her yönden baskı altına alınır. Devlet değilsen ve devlet olmak istemiyorsan, sonunda mevcut bir devlete boyun eğmek zorundasın.
Unutmayalım: Uluslararası hukuk, devlet temelli işler.
Kıytırık "demokratik toplum" masallarıyla bu kulübün bu nizamın kapısının önünden bile geçemezsiniz.
Ama sizi bu hayallere mahkûm eden, beyninizi allayıp pullayan “önderinizle” dilediğiniz kadar övünmekte özgürsünüz.
Kekê @hamdiulukaya , tu bi 120 milyon euroyan dibî sponsorê tîmeke tirkan. Eger tu dibêjî ez kurd im û sponsorekî mezin im, kerem ke bi 120 milyon euroyan bibe sponsorê xebatên bi zimanê kurdî jî em navê te li her derê binivîsin. Eger na, li civatan pesnê xwe nede ji kerema xwe.
Mardin-Diyarbakır arası büyük bir coğrafyada yangın çıkmış!! 14 tane insanımızı yanarak can vermiş!! Onlarca insanımız ağır yaralanmış ve yoğun bakımlarda yatıyor!! Binlerce dönüm insanımızın alın teri olan ekili alan yanmış kül olmuş!! İnsanımızın geçim kaynağı olan hayvanı telef olmuş. Doğamız tahrip olmuş! Halkımız ellerinde kazma-kürek çalı çırpı ile yangını söndürmek için mücadele ediyor. Analarımızın bacılarımızın ağıtları yürekleri dağlayarak göğe yükseliyor!!
Ahmet Türk bir taşın üzerinde oturmuş çaresizlikten kahrolmuş ve ellerini birleştirip için için ağlıyıp yere bakıyor!! Kürtler dört bir yerden akın akın oraya koşup kardeşlerine yardımcı olmak için mücadele ediyor!!
İşte tam bu sırada Kürt halkının oyları ile seçilmiş Türk Solundan Dem parti milletvekilleri olan Kezban Konukçu ve Özgül Saki İstanbul’da köprüye LGBT bayrağı asıyor ve insanları onur yürüyüşü denilen sapkınlığa davet ediyor.. Adeta bizimle alay ediyor, acımızla dalga geçiyor!! Ve gündemi değiştiriyorlar. Bizde buna tepki gösteren paylaşımlar yapıyoruz!!
Ardından Kezban Konukçu benim hakkımda her gün Akp yargısı dediği mercilere beni şikayet ediyor!! Polis beni gözaltına alıyor. Polis arabasının arkasına bindiriyor!! Nezarete atıyor!! Ordan adliye savcıya götürülüyorum!! Adliye nezaretine atılıyorum!! Ve savcıya ifade veriyorum!!
Kezban Konukçu beni şikayet eder! Çünkü biliyorki ben bir kürdüm ve bana kimse sahip çıkmayacak. Oysa bana size söylediklerimden çok daha ağır hakaretler yağdıran Kürtler var.. Tek bir tanesini bile Türk yargısına şikayet etmedim. Çünkü bu kendimle çelişmek olurdu!! Sabah akşam eleştirdiğim bir merciye bir kürdü bana hakaret ettiği nasıl şikayet edebilirdim??
Peki Kezban Konukçu en ağır şekilde size cinsiyetçi küfürler yağdıran kaç tane Zafer partiliyi, kaç MHP liyi beni verdiğiniz gibi mahkemeye verdiniz!!?? Onlarıda mahkemeye verme cesaretiniz varmı??
Haaa çünkü onlara sahip çıkanlar var! Onların arkası kuvvetli!! Sende biliyorsunki ne parti içinde nede başka alanlarda bir kaç sevenimden başka sahip çıkacak kimsem yok!! Ama unuttuğun bir şey var. Ben Kürdüm. Türkürdüğümü yalamam.. Allahtan başka kimseden zerre korkum yok. Türk solcuları bu halkın sırtından defolup gidene kadar mücadeleye devam edeceğim.. sen ve senin o arkadaşlarını geldiğiniz ucuz barlara geri göndereceğiz. Kürtler dram yaşarken senin ve arkadaşının yaptığı soytarılığa aferinmi diyecektik! Şunuda hemen belirteyim!!
Savcı bu paylaşımlar sana mı sorusuna; hepsi bana aittir ve tek tek hepsinin arkasındayım dedim.. Benim korkup savcı ve hakim karşısında kıvıracağımımı zannettin zavallı kadın.. Bu fotoğraflar burda dursun!! Kürt halkına halimi arz ederim!!
Duh berêvarekî ez çûm girtîgeha Dîyarbekirê ba kak @Ferid__Azad. Rewşa wî gelekî baş bû motivasyona wî jî xurttir bû. Silavên xwe ji ciwanên derve re şand. Ez bawer im wê di wextek nêzde were nav mala xwe û zarok û heval û hogirên xwe
@PCSerbixwe@RudawKurdi#PCSNEBITENEYE
📢 DAXWAZA ME JI XWEDAYÊ KURDISTANÊ
Bi Navê Xwedayê Kurdistanê
Xwedêyo!
Ji dozvanên me ra zanîn û xweragirîyê!
Ji zanayên me ra berpirsyarîyê!
Ji rewşenbîrên me ra nefsbiçûkîyê!
Ji seydayên me ra neteweperwerîyê!
Ji neteweperwerên me ra yekitîyê!
Ji mezinên me ra rûmetê!
Ji biçûkên me ra pakî û paqijîyê!
Ji jinên me ra xwebawerî û resenîyê!
Ji mêrên me ra xwebawerî û dadmendîyê!
Ji xwendevanên me ra hişmendîyê!
Ji mamosteyên me ra derdmendîyê!
Ji bêdengîya me ra hewarê!
Ji hewara me ra bersivdanê!
Ji miletê me ra rizgarî û azadîyê!
Bibexş ya Reb!
Li ser rêbaza mamosteyê neteweyî Ehmedê Xanî me bigihîne hev!
Li hemberî bişaftinê me biparêze!
Me ji deng û rengê me yê resen neke ku te bi xwe bexşî me kirîye!
Ji bo rizgarîya vî miletî pêwîstî bi çi hebe bi me bide zanîn û pêkanîn!
Li dijî zalim û zordaran me bi ser bixe!
Hesta têkoşerîya rizgarîxwazîya neteweyî biavêje dilê miletê me!
Nehêle ev miletê kevinar di nava dest û lepên zaliman da ji holê were rakirin!
Amîn û spasî ji bo Xwedayê Kurdistana rengîn!