Tu rezîdansa çêbike, febrîqa ava bike,bi hezara donim erd dîne û hilîne, bikeve sîyasetê bêrîkê dagire ne pirsgirêke lê hunermendê te gorî potansîyela xwe pere qezenc bike şerm e, çavbirçîtî ye, îxanet e….
Bir sanatçı veya aydının özerklik veya kişisel bağımsızlık çabası, kendi halkından, sınıfından ve onların değerlerinden kaçmak anlamına gelmez. Bu çaba, siyasi ve sanat komiserlerinin ideolojik baskısından, keyfi taleplerinden kurtulma ve yaratıcı üretimde bulunma arzudur sadece. Tarih her zaman bu tür sanatçı ve aydınları haklı çıkarmıştır, onların eserlerine hakettikleri değeri vermiştir..
Ji alîyekî, ew Mem’ê ji nêzde dengên nu guhdardike û ji dil dixwaze ku bo hunera Kurdî berhemên bi qalîte bibîne.
Ji alîyê din jî Şivan Perwer’ê ku gotinên Mem manîpule dike.
#memararat
Dinerim li hin kesên ku di bin navê rexneyan de hesûdîya hundirên xwe diverişin li hemberî Mem.
Law hûn riba Mem serkeftî bûna weyê bi sîya xwe re şer bikira,we yê bi kuça biçûna guyê xwe.
( Ez nabêjim we yê dixwenîya)
#memararat
Nizanim gotina zêde bineqişînim lê bi têne weke yekî ku serê 13 salan Hunermend Mem Ararat ji nêz de nasdike dikarim bêjim ku di tunebûna herî giran de jî qet pere ji wî re nebûye xem.
Mem,nuha jî dikare nanê tisî bixwe lê ji rastîya xwe şaş nabe.
Diyar e, Memê sebra wî lê bar e êdî hew îdare kiriye.
Ez şahidê hevalê xwe yê delal im ku ji bo şerma malê di malê de bimîne çiqas li ber xwe daye. Ez şahid im ku ji bo kesek bi hin rezaletan nehesin çawa tehemul kiriye. Ez şahid im ku çawa keda wî hatiye dizîn, lê ji bo Kurdek aciz nebe çawa ji xwe daye. Ez şahid im ku di dewra qeyûm û barbariyê de çawa şewqeya xwe kişandiye ser bijangan û çûye di karê giran de xebitiye da serî li ber dagirkeran netewîne. Ez şahid im ku çawa bi mehan li ser cilikekî razaye û balîfek xwe tunebûye ku bide navbera pişta xwe û dîwêr.
Memo yek ji wan zarokan e ku Roma reş gund û mal lê xerakiriye, şewitandiye. Li bin konên naylonî yên "karkerên demsalî" mezin bûye, di nav heriya zeviyên serdestan de xwe û neteweya xwe naskiriye. Di 13-14 saliya xwe de helbest şandine "Rewşen"ê, di 17-18 saliya xwe de xema şehîdên me xwariye.
Memê ku bi hevaltî û biratiya wî şanaz im, di dewra xerakirina bajaran de li ber serê Cemîlayê giriyaye, "Li Rûbarê Dêrgulê" bi hestên salên 90î qêriyaye, li pey xewna qulingan di xewa kûr re çûye.
Ez barê Memî zêdetir nekim, lê Mem em in. Em çawa ji ber qîlên gurên har ku hezaran salan cîhanê xerakirine xelas bûne û mane ew jî ji ber dagirkeriya çavsor û jiyana ne-bextewar xelas bûye û maye.
Mem, "Darbesta Wedat Aydin, lê Amedê Amedê, kesk û sor zer pêçane" nekiriye "Sanma ki bizbizeyiz lê Amedê Amedê, olene dek sizleyiz!" Mem, "Li Bota' dîlan e, Egîdan ser hildane" nekiriye "Bu şehre sozumuz var, sahalar rakiplere dar!" Berê serdestan stranên me didizîn, niha golikên qol ketine nav stranan dikin Tirkî û dibin kesên "maqûl" lê Mem Ararat ku "Kurmancê reş" e dibe nîşange?
Nabe ku rantiye keda Memî û hunermendên me bixwin. Ne qanûnên serdestan ên "telîf"ê lê isûla civata me û şoreşgeriyê pîvêr e. Berê karê "sazî"yan ji bo şoreşê bû, lê hin sazî êdî malê şexsan in, şexsan dest danîne ser. Divê ji pişt mertalê qanûnên Tirkan derkevin û mafê hemû hunermendên Kurd radestî wan bikin. Nabe hunermendên Kurd li hemberî desthilatdariya Kurdan "jî" têbikoşin! Nabe ku saziyên "me" yên heyî bi qeydê serdestan bikin.
Memê me yê çargurçik hunera me dibe ser dikên qurre yên cîhanê. Mem navê serkeftina Kurdiya me ye. Hez dikî godarî bike, hez nakî godarî neke. Lê neheqî lê neke, xîreta wî nahêle ku dilê te bişkîne, lê dizanim ku dilê wî wek Kurdistana me fireh û xemgîn e.
Selîm Temo