Li Amedê bi otostopê li tirekê siwar bûm, mêrik derket Tirk:))
Me sond xwarîye ku em li Kurdistanê bi her kesî ra bi Kurdî biaxivin, îcar jî em rastî Tirkekî hatin. Mêrik mabû şaş, digo yaw ma hê jî kesên ku Tirkî nizanin hene li van deran!?
#VÎDEO - Dengbêjên navdar û zarokên Kurd li Stenbolê bi hev re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
💢 Piştî nexweşiyeke giran dengbêj Kazo cara ewil ji bo zimanê Kurdî derket ser dikê
💬 Dengbêj Kazo: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez dê xizmeta zimanê xwe bikim
Ji zarokan re dîyarî yên me hene: çocuklara hediyelerimiz var.
Bi daxwaza perwerdehî û statûya Kurdî
Kürtçe dersi, Kürtçe eğitimi ve Kürtçe statüsü talebi ile özellikle çocuklar ve kadınları davet ediyoruz.
Kürtçe dersini bu sene fiilen alan, önümüzdeki sene için seçen çocuklar ile
etkinliğe katılacak, şiir veya atasözü söyleyecek çocuklarla ve annelere içinde Kürtçe sözlük, çocuk kitapları, Kürtçe cd’leri ve para zarfları hediye ederek Kürtçe ders teşvikini sağlamaya çalışacağız.
Yöre dernek ve federasyon yönetimlerinin de etkinliğimize katılmasını, ileride benzer etkinlikleri kendi yerlerinde yapmasını, Kürtçe ders ve diğer dil hakları konusunda sorumluluk almasını isterim.
Ez li benda we me
Beklerim
@rezansirvan3465@DengbejStranbej@DengbejKazo@keremtekoglu@hez_kurd
Roja dayîkan, serî de li dayîkên ku zarokên xwe hînî Kurdî dikin pîroz be.
Em dayîk û zarokan vedixwînin çalakîya pîrozbahîya zimanê Kurdî.
Anneler günü, başta çocuklarına Kürtçe öğreten anneler olmak üzere tüm annelere kutlu olsun.
HezKurd ve Hoçvan Dernekler Federasyonu Hoç-Fed ‘in Esenyurt’ta ortak yapacağı Kürtçe dil bayramı ve ders şenliği ortak etkinliğine davet ediyoruz.
Dengbêjlerimiz ve çocukların ortak divanında Kürtçe stranlar dinleyeceğiz
HezKurd ‘un Kürtçe şiir ve yazı yarışmasına katılan çocuklar ile etkinlikte Kürtçe şiir okuyacak çocuklara nakit para zarfları, Kürtçe sözlük ve kitaplar hediye edeceğiz.
@HocvanD@hez_kurd
#meşakurdî
Ya te dîtî ji bîr meke!
Pîr bike lê ji bîr meke!
Hembêz bike, lê ji bîr neke!
Yê ku eslê xwe ji bîr bike, bêesil e.
Tu çi ji bîr dikî, bikî; şîrê diya xwe ji bîr meke.
Gotinên pêşiyan
Bîne 'bîr'a xwe wî halî - bi bîra xwe bîne (16ê Adara 1988an)
Me îro li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî behsa Newrozê kir. Ji Mîtolojiyê Heta Modernîteyê Newroz. Spas bo kesên hatin û gotûbêj zengîn kirin. Spas bo Weqfa Îsmaîl Beşîkçî.
📢 SIFIRA RONAHIYÊ: JI MÎTOLOJIYÊ HETA MODERNÎTEYÊ NEWROZ
👤 Axêver/Nivîskar: Şemoyê Memê
👤 Moderator: Tuncay Özel
🗓️ 14.03.2026
⏰ 14:00
📍Navenda Çand û Hunerê ya İbrahim Gürbüz
Jimara nû ya Nûbiharê derketiye.
Lê min bi çavê fîzîkî nedîtiye.
Ez niha ji navenda Nûbiharê gelekî dûr im.
Min nedîtiye, lê li Afrîqayê Mustafa Kılıçaslan dîtiye.
Ji min re peyamek şandiye, ezê peyama wî jî bidim.
Bi xêra teknolojiyê Nûbihar li her derê ye.
Lê meriv nexebite, teknolojî jî têr nake; divê meriv jê îstifade bike.
Di serî de kek Rauf, mala wan hevalan ava be ku aplîkasyona Nûbiharê ��êkirin.
Bi vê aplîkasyonê gelek kes ji xebatên me haydar dibin.
Yên wekî kek Mustafa.
Peyama Mustafa Kılıçaslan jî ev e:
Mala we ava be Silêman abê bona çêkirina aplîkasyonê, ezî niha li Afrîkayê me û çavên xwe li perên hejmara dawîn a Nûbihara digerînim. Binhêr, bi rêya teknolojîyê dinya çiqas biçûk bûye, ne wisa? 😁🙏☘️
@nubihar
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê.
“Komeleya Stran ya Kultur û Huner” li Stenbolê bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî panalek di mijara zimanê mader/zikmakî de saz kir.
Axaftinkeran hem behsa berhemên xwe kirin hem jî behsa pêwîstî û giringiya zimanê kurdî kirin.
Divê bêjim axafina wan jî kurdî bû berhemên wan jî.
Ji aliyê çepê ve: Nivîskar Mazhar Kara, parêzer Suphi Ozgen, nivîskar Zerdüşt Öztürk, nivîskar-derûnînas Şemoyê Memê, şiar, nivîskar Hasan Seçkin…
Biqasî dizanim, li ser şexsê Mehmed Emin Bozarslan yekem dosya Nûbiharê çêkiriye.
Eger şaş nebim, kesî jiyana wî, xebatên wî nekiriye mijara dosyayekê.
Ji ber vê ez gelek bextewar im ku wextekê me li ser wî xebateke weha kiriye.
Dibêjim, me çiqas karekî baş kiriye.
Li ser teklîfa Ayhan Geverî, me di sala 2013an de dosyayek amade kir.
Ev dosya bi navê “DOSYAYA: MEHMED EMÎN BOZARSLAN” di jimara 123yan de weşand.
Ayhan Geverî edîtoriya vê dosyayê jî kir.
Îro Mehmed Emin Bozarslan êdî li heyatê nine.
Lê wî bi xebatên xwe, di dilê me de, ji xwe re cihekî mustesna çêkir.
Ewê bi xebatên xwe her hebe, her zindî bimîne.
Nivîskarên dosyaya wî ev bûn:
Ayhan Geverî: Saxker û Vejînerê Edebiyata Kurdî: M. Emîn Bozarslan.
Süleyman Çevik: Qedirbilindê di koşka dilê me de: M. Emîn Bozarslan.
Metin Yüksel: Melakî Şiyar û Xebatên Wî.
İsmail Beşikçi: Çirûska Rûşeniyê: M. Emîn Bozarslan.
Michael L. Chyet: Hevkarê Min: M. Emîn Bozarslan.
Martin Van Bruinessen: Ez û Mehmed Emîn Bozarslan.
Rohat Alakom: Dildarekî Gotina Nivîskî Mehmed Emîn Bozarslan.
Server Tanilli: Du Rewşenbîrên Lêkolîner.
Firat Cewerî: Bozarslan bi Enerjiya Xortekî Dîwarê Dîroka me ya Hilweşiyayî Lêdike.
Tu kê genim bikirî, li erd binêre;
Tu kê qîzê bibî, li dê binêre...
⬇️
Şemoyê Memê, ji pirtûka:
Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir
-Deh Mijar ji Zargotina Kurdî-